Zimanê Mîzahê
 
 
 
Evdile Koçer, evdilekocer@yahoo.com

 

 

 
Heke mîzah jî zimanek ji zimanên vegotina rihê nivîsê be û bixwaze ji bedena xwe þîreke îronîk vebêje; nexwe qerf, yarî, tinaz, henek, lêvok, pêkenok, laqirdî, esprî jî zarava û devokên vî zimanî ne…
 
Heke þêwaz û awaza mîzahê di nav qul û kulekên civakê de balix û orgazm bibe; nexwe dê hingê bikaribe bêjna gotinên xwe jî ji civakê re bixe hêlekan…
 
Heke ken, tîqