Tirkên ku dixwazin bibin Kurd!
 

 

Evdile Koçer, evdilekocer@yahoo.com
 
 
 
 
 
 
Grûbeke bi navê “Genç Sivîller”(Sivîlên Ciwan) bi daxuyaniyekê ve eþkere kirin ku êdî dixwazin bibin Kurd! (Weyyy aqubet li serê kurdan jî!). Û ji bo ku bibin ‘Kurd’ jî dê bikevin nav tevgerê û serî li hin rêze-çalakiyan bidin.
 
Erê ‘Sivîlên Ciwan’ xweþ gotine: “Kurd bi têra xwe bûne Tirk, divê em jî hinekî bibin Kurd…”. Ev meseleya ‘Tirkbûna Kurdan’ rast e û wekî mast e, lê ez li vir bang li vê grûbê dikim û dibêjim: Hevalno delalno, werin dev ji vê miraza xwe berdin û nebin Kurd; werin carekê jî gohê xwe bidin vî koçerî, ji nîvê rê vegerin û xweliya çar hezar gundên þewitî bi serê vê xweziya xwe de nebarînin.
 
Heyran, ka carekê hûn jî bifikirin: Camêr dixwazin ku bibine Kurd!!! Weyyy ser seran û ser çavan, lêêêêê… lê ez ditirsim ku hêj ku negotine ‘Roj-baþ!’ dê li rastî hin kundirên xaromaro û þaþomaþo bên. Û dê bi çavê serê xwe bibînin ku roja wan ÞAÞ, riya wan KAÞ û ew bi xwe jî FAÞ bûne û -serê we xweþ be!- bûne TIRKMANCên ciwanên sivîl…
 
Dê bixwazin ku piçekî fikra kurdayetiyê nas bikin, lê dê ji niþka ve xwe di nava wê ‘Behra Kurdayetiya Berovajîkirî’ de bibînin û dê fêm bikin ku heta gulî û keziyên xwe ve jî bûne KURDÊN KEMALÎST…
 
Dê bi tîqetîqên xwe ve bidin pey þopa du henek û tinazên kurdî, lê dê li rastî hin guh-dirêjên ku bi henekî dibêjin, ‘Zimanê me yê biyanî Tirkî ye!’ bên û dê fêm bikin ku ev GUHDIRÊJ nizanin bi kurdî guhê xwe jî bel bikin û genekekê jî bikin…
 
Dê bixwazin ku ‘Ey Reqîb’ fêr bibin, lê dê fêm bikin ku wekî stranbêjên ku dixwazin zûka meþhûr bibin, tûrkû(?)ya partiyekê ji ber kirine…
 
Dê hewl bidin ku ‘Alaya Kurdistanê’ nas bikin, lê dê li rastî pêþengeha alayên rêxistin û partiyên kurdan bên…
 
Dê pirr kêfxweþ bibin ku çend rêveberên kurdan nas bikin û ji wan çend perspektîfên nû wergirin, lê dê serê wan li ‘Dîwarên Nefsê’û ‘Gundiyên Xwepivdayî’ bikeve û ji mecbûrî dê gohê xwe bidin çend reþ-name û gotegotên postmodern…
 
Dê bixwazin ku serdana malbatên þehîdan bikin û halê wan bipirsin, lê bi xêra çend ‘Kurdên di afira xelkê de’ dê bibînin ku li ser dîwana Mehmetçîk Vakfi runiþtine…
 
Dê bi heyecaneke mezin ve gohê xwe bidin qevdek stranên kurdî, lê dê kerrika gohê wan tejî fonetîka tirkî be û dê bihizirin qey Stranbêjên Tirk van stranan bi kurdî distrên.
 
Dê xwe li behra toleransê ya çend kurdên serwext bidin û dê bixwazin ku ‘Bejna Çanda Rexneyê’ bipîvin, lê bi meqam, isul û retorîkeke ecêb ve dê ew jî fêrî ‘Çanda Sansûr û Otosansûrê’ bibin û dê çîroka me giþan bavêjin nav deviya korezanan û dê bi zimanê tirkmancan rehme li dêbavê me hemûyan bînin.
 
Belkî dînemêrtiyekê bikin û bixwazin ku Newala Qesaban û Geliyê Zîlan jî bibînin, lê mumkûn e ku çend ‘welatparêz’ riya Ofîsa Amedê û Kizlar Tepesî ya Sêrtê nîþanî wan bikin û îca hetka me biçe çem û çemmmmm…
 
Ji ber vê yekê ez dîsa dubare dikim: Werin dev ji vê xweziya xwe berdin û nebin KURD! Werin vê xwesteka xwe ya gulgulî di vê BIHÛRKA KURDAN re derbas nekin û ji kerema xwe re me giþan rezîl nekin.
 
Jixwe va ye hindik maye ku çend ‘Koçer’ên wekî min jî ji van kul û derdên kurdan serî li ‘Qanûna Poþmaniyê’ bidin û bixwazin ku bibin TIRK…

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org