Zagonên Serdest û Bindestan!

 

 

Evdile Koçer, evdilekocer@yahoo.com

 

 
 
Me her dem wekî wan helbestvanên bêguneh jidil doza biratiyê kir…
Lê ew rabûn wekî hovên nûjen me kurdan di bin lingê xwe de perçiqandin û lînç kirin.
*
Me aqil da wan, me þîret li wan kir, me gulî û keziyên xwe ji wan re kir qurban…
Lê ew rabûn aqilê me çeliqandin, diz û nankor derketin.
*
Me ji Melezgirtê bigire heta Çanakaleyê deriyê xwe ji wan re vekir…
Lê ew rabûn þev nivê þevê deriyên me þikandin û gund û bajarê me þewitandin.
*
Me got dînê me yek e, îmana me yek e, qibleya me yek e, kitêba me yek e…
Lê ew rabûn di mizgeftên xwe de çêr û xeber ji me kirin û ji me re gotin “terorîst”.
*
Me çavê xwe ji televîzyonên wan re kor kir, bi çar çavan em man li benda rojnameyên wan…
Lê ew rabûn bi zagon û ne-zagonên xwe ve televîzyon û rojnameyên me girtin.
*
Me her tiþtî ji rojnamegerên wan re îtîraf kir, me wan kir welatparêz jî…
Lê ew rabûn rojnamegerên me kuþtin, bedenên welatparêzên me avêtin nava bîran.
*
Me strana aþtî û wekheviyê ji ser zimanê xwe kêm nekir…
Lê ew rabûn bi henekên xwe ve stran û hebûna me çirtovirto kirin û kirin qurbana hebûna xwe.
*
Me got her çand kulîlkek e, me çanda wan di mala xwe de jî çand…
Lê ew rabûn wekî barbaran çanda me çilmisandin, mirandin, herimandin, lewitandin.
*
Me got “Her ziman insanek e!”, me zimanê wan kir þekir û danî ser zimanê xwe…
Lê ew rabûn zimanê me înkar kirin, asîmîle û lal kirin.
*
Me heta piþtkurmiyên wêjeya wan jî wergerand kurdî…
Lê ew rabûn bi delalî wêjeya me kedî kirin, kirin xulamê wêjeya xwe.
*
Me nivîskar û rewþenbîrên wan danîn ser kursî û maseyên xwe…
Lê ew rabûn bi fehl û fîtan ve çend fikir û têgehên me yên mayî jî þêlo kirin û hiþê me tevlihev kirin.
*
Me hawara xwe gihand demokrat û sosyalîstên wan jî…
Lê ew rabûn bi serbilindî yek bi yek ji kuna ergenekonê derketin.
*
Me heta radeyekê serê xwe ji zagonên wan yên serdestiyê re jî tewand…
Lê ew rabûn zagonên bindestiyeke nû li ser me ferz kirin.
*
Me hurmet nîþanî serokên wan jî da, me heta li ser gurîbûna wan klam jî gotin, me heta pêlava Atatûrk jî biriqand û danî ser serê xwe…
Lê ew rabûn bi dek û dolabên xwe ve serok û rêveberên me girtin, daliqandin û cendekê wan avêtin lat û zinaran.
*
Me gohê xwe da partiyên wan ên faþîst jî, me hêvî heta ji çepgirên wan ên ergenekonparêz jî kir.
Lê ew rabûn yekser bi yek dengî HEP, DEP, OZDEP, HADEP, DTP girtin û fatîhayekê li ser me xwendin.
 
Koçernot:
Min ê vê hefteyê jî li ser “Ez kurdiya akademîk nizanim!” binivîsanda, lê ev mijara min ma hefteya bê!
 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org