Welatparêziya Belaþ

 

Evdile Koçer, Evdilekocer@yahoo.com

   

 

Axxx ji derdê vê welatparêziya belaþþþþþ!
 
Nivîskarê ku bi du gotinên virnî yên kurdî ve mineta xwe li civakê dike jî xwe welatparêz dihesibîne… Û mêrooo dixwaze ku em li pey gotinokên wî jî nimêj bikin!
 
Siyasetmedarê ku bi þîretên qewlborî û tirkmancî guhê me kerr dike jî xwe welatparêz dihesibîne… Û mêrooo dixwaze ku em wî bixin pêxemberê dawî jî.
 
Temaþevanê ku bi darê zorê ekranên me dagir dike û bi kotekî dibêje “Hevalê hêja!” jî xwe welatparêz dihesibîne… Û mêrooo dixwaze ku em destê wî jî maçî bikin.
 
Þivanê ku pezê Dewleta Ergenekonê diçêrîne jî xwe welatparêz dihesibîne… Û mêrooo dixwaze ku em heta nefesa dawî jî av û nanê kuncîkirî bidinê.
 
Na na, qet mereq neke; wekî kêzika gergerok tu li hemû dinyayê jî bigerî, tu berê xwe bidî Nars û Marsê jî, ji wir tu biçî wê dinyayê jî ez garantiyê didim te ku tu yê welatparêziyeke wekî ya me, wisa belaþ, erzan, jihevketî, riziyayî û diriyayî peyda nekî!
 
Bila tu kes dilê xwe nehêle: Mixabin welatparêziya li cem me, hema bêje welat-ne-parêzî ye, an jî bi gotineke xweþtir, welatberdan e!
 
Helbet ez heqê çend egît û hogiran naxwim; jixwe çerxa hemû sazî û dezgehên welatê me jî hema bêje li ser piþta van feqîran digere û malik jî li wan mîrat dibe.
 
Dêna xwe bidinê, di her saziyekê de hûnê li rastî yek ji wan bên û hûn ê bibînin ku piþta wan nakeve ber.
 
Ên din jî mixabin kumê ‘Welatparêziyê’ didin serê xwe û 24 saetan piþta WELAT mizzz didin. Mala minê!!!
 
Tu dibêjî qey bi rê û rêbazên nû ve bi þev û roj cotkarî û paletiya welatê xwe dikin. Tu dibêjî qey þeveqê li Zapê nanpêjî, nîvro li Hewlêrê sînor-parêzî, berêvarê li Amedê etîmîlogiya peyvên Kurdî û þev jî li paytextên Ewropayê lobîgeriyê dikin.
 
Mixabin qîmet û hebûna welatparêziyê li ser mêzîna hin kurdên me þaþ û xaraviço disekine; qîmeta welatparêziya wan jî dibe wekî du serî pîvazên riziyayî.
 
Heke ku hiþê welatparêziya wan jî wisa ne riziyayî bûya, dê ew çend analîzên bêmane li ser hebûna AKPê nekirina; heke di neynikê piçekî li vê PARASTINa WELATê xwe mêze bikirana, dê fêm bikirana ku AKP çawa xwe berdide ser meþteleyên kurdan.
 
Welhasil heta ku ji wê dikan û saziya meþhûr ya welatparêziyê, kinc û qumaþeke wisa erzan, riziyayî, peritî û belaþ bête belavkirin, helbet dê welatparêzên wiha jî ji ser serê me kêm nebin.

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org