|
|
-
Zimanê
Kurdî, di vê avahiyê de þîn dibe
- Evdile
Koçer, evdilekocer@yahoo.com
-
-
-
-
-
-
-
- Bajarê dilê hemû kurdan Amed çiqas roj diçe
bêtir di nava pêlên asîmilasyonê de winda dibe; hiþê wê yê
polîtîzebûyî çiqas roj biçe bilind jî bibe, lê her roj bêtir
ji zimanê xwe yê kurdî dûr dikeve.
-
- Li hêla din ve jî hin saziyên kurdperwer hene
ku li Amedê þerekî mezin li dijî asîmilasyona dewletê dikin. Ev
sazî bi helecan hewl didin da ku dîsa zimanê kurdî biveje û li
kolanên Amedê serê xwe hilde.
-
- Bi taybetî li Kayapinara Amedê avahiyeke wisa
naskirî heye ku tu dibêjî qey wekî kelheyekê bi tena serê xwe li
dijî vê asîmilasyona dewletê ‚þer’ dike. Ji xwe hûn vê
avahiya kurdî li Kayapinarê ji kê bipirsin wê di cih de bi tilîkên
xwe nîþanî we bikin. Di vê avahiya çarqatî de saziyên „Kurdî-Der,
Enstîtûya Kurdî û Kovara W, Azadiya Welat û DÎHAya Kurdî“
hema bêje rojê 24 saetan ji bo ku zimanê kurdî dîsa li Amedê
bivejînin ji dil û can kar dikin.
-
- Komeleya
Kurdî-Derê
-
- Di
vê gera xwe ya dawî de ez serdana vê avahiya „KURDΓ dikim.
Dema çavê min li vê avahiyê dikeve serê pêþîn tabeleya Kurdî-Derê
ber çavê min dikeve ku cara ewil e li Tirkiyê bi awayeke fermî
peyva “KURDî” ji hêla dewletê ve hatiye qebûlkirin. Serokê
Kurdî-Derê li ser vê yekê wiha dibêje, “Þerê demokrasiyê li
Tirkiyê gelek zor e, heta ku me ev peyva ‘Kurdî’ li wan da qebûlkirin
îmana me derket...”
-
- Li
ser dîwarên odeyên Kurdî-Derê bi nivîsînên kurdî ve bala mêvanan
dikiþînin ser ku divê tu kes cixarê nekiþîne, lê kesên ku qelûnê
jî dikiþînin ji bîr nekirine, “Ji kerema xwe re cixare yan jî
qelûnê nekiþînin.”
-
- Li
Kurdî-Derê li ser her pola(sinif) û hêwanekê navekî navdar yê
kurd lê kirine, “Pola Celadet Bedirxan, Pola Feqî Huseyîn Saxnic,
Hêwana Melayê Cizîrî...” Di van polayên kurdî de tovê zimanê
kurdî tê reþandin. Li ber siya navê Celadet Bedirxan de xewn û
xeyalên nû yên ji bo zimanê kurdî tê çandin.
-
- Kurdî-Derê
ji bilî avahiya xwe li gelek sazî û dezgehan kursên kurdî dide. Rêvebira
Kurdî-Derê Mekiye Ormancî xebatên xwe girîng dibîne, lê behs
dike ku heta kurdî bi awayeke fermî nekeve nava dibistanan wê ji
mirinê nefilite.
-
- Di
nav van axaftinên me de komeke þagirtên kurdî ji polayekê
derdikevin û berê xwe didin hêwana çayê. Ji rûyê mamosteyê wan
nivîskar Behlûl Zelal kêfxweþiya dersdayîna kurdî dibare. Ez ji
wan þagirtan dipirsim bê ka çima dixwazin ku kurdî fêr bibin. Ji
bilî xwesteka fêrbûnê ya xwendin û nivîsandina kurdî, gotina
hemûyan di xalekê de digihîje hev, “Em kurd in, loma em dixwazin
fêrî kurdî bibin...”
