Welatparêziyeke nû!

 

 

Evdile Koçer, evdilekocer@yahoo.com

 
 
  
 
 
Ji me re welatparêziyeke nû lazim e;
 
Ku meriv bikaribe ji eþqa zimanê xwe li ser gotinên gulgulî bifire û li asîmanan jî hez ji zimanê tirkî, erebî û farisî bike…
 
Ku meriv ji rik û ernê van ‘baþqan’ên me yên tirkîhez re, ji tirkmenên baþûr serok û rêveberên xwe hilbijêre û rihê wan di nava gola çand û zimanê xwe de bibiþirîne…
 
Ku meriv êdî hewl bide zazakî û soranî jî fêr bibe û wekî forseke mezin peyvên wan têkelî kurmanciya xwe bike…
 
Ji me re welatparêziyeke nû lazim e;
 
Ku meriv êdî rexneyên adetî li medyaya tirk negire, li þûna wê bikaribe di medyaya xwe de hemû çeþnên rexneyan bi sebreke mezin bixwîne…
 
Ku meriv ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi her awayî piþtgirî bide hikûmeta AKP, lê ji bo çareserkirina hiþê me yê neteweyî jî nehêle ku AKP ji bakur zekata reyekê jî top bike…
 
Ku meriv ‘Denîz Baykal’ên di nava siyaseta kurdan de ji eniya wan nas bike û ji wan re çend nasîhatên botiyan ên li ser siyasetê vebêje…
 
Ji me re welatparêziyeke nû lazim e;
 
Ku meriv li ba tirkên dinyanedîtî kurdbûna xwe îspat neke, lê ji wan re behsa hebûna du pîvaz û kartolan bike…
 
Ku meriv wekî xwelîserên xwelîser serê her kêliyê nebêje, “Di zikê diya xwe de ez fêrî kurdî bûm… Di zikê diya xwe de ez siyasetmedar bûm… Di zikê diya xwe de min tûrkî soylemîþ dikir… Di zikê diya xwe de min dinivîsand…”
 
Ku meriv ji bo mizdan û pizdanê, û têkilî û mêkiliyan kundirên genî yên tirkan wernegerîne kurdî û pêlava hin nivîskarên tirk ên ku wekî polîsên sîvîl in paqiþ neke…
 
Ji me re welatparêziyeke nû lazim e;
 
Ku meriv aþtiyê ji ‘mal’a xwe dest pê bike, bi baqek gul ve li deriyê cîranê xwe yê zimantûj bide…
 
Ku meriv wekî tirkan di piþtperdeya welatparêziyê de bazara nok û nîskan negerîne û xwe li dinyayê rezîl neke…
 
Ku meriv heta êvarê behsa navên kurdî ên gund bajaran bike, lê nikaribe di googleyê de jî bigere ka navê “Eruh” bi kurdî çi ye… (Heta çapemeniya alman jî ji ‘Eruh’a tirkî re dibêjin ‘Dihê’, lê hefteya borî hin çapemeniya kurd bêmanê ji ‘Eruh’a tirkî daneket xwarê!!! Xwedê xêr ke heyran!)
 
Ji me re welatparêziyeke nû lazim e…
 

 
 
 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org