|
|
TZP
û Çalakiyên ji bo Zimanê Kurdî
Evdile
Koçer,
evdilekocer@yahoo.com
- Rêveberên
TZP(Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî)ê roja çarþemê dê li
Batmanê mîtîngeke mezin bo zimanê kurdî pêk bînin. Her wiha li
gelek bajarên din jî dê çalakiyên bi vî rengî pêk bên.
-
- Çalakiyên
bo zimanê kurdî, wekî hewlên xwevejandin û xwejinûveavakirina
civakekê ne. Civakek çiqas ku bikaribe di nav xuþexuþa zimanê xwe
de xwe organîze bike, dê ewçend bikaribe bi awayeke xwezayî li
hemberî hemû dagirkerî û fikrên kolonyalîst jî refleksên
xweparastinê zûka ava bike.
-
- Ziman
di nav vê ger û herikîna aþê xwe de ji ‘xwedî’yê xwe re
delaliyeke wisa dike û jê re starekê ava dike.
-
- Weke
tê zanîn ziman, wekî cihokekê xwe berdide ser hemû ken û girîna wê
civakê û ji wir jî xwe dîsa jinûve þîn dike.
-
- Tiþta
ku ji zimanê me heliya jixwe heliya û bû qurbana Dewleta Ergenekon û
tirkmancên navxweyî, lê li ser bêndera mayî jî meriv dikare zimanê
kurdî jinûve þîn bike û di devê nifþên nû de dîsa bixe wekî
gulatên þekir.
-
- Ji
vê yekê re jî helbet çalakî û xebatên bi rengî lazim in. Em
dizanin, zimanê ku ev sedsal e di serada dagirkeran de rih dide, bi du
sê çalakî û gulan ve þîn nabe, lê dê bibe destpêkek ku her kes
peyv û gotinên kurdî bi destê xwe di mala xwe de biçîne.
-
- Dema
ku civaka me vê avdanî û çandiniya ziman wekî hawara man û nemanê
ji xwe re xist kul û derdek, hingê dê ti kes þerm jî neke ku ji
‘Mûcadele’yê re bibêje ‘Têkoþîn’.
-
- Her
wiha, çalakiyên TZPê dema ku di civakê de belav bibin, dê êdî her
kes fêm bike ku ‘sînorê ziman’ ‘sînorê rih û hebûn’a wî/ê
bixwe ye!
-
- Hingê
dê her kes fêm bike ku têkoþîn û parastina ziman ne tenê karê du
sê mamoste û nivîskaran in.
-
- Ji
xwe em hemû xeyala rojeke wisa dikin. Hingê, êdî emê bikaribin þîna
peyvên kurdî ên bê goristan bigirin. Hingê, em ê þîr bidin devê
gelek biwêj û gotinên pêþiyan ên sêwî da ku zûka bejin bidin me
û xwe berdin ser ‘edeb’a kurdî.
-
- Hingê
em ê di devê xwe de bi bejna gotin û biwêjan qesr û serayên sohbet
û galegalê ava bikin û êdî em ê bikaribin birîna peyvan bikewînin.
-
- Loma
em çiqas malavayiya TZPê bikin hindik e! Hûn her bijîn hevalnoooo…
|
|
|