Welatparêziya beredayî!

 

 

Evdile Koçer, evdilekocer@yahoo.com

 
 
 
 

 
Ne hewceye ez serê te bihêþînim ezbenî…
 
Ez heta êvarê behsa vê welatparêziya beredayî ya kurmî, ya ku ji me re tirbeke mezin dikole bikim rûpelên vê rojnamê têrê nakin…
 
Ez heta êvarê behsa vê welatparêziya piþtkurmî ya ku me li ber deriyê dinyayê rezîl dike bikim ‚nivîsa kurdî’ têrê nake…
 
Hinek li ser navê welatparêziyê þekalparêziya partiya xwe ya ezîz û delal dikin, lê xwe wekî îdeologên herî serketî pêþkêþî me dikin.
 
Hinek li ser navê welatparêziyê, bi aþkere parêziya ziman û çanda tirkî dikin, lê ji kurdînûsekî kezebreþ jî bêtir li ser kursî û maseyên Amedê li ser serê me birbiriyê dikin.
 
Hinek li ser navê weþangeriya kurdî di þevbêrkên nas û dostan de hemû zirt û derewan dikin, lê nizanin danasîneke biçûk jî li ser pirtûkeke kurdî belav bikin.
 
Hinek sed lorîn û rondikan li ser þehîdên Kurdistanê dirêjînin, lê weke ku tiþteke normal be di ber re jî helbestên bi tirkî li ser gora wan dixwînin.
 
Hinek heta êvarê wekî bayê bakur tir û fisan dikin, lê bêyî ku þerm bikin ji me re behsa sed Kurdistanên gulgulî dikin.
 
Hinek hemû heyîna Kurdistanê ji gepa devê xwe re dixin projekten modern, lê nola dinyaneditiyan mineta xwe jî li civakê dikin.
 
Hinek wekî karê belaþ bi tenê ji AKPê re dibin pêt û agir, lê weke ku sê Kurdistan avakiribin, li ser bêndera partiya xwe jî heta hetayê mexel didin.
 
Hinek bi tenê behsa wêjeya kurdî dikin, lê qesta wan jê wêjeya tirkî ye.
 
Hinek hez ji ‚açilim’a Enqereyê dikin, ji ber ku ew çîroka bavê Aram Tîgran nizanin.
 
Hinek ji doh ve hazir in ku bi berdêla du kêlo sêv û porteqalên Enqereyê, çar hezar gundên xwe yên þewitî ji bîr bikin.
 
Hinek navê wan xwedêgiravî ‚Navenda Çanda Kurdî’ ne, lê tê de bermahiyên çanda tirkî dihêrin û pêþkêþî me dikin. 
 
Ne min got, ez heta êvarê ji we re behsa vê welatparêziya beredayî ya ku rûyê me reþ dike bikim, wê rûpelên vê rojnamê têrê nekin…
 
Welhasil ev ‚hinek’ên me xilas nabin...
 
Ez heta êvarê behsa vê welatparêziya tirkmancî bikim, wê mû bi zimanê Çiyayê Botanê ve werin.
 
 
 
 
 
 
 
  
 
 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org