Welatparêziya Tiralan!

 

Evdile Koçer, evdilekocer@yahoo.com

   

 

Li gorî kêfa tiraliya xwe di hewþa xwe de ‘welatparêzî’yek ecêb ava kirine. Rengê vê welatparêziyê jî mixabin ‘Kesk û Sor û Zer e!’.
 
Ne tê gotin û ne jî tê sotin! Ne giraniya wê, ne jî kakil û hebûna vê welatparêziyê heye! Axir ne ez behs bikim, ne jî hûn deng bikin…
 
Tiþta ku ev ji “welat” û “parastin”ê fêm dikin çi ye ne çi ye, bi serê xwe û we kim ez jî nizanim û mereq dikim, lê tu dibêjî qey dixwazin her tiþtê girîng ên welatê xwe bi tir û fisên xwe biparêzin.
 
Mesela, tireke germ bike û dû re bibêje: “Kurdî zengîn e!”
 
An jî fiseke nerm bike û bêje: “Ez welatparêz im!”
 
Bêmane, yeke din jî bike û bibêje: “Serkeftin Heval!”
 
Ahaaa ji we re ‘Serkeftina Welatekî!’, ahaaa ji we re ‘Parastina Zimanekî!’
 
Di bin wê dara xurmeyê ya meþhûr de wekî kesên pir mûhîm xwe dirêj dikin û dixwazin her tiþtê girîng ên welatê wan, wekî wan xurmeyan ji ber xwe de çêbin û bi qudreta Xwedê ji jor de bê bikeve çala tiraliya wan.
 
Çavê min birijê, lê heke emrê Foucault têrê bikira belkî çend cîld pirtûk li ser van ‘Welatparêziya Tiralan’ binivîsanda.
 
Ez bawer im camêr dê ji kêfa vê zanistiya mezin belkî nigê van ‘welatparêz’ên me jî maçî bikira!!??..
 
Jixwe ev tiralên me jî tu dibêjî qey daxwaza maçîkirineke wisa ji me dikin. Dema ku bêhemdî carina xwe tev jî bidin, xwedêgiravî li ser welatparêziya Kurd û Kurdistanê jî tir û fisên nû dikin.
 
Heke ji van ‘welatparêz’ên me yên delal rindik xweþik bedew û spehî be, divê 40 mîlyon kurdên din jî xwe li ber wan dirêj bikin û carina zewqê ji tecawizkarên kemalîstan bigirin.
 
Heke ji van be dê hebûna me ya mayî jî bibe ÇEQÇEQOK û bikeve ber devê wan gur û maran.
 
Gerçî min destê xwe ji van tiralan þûþtibû, lê ez ditirsim ku em jî bibin wekî wan û fêrî welatparêziya wan ya bi tir û fisan bibin.
 
Bêyî ku li ser parastin û pêþketina welêt çîrtekê jî bifikirin, dixwazin ku em jî di wan sazî û dezgehên hazir û nazir de wekî wan mexel bidin; bi hev re tir û fisan bikin û di nava dûmana cixareyan de xeyalên sed Kurdistanan bihûnin!
 
Dixwazin ku felsefeya welatparêziya me jî bi tenê fesadî û serêþandina ser-saziyan be…
 
Dixwazin ku em jî ji tiraliya xwe çend fikrên þeht û kulek –bêmane!- ji xwe derbixin û bi þaþika siyasetê ve grê bidin…
 
Dixwazin ku çavê me jî her dem li deriyên serdestan be û xwelî jî her dem li ser serê me be…
 
Min ê di dawiyê de behsa ‘Ax û av û çand û rih û ziman’ê welatekî bikira û bigota ku “Parastina welat ji van dest pê dike, welatparêzno!”, lê de ka dev jê berde looo, jixwe çêleka mala þêx jî vê yekê dizane, ez ditirsim ev tiralên me di nava dûmana cixareya xwe de henekên xwe bi min bikin heyran!

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org