|
|
Welatparêziya
bi tirkî
Evdile
Koçer, evdilekocer@yahoo.com
-
-
-
-
-
-
-
- Nexêr
ezbenî wiha nabe…
-
- Ji
vê welatparêziya bi tirkî re þerekî giran lazim e.
-
- Ji
vê welatparêziya belaþ û erzan ya bi tirkî re þerekî bêeman
lazim e.
-
- Ji
vê welatparêziya tiral ya bi tirkî re þerekî dêweledêxwedavêje
lazim e!
-
- Ji
vê welatparêziya piþtkurmî ya bi tirkî re þerekî manûnemanê
lazim e!
-
- Þerekî
wisa ku êdî dema du kurd bi hev re bi tirkî bipeyvîn xwe di
kerxaneyeka Enqere de hîs bikin.
-
- Þerekî
wisa ku êdî siyasetmedarên kurd fêm bikin bi rihê zimanê tirkî
aþtî pêk nayê.
-
- Þerekî
wisa ku dema kurdek du gotinên kurdî xiste çala devê xwe wekî
pepûk û xwelîseran nebêje, “Em ne li dijî zimanê tirkî
ne!”
-
- Þerekî
wisa ku êdî nivîskarên kurd þerm bikin bi ser zimanê tirkî re
riya meþhûrbûnê ji rihê xwe yê vala re bigerin.
-
- Þerekî
wisa ku zimanê kurdî nebe çeqçeqoka aþtiyeke kulek.
-
- Þerekî
wisa ku êdî amadekarên pêþbaziyên wêjeyî piçekî þermê
bikin û zimanê tirkî nexin nava pêþbaziyên wêjeyî.
-
- Þerekî
wisa ku êdî mîhrîcanên belediyeyên kurd bêhemdî nebe‘Mîhracanên
Zimanê Tirkî’.
-
- Þerekî
wisa ku êdî rojnamegerên kurd pirsên tirkî ji gundiyên kurd
nekin.
-
- Þerekî
wisa ku êdî organîzatorên çand û hunera kurdî ne tirkîaxêfên
wekî polîsên sîvîl bin.
-
- Þerekî
wisa ku êdî meriv bikaribe ji keçikên kurd maçên kurdî
bidize.
-
- Þerekî
wisa ku êdî nivîskarên kurd xwe li ser serê zimanê kurdî
mezin nekin.
-
- Þerekî
wisa ku êdî her kes wateya mamostetiya kurdî bizanibe û kêm kes
ji hev re bibêjin mamoste.
-
- Þerekî
wisa ku êdî tu kes di du rojan de kurdî kifþ neke û xwe li ser
serê me wekî qehremanekî dawî îlan neke.
-
- Þerekî
wisa ku êdî tu kes cesaret neke li ser gorên þehîdan helbestên
bi tirkî bixwîne.
-
- Þerekî
wisa ku êdî siyasetmedarên kurd ên di riyên Enqereyê de
qibleya xwe winda dikin fêm bikin ku kodên çareseriya pirsgirêka
kurd di þkefta zimanê kurdî de veþartiye!
-
- Þerekî
wisa ku êdî pênûsa nivîskarên kurd ji mijarên asîmîlasyon(piþaftin)
û otoasîmîlasyonê(xwepiþaftin) re ko be.
-
-
-
|
|
|