-
- Piþtî
kêliyeke din dayîkeke kurd ber çavê min ket ku dixwest keça xwe
bo kursa kurdî qeyd bikira; min hingê ji xwe re got, “aha, hemû
mesele ev e!”, her wiha çend ciwanên din jî bi pirsên xwe ve
dixwestin ji Stî Mekiye agahiyan werbigirin ka wê çawa zûka fêrî
kurdî bibin.
-
- Rojnameya
Azadiya Welat
-
- Ji
wir ez berê xwe didim qata jor yanî cihê Rojnameya Azadiya Welat,
yanî cihê tekane rojnameya ku ji Tebaxa 2006’an heta niha li Amedê
rojane bi kurdî derdikeve û li hemû Bakur û Tirkiyê belav dibe.
-
- Nivîskarên
A.Welat Adil Zozanî û Rizoyê Xerzî di nava henekên xweþ de behsa
karê giran yê rojnamegeriyê dikin. Edîtorê giþtî M.Emîn
Yildirim bi kêfxweþî behsa A. Welat dike bê ka çawa her þeveq
digihîje ber destê xwendevanan. Hûn bixwazin em di vê nivîsê de
behsa girtin û dozan û behsa 525 sal cezayê giran ê ku sewcî ji
bo midûrê A.Welat Vedat Kurþun dixwaze nekin, nexwe wê rûpelê vê
rojnamê têrê nekin. Tiþta ku ez fêm dikim ev e, ji tovreþîna
zimanê kurdî re jî bedelek mezin lazim e!
-
- Xebatkarên
rojnamê li gel hemû astengiyan jî bi eþqeke mezin di kompûterên
xwe de peyvên kurdî dirêsînin, dixemlînin, diedlînin da ku
hejmara nû bigihînin ser taþtêya xwendevanan.
-
- Enstîtûya
Kurdî ya Amedê
-
- Ji
A. Welat ez berê xwe didim qata jor cihê Enstîtûya Kurdî ya Amedê.
Semra Ozbey û Elîxan Loran ji ser karê Kovara W radibin û em bi
hev re li ser kurdî, asîmilasyon, saziyên ku xwe dihelînin çend
gotinan diþkênin. Ji xwe dema meriv devê tûrikê van meseleyan
veke, êdî nayê girêdan; ji ber ku di van meseleyên asîmilasyona
dewletê de hezar reng û awa hene; divê kurd jî li gorî wê xwe
organîze bikin. Berî çend saetan jî bi serokê Enstûyê Feratê
Dengizî re em ketibûn nava êþ û derdên ziman û çanda kurdî.
-
- Ez
ê biçûma qata jortir yanî ajansa nûçeyan ya DÎHA jî, lê wextê
min têrê nake; ez mecbûr bûm ku bigihîþtam ser civaneka xwe;
bila hevalên wir li min negirin. Lê min texmîn dikir ku li jor jî
hevalên wekî Tayîp Temel ji bo hevoksazî û hiþfikirîna kurdî
belkî jî niha ketibûn nava nîqaþeke nû.
-
- Belê
awayek ji awayan fabrîqeya ku herî mezin li Amedê ji bo zimanê
kurdî kar dike, ev avahiya Kurdî-Der, Enstîtûya Kurdî û Kovara
W, Azadiya Welat û DÎHAya Kurdî bû; hûn li Kayapinara Amedê ji kîjan
dayîkê bipirsin dê vê avahiyê nîþanî we bikin, ji ber ku nanê
xwe yê tenûrê didin van xebatkarên zimanê kurdî; lê helbet li
Amedê gelek sazî, nivîskar û dildarên din jî hene ku ji bo kurdî
siheta xwe xweþ dikin û xewa þevê li xwe diherimînin, divê em
heqê wan jî nexwin.
-
-
-
-
-
-
-
|
|
|