ZImanê Mektebê Û ZImanê SIyasetê
 
 
 
Evdile Koçer, evdilekocer@yahoo.com  
 
 
 
 
 
 
 
Axxx gidiyooo!      
 
Tu nûka diçûyî mektebê. Zimanê te yê ku wekî zarokatiya te xweþik û narîn, hêdî hêdî ji destê te diçû û diheliya.
 
Zimanekî din bi darê zorê xwe berdabû nav rêçikên rihê te. Bê hemdî te jî xwe berdabû nav newala wî zimanî.
 
Êdî her çi be, te dixwest ku tu jî fêrî wî zimanî bibî. Lê mîna jihevveçirandina leyîstokekê zor bû; tu gelek caran li lat û deriyên wî zimanî diketî.
 
Di nav kêl û xîçîkên wî zimanî de serê te gêj dibû, tu diterpilî û dilikumî.
 
Ji ber lêker û mêkerên wî zimanî, tu gelek caran ji mektebê jî direviyayî û nola pirpirokekê te dîsa xwe berdida nav bexçeyê zimanê xwe.
 
Lê feyde nedikir, bavê te bi guhê te digirt û te dîsa diavêt nav qertaf û lêker û mêkeran.
 
A rastî, te jî dixwest ku tu wekî Muzaffer û Turkanê bi wî zimanî bipeyivî, bikenî, bigîrî, biqîrî, bileyizî... Lê nedibû...
 
Cînavk û daçek digihîþtin hev û di paytexta devê te de xiyane li lêkerê dikirin.
 
Te dikir û nedikir gramera wî zimanî di devê te de nedigeriya, hemû peyv li bin gohê hev diketin.
 
A hingê maneya gotinê diguherî û dibû tiþteke din.
 
Dema ku te bi wî zimanî dipeyiviya, zarok hemû bi te dikeniyan. Her kesî henekên xwe bi te dikirin...
 
Ez nizanim tê bîra te an na, lê hingê dema ku te dipeyiviya, bê hemdî te çêr û xeber jî ji xwe re dikirin.
 
Axxx gidiyooo!
 
Tu nûka diçûyî mekteba siyasetê. Wekî gelek kesan baweriya te jî bi siyasetê dihat ku dê bikariba gelek tiþtên civakê çareser bikira.
 
Lê gerînekeke siyasetek gemar wekî nêçîra pîrhebokekê te vekiþandibû nav lepên xwe.
 
Ew siyaseta ku bi tenê bi xewnên pirpirokan ava dibû, teoriyên ku xwedêgiravî li ser biratiya gul û çîçekan dixuþxuþî, pêl bi pêl rihê te vedikiþand nav qorzîka xwe.
 
Mamosteyê te yê xwînþêrîn, bi wê dengbêjiya xwe ve rih û qibleya hemû têgeh û gotinan vajî dikir û li gorî berjewendiyên xwe ji nû ve dadireþand nav rihê te.
 
Lê haya te ji bayê felekê tunebû. Ji ber ku tu êdî ne ‘TU’ bûyî.
 
Dema te xwe berdida nav civakê, wekî dizekî te xwe henûnok dikir û te xwe ji herîkînên civakê vediþart.
 
Teoriyên te yên þîzofrenîk, bi heft destan tu zeft kiribûyî, te ti carî nedixwest ku tu xwe noqî çemê civatê bikî.
 
Te jî dixwest ku tu wekî Muzaffer û Turkanê di nav civaka xwe de siyasetê bikî, bikenî, bigirî, biqîrî, bileyizî... Lê nedibû...
 
Têgeh û teoriyên te yên heftserî digihîþtin hev û di paytexta hiþê te de xiyanetê li sosyolojiya civaka te dikirin.
 
Te dikir û nedikir gramera siyaseta te di devê civakê de nedigeriya. Hemû taktîk û stratejiyên te, þîrove û nirxandinên te li bin gohê hev diketin.
 
A hingê maneya teoriyên te di nav pêlên civakê de diguherîn û dibûn lêlê nemayêê!
 
Dema ku te dipeyiviya, civat hemû bi te dikeniya. Zarokan henekên xwe bi te dikirin...
 
Ez nizanim tê bîra te an na, lê hingê çaxê ku te dipeyiviya, bê hemdê te çêr û xeber jî ji civaka xwe dikirin.
 
Axxx gidiyoo!
 
 
 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org