|
|
Tirkiya
Guler Iþikê
Evdile
Koçer, evdilekocer@yahoo.com
-
-
-
-
-
- Ez
nabêjim “Kurdiya Guler Iþikê”, loma ez ji rihê wê, ji wan kûrahiya
çend gotinên wê yên bi kurdî tenê xuþexuþa tirkî seh dikim.
-
- Ez
dizanim, heke ji van tirkmancên welatparêz ve be, an jî heke ev
tirkiya Stî Gulerê bimîne li benda çend kurdên surgunê yên ku
qibleya xwe her roj diguherînin, welleh bavooo me pê girt!
-
- Eva
hûn jî dibînin ku êdî Cegerxwînek jî tune ku nava çavê wê
binêre û bi xêra xwe bibêje, “Aferîm ji te re keça min,
tirkiya te pirr baþ e!”
-
- Loma
ne ji çend ‘koçer’ên wekî min be êdî tu kes rexneyekê jî
lê nake; ji ber ku ew li bendê ne ku rojekê di bernameya wê de
xwe pêþkêþî tirkmancên me bikin.
-
- An
jî li gora tiraliya sirguniya xwe, li bendê ne ku bi vî rengî
xwe di deriyê TRT Þeþê de legalîze bikin. Û dû re jî biçin
li Antalyayê tatîlê bikin!
-
- ***
-
- (Gerçî
di nivîsên xwe de jî behsa xweþikahiya behra Wanê û kela Amedê
dikin, lê li gorî þertên welatparêziya(?) xwe jî li Antalyayê
tatîlê dikin! Welleh bavo xweþ bazar e!)
-
- ***
-
- Lê
bi rastî derdê min ne kurdî/tirkiya Guler Xanimê ye. Mesele ev e
ku, dewlet bi van çend gotinên kurdî ve me bi awayeke legal fêrî
xulamtiya zimanê tirkî dike.
-
- Ji
bilî kurdên polîtîk(DTP, HAK-PAR û hwd.), her kes dikare li ser
sergoyê TRT Þeþê îmaja kurdî ya heyî jî binpê bike! Dewlet
bi vî rengî tovê kurdên a-polîtîk direþîne. (Eyb e meriv
binivîse, lê ji xwe pirsgrêka kurdî jî dixwaze bi vî rengî çareser
bike! Teww mala minêêê!)
-
- Bifikirin:
Heke weþaneke wekî ya TRT Þeþê, heke rezaleteke wisa di civaka
Tirk/Alman/Swêdî de bûya dê medyaya wî welatî qiyametê
rakira!
-
- Lê
li ba me, ji ber siyaseta teng û ji ber têkiliyên þexsî yên çend
sergolikan êdî kes newêre rexneyekê jî li tirkiya TRT ÞEÞê
bike!
-
- Bifikirin:
Tu bêhemdî li rastî bernameyekê têyî, tu nedizanî ne bi kurdî
ne jî bi tirkî dipeyîvin!
-
- Zimanzan
û nivîskarên me yên ku ji Roj TV re dibûn pêt û agir, niha ji
tirkitiya TRT Þeþê re hevalbendiyê dikin!
-
- Tiþta
ecêb ev e ku hin kurdên me yên lîberal vê xulamtiyê meþrû
dikin; wekî pêþketin û têkçûna dewletê analîz dikin. Û li
serê dewleta kaniyê gepa xwe xweþ dikin!
-
- Nexêr
ezbenî! Vê yekê, vê xapandinê, vê dek û dolaba kevin nexe
qurbana nefsa xwe.
-
- Qibleya
nifþên nû neke qurbana têkiliyên xwe yên beredayî, neke
qurbana malperok û þîrketoka xwe!
-
- ***
-
- Ez
dizanim, dê vêga hinek ji we bibêjin, “Koçero, bila ev jî
hebe, dê rast be, dê pêþ bikeve, zêde rexne neke..”
-
- Ê
nexwe werin ez bi dîmeneke din ve devê vê nivîsê bidirûm:
-
- Di
bernameya Gulfiroþ de mêvanek dibêje, “Ez ji Semsûrê me…”
-
- Niþtî
Stêrk lê vedigerîne: “Semsûr çi ye?”
-
- Mêvan
jê re got: “Adiyaman…”
-
- Ez
niha dipirsim: Gelo TRT Þeþ cihê fêrbûna kurdî ye, an cihê pêþkêþkirina
bernameyên kurdî ye?
-
- Kesên
ku berê Niþtiyê ji gotinên xwe re dixistin ‘Stêrk’, çima
pirseke wisa jê nakin ya rebîîî??!!!...
-
-
-
-
|
|
|