Tizbiyek li Konferansa Zimanê Kurdî

 

Evdile Koçer, evdilekocer@yahoo.com

 

Li welatekî xerîbiyê dîsa konferansek pêk hat.
 
Konferansa vê carê li ser zimanê kurdî bû.
 
Birek canik û camêrên hêja ji çarnikarê Kurdistan û Ewropayê ketin ser rê, li salona konferansê hatin cem hev, li ser wan kursî û maseyan gihîþtin hev û li ser gelþ û gelemþeyên ziman, zarava û devokên kurdî kela dilê xwe rijandin.
 
Helbet ji çareserkirina van pirsgrêkan re desthilatdarî, bazar, ked, xebat, lêkolîn û sebir lazim e…
 
Ji vê yekê jî ez bawer im wekî zimannasekî herî zêde tizbiyek jî fêm dike.
Jixwe -weke ku hûn di wêneyî de jî dibînin!- tizbiyeke wisa li konferansa zimanê kurdî di destê xalekî kurd de cihê xwe girtibû û te digot qey bi sebreke mezin gohê xwe dida çîroka zimanê kurdî!
 
Rengê çîroka zimanekî û rengê çîroka tizbiyekî kêm zêde diþibin hev.
 
Kevirên tizbiyekî ên ku ji destê hostayan hatine teriþandin û qulêlkirin, diþibin gotinên zimanekî yên ku ji destê hosta û nivîskaran ve hatine hûnandin…
 
Ben û tayê tizbî ên ku van kevirên þahîk li ser bedena xwe kom dike, diþibe tevna zimanekî ku hemû devok û zaraveyan li ser ta û benên xwe kom dike…
 
Libên tizbî ên ku ji destê xwediyê xwe ve tê kiþandin, diþibe destê peyvên zimanekî ên ku ji aliyê peyvbêj û gotinbêjan ve tê kiþandin…
 
Þeqþeqa kevirên tizbiyekî yên ku ji destê xwediyê xwe ve wekî enstrûmentalekî dertên, diþibe çîveçîva zimanekî ku ji devê xwediyê xwe ve nola stranekê dertên…
 
Tizbî herî zêde bo sebrê tê bikaranîn; jixwe ziman jî bo sebr û tebata hiþ û dilê însanî heye…
 
Tizbiyek herî zêde li dest û tilîkên tizbîkêþekî/ê tê, helbet wekî zimanekî ku herî zêde li ziman û destê zimannasekî/ê bê…
 
Însanek tizbiyê xwe wekî çavên xwe diparêze û zûka dev jê bernade; helbet mîna însanekê/î ku zimanê xwe wekî çavên xwe biparêze û dev jê bernede…
 
Li sirgûn û xerîbiyê, zimanek ji tenêtiya xwediyê xwe re çawa ku welatek be, her wisa tizbiyek jî ji tenêtiya tilikan re welatek e…
 
Belê, rengê çîroka zimanekî û rengê çîroka tizbiyekî kêm zêde diþibin hev.
 
 
 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org