|
|
Tirkiya
Saziyên Jinan
Evdile
Koçer, evdilekocer@yahoo.com
-
-
-
-
-
-
- Almanya
-
- Tu
ji mêrê xwe lêdanê dixwî.
-
- Bi
birîn û girînên xwe ve tu xwe davêjî saziyeke alman ya
jinan. Bi kitekit tu yê bixwazî êþ û derdên xwe vebêjî.
-
- Ji
bo ku tu bikaribî xwe baþ îfade bikî, wê ji te re tercûmaneke
kurdîaxêv peyda bikin. Ji bilî psîkologên almanîaxêv, wê
hewl bidin ku ji te re psîkologeke kurdîaxêv jî peyda bikin.
-
- Wê
ji te re behsa teoriyên qerase nekin. Bi kurt û kurmancî wê
gohê xwe bidin derdê te; wê deriyê dilê xwe ji te re vekin; wê
qetek nan peþkek ava xwe bi te re parve bikin.
-
- Li
ser çîroka te wê serê xwe biêþînin. Li ser xwesteka te wê
ji te re parêzereke kurdîaxêv jî peyda bikin.
-
- Welhasil
tu yê mafê xwe yê mirovatiyê nas bikî û helbet bijî jî.
-
-
- Tirkiye
-
- Tu
ji mêrê xwe lêdanê dixwî.
-
- Bi
lorîn û hawara xwe ve tu xwe digihînî saziyeke tirk ya jinan.
Ji bo ku tu nikarî xwe bi tirkî baþ îfade bikî wê awirên ecêb
li te vedin.
-
- Wê
analîzên heftserî li ser mêrê te bikin. Ji bo lêdana mêrê
te wê heqeretên mezin li qewmê te bikin.
-
- Welhasil
wê wisa li te bikin ku tu du rojan de fêrî tirkî bibî û li
ser serê mêrê xwe bibî polîseke sivîl.
-
-
- Bakurê
Kurdistanê
-
- Tu
ji mêrê xwe lêdanê dixwî.
-
- Bi
serûçavên xwe yên werimî ve tu hawara xwe digihînî saziyeke
kurd ya jinan.
-
- Tu
yê bi kurdî derdê xwe ji wan re vebêjî, lê ewê bi tirkî
bersiva te bidin.
-
- Ji
femînizmê bigire heta feodalîzmê wê gohê te tejî têgehên
tirkî bibe. Bi kovar û pirtûkên saziyê ên bi tirkî ve tu yê
hêdî hêdî di nava zimanê tirkî de soberiyê bikî.
-
- Ji
hemû mêrên kurdîaxêv tu yê nefretê bikî.
-
- Bi
fêrbûna tirkî ve tu yê xwe wekî ‘qehreman’ekê mîna
‘welatparêz’eke resen his bikî. Tu yê bibêjî qey riya
rast ev e. Tu yê hewl bidî ku zimanê tirkî fêrî jinên din
ên kurdîaxêv jî bikî. Bi vî awayî tu yê bibêjî qey tu
peywîr û rola xwe ya welatparêziyê pêk tînî! Lê tu yê pê
nehisî ku tu dibî qatilê zimanê xwe pornekurê.
-
- Welhasil
piþtî salên dûvedirêj tu yê ji xewa tirkî ‘hiþyar’ bibî.
Tu yê li rastî xweasîmilasyona saziyên kurdan bêyî. Li dijî
vê welatparêziya bi tirkî(?) tu yê serî hildî.
-
- Li
ser rihê xwe tu yê li rastî þopa ‘lêdana zimanê tirkî’
bibî. Tu yê fêm bikî ku ev lêdan ji lêdana mêran jî
xiraptir e!
-
- Tu
yê bixwazî ku bi kurdî rihê xwe derman bikî.
-
- Koçernot:
-
- Di
vê nivîsê de navê Emîne Ayna derbas nebû, lê we fêm kir bê
ka derdê min çi ye!
-
-
-
-
|
|
|