Werin bazara tirkî!

 

 

Evdile Koçer, evdilekocer@yahoo.com
 
 
 
 
Çiqas ku salek diqede di sala nû de ez jixwe re dibêjim “Îsal, li ser zimanê kurdî ez ê tiþtekî nenivîsim! Sozzzz!”… Lê ev deh salên min e ku sebra min nayê û ez dîsa li ser vê mijarê dinivîsim. Li gorî Zozan Budakê ev ‘nexweþî’ya min wê heta sed salên din jî bajo.
 
Lê bi rastî jî ev tirkmancên me nahêlin ku meriv du rojan soza xwe jî bigire heyran. Ez her hefte dest bi mijarekî din dikim, lê nahêlin. Ji her derî ve bêmane sîxikan di min re dikin, heta ku ez soza xwe bialêsim! De vêca were û nenivîse! De vêca were û nebe nivîs heyran!
 
Binêrin, du ciwanên kurd di Facebookê de rûpelek ava kirine. Nebêjin ser xêrê be, nivîsa min bixwînin! Xwe êþandine, þeqandine, gelekî li ser fikirîne, belkî bi rojan di nav hev de nîqaþê jî li ser kirine û bi zehmetiyeke mezin ve navê rûpela xwe jî danîne "hayde tum siirt eruhlular buraya"... (yanî, hemû Sêrtiyên ku tirkî dizanin werin vir!)
 
De vêca were û neteqe! Aha ji we re du ciwanên kurd û vê malkambaxiya tirkiya wan! Tu dibêjî qey li "eruh"ê(dihê) bi sedhezaran tirk dijîn û ev bi salan e li benda vê gazîkirina van her du ciwanên kurd ya bi zimanê tirkî ye!
 
Þerma mezin ev e ku hê jî gazîkirineke wisa ya bi tirkî di nav civaka me de weke tiþteke normal tê dîtin. Ji ber vê tirkiyê niha kalikên me di bin tirbê de rehet ranazên û belkî ji acizî hestiyê xwe jî dikiritînin! Heyfa vî miletî!!!
 
Kalikên me wê çi qasî din jî di bin wê axa sar de li benda kurdiya me bin ez nizanim, (Yeko Ardil çêtir dizane, li gorî wî, “kalik carcaran nerehet bibin jî dema wan a razanê hêj gelek e, lê divê wîcdanên kesên li ser rûyê erdê nekaribin rehet razên, bakuriyên me çawa ku hez cixarê dikin ew çend hez ji tirkî jî dikin!”) lê tiþta ez dizanim rêveberên me di saziyan de bi kufkufa cixarê re reqînî ji tirkî tînin.
 
Ji xwe ev ciwanên me jî bivênevê di bin bandora van rêveberên tirkîhez de dimînin. Zimanê tirkî li bakur weke nexweþiya penceþêrê li hemû bedena civaka me belav dibe. Ev jihezkirin û xwepêþêrînkirina tirkî îþaretên berî mirina civakekê ne...
 
Þaþ fêm nekin, bi van gilî û gazincên min re belkî di du rojan de tiþtek safî jî nebe, lê bi vî awayî ez nefsa xwe ya þexsî diparêzim. (Bila Zivistan Bazidî jî þaþ fêm neke!)
 
Ez dibêjim qey dema ku her kurdek nefsa xwe ya þexsî biparêze belkî hingê ew “wîcdanên kesên li ser rûyê erdê” ya ku Yeko Ardil behs dike êdî ranezên.
 
Ma ez çi bikim Zozan?
 
Ez dizanim ku helandin û xwehelandina kurdî hêdî hêdî deriyên Botiyan jî diderizîne, lê bi rastî ez hê jî tehamûl nakim ku yek ji bajarokê min bi tirkî li ser serê me teprepê bike...
 
Erê ev teprep û teqreqa kurdî ji bo hemû kurdan þermek e, lê ji bo Botiyan þerma herî mezin e. Belkî meseleya tirkî dabe heta qirikê jî, lê dîsa jî bila nefesa min ya dawî his bikin.
 
 
 
 
 
 
  
 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org