Xwelîserên Xwelîser!

 

Evdile Koçer

evdilekocer@yahoo.com

 

 

Navê van xwelîserên ezîz û delal li her dever û herêmê li gorî ‘XWELÎ’ya wan diguhere.
 
Li hin deverên ku xweliya wê kêm e, ji wan re bi awayek nazîk dibêjin: XWELÎSERO
 
Li welatê Botanê jî –ku tije xweliya kurd û kurdewarî ye-, bi kurt û kurmanciya fesîhtir ji wan re tê gotin: XWELÎDANKO
 
Yanî ez ji ezbeniyê xwe re bibêjim, li Botanê ji biçûkan bigire heta mezinan, wekî zimanzanan serê ewil didin dû wan, paþê ‘dank’ekê datînin pêþiya wan, dema ku bikevin ser ‘dank’ê, vêca zimanê xwe hinekî fesîh dikin û ji wan re dibêjin: XWELÎDANKO
 
Lê þevek ji þevên Xwedê berê min ket herêma ‘Ferhenga Zana Farqînî’, min dît ku ji wan re “RIJIKDANKO” jî dibêjin...
 
Ev rastî li her herêmê li gorî reng û þemala xwe diguhere.
 
Mesela: Li hin herêmên Tirkmancan jî ji wan re dibêjin, “KULLUKO” û “KULTABAGIYO”...
 
Rast e, kurdî zengîn û mengîn, dewlemend û mewlemend, û ûûûûûûûûû... 
 
Lê çima ewqas nav li wan Xwelîseran hatiye kirin?
 
Sedemên vê gelek in, zehf in, pir in... Yanî heya ku xwelîdankekê tije bikin sedemên vê zêde ne...
 
Bi kurtasî, evan Xwelîseran xwestine ku vê civakê ji kezebreþiya xwe re bixin XWELÎDANKek...
 
Ji ber vê yekê jî xwelî û xezeba civakê li wan daweriye û navê wan bûye: XWELÎSERO
 
Û çîrokên van Xwelîseran di hemû kitêbên pîroz de hatine nivîsandin...
 
Ev xwelîserên xwelîser, bîstûpênc saetan li ser piyan bûne û li pey zirt tirt û pesnekê geriyane. Ji bo pesnekê heta Ewrûpa û Amerîkayê bi nigê tazî çûne û bi pêlavên tejîpesin ve vegeriyane. Paþê ‘pesn’ên xwe xistine bin çengê xwe û heta qata heft û heþtan wekî xwelîseran lotik avêtine.
 
Her qat û herêman li gorî ‘pesn’ên xwe xwestine ku xwelîpesindankekê ji xwe re peyda bikin... Lê bi xweliya pesnên xwe ve li erd û beyaran mane!
 
Ji keçên xwe yî ku wekî kêçekê dibin bela re, li arîstokratên ku pênc zimanan dizanin geriyane. Peyda kirine nekirine bi rastî ez jî nizanim: Ji ber ku di van kitêban de nanivîse!
 
Lê dev ji xwelî û xweziya xwe bernedane. Dilê xwe nehiþtine, xwe neþeqandine, vêca ji kurê xwe yî ku li deþta Kundir-istanê mezin bûye re jî, Zînên ku xurcezîna wan tejî zêr bûye bi izna Xwedê û qewlê Xwelîdanko xwestine...
 
Bi îlanên fermî ji xwe re li ‘dengbêj’an geriyane. Lê van dengbêjan jî serê ewila ewil xistine ezmûna têkçûnên xwe. Yên ku li gorî bejna derewên wan, klamên xweþ û modern li hev nehanîbe, jixwe wekî ku hûn jî dizanin, xwe wekî xwelîdankekê li ser sergoyan dîtine.
 
Yên mayî jî, li ber awaza þirika têkçûna wan her klamên xwelîseriyê li hev anîne. Lê mixabîn hemû bi hev re li gorî ewrîma Xalê min Darwîn bûne xweliyê xwelîdankekê...
 
Ji kovar û rojnameyên xwe yî ‘azad û serbilind’ re li nivîskarên kerr, lal, þeht û piçekî jî kor geriyane. Dema ku yên wisa peyda nekirine jî, di nav xwelîdanka mantelîteya xwe de birek ji wan kopî kirine û bi puntoyên mezin nivîsên wan weþandine.
 
Ewan jî bawer nekiriye, lê ew nivîs bi bayekî ve bûne XWELÎ û paþê bi malxwêyan re li ‘DANK’ekê warqilîne...
 
Û wekî dawiya hemû çîrçîrokên Hosta Necar hemû bi hev ve bûne: XWELÎDANK...
 
Vêca ez ji ezbeniyê xwe re bibêjim, tiþtê ku min ji çîrokên van Xwelîseran fêm kiriye ev in:
 
Hema kî xweliya zikreþiya xwe bi ser me de vala kiribe, ji bêçareyî me serê xwe daye ber xwe û me di dilê xwe de navek li wan kiriye: XWELÎSERO
 
Hema kî heyîn û hebûnên me rijandibe ser ‘hesab û kitab’ên xwe, me hawara xwe gihandiye Xwedê û me kezeba dilê xwe bi nifirekê rihet kiriye: RIJIKDANKÊ pîsê heram!
 
Hema kî em ji xwe re xistibin xwelîdankek, ji evdalî û nezanî me xwelî li serê xwe barandiye û ji neçarî me heman tiþt ji bo wan fikiriye: XWELÎDANK
 
Axir zeman welhasil kelam: Xwelîdanka me çû nav deviyan, xwelî li serê me hemûyan!!!
 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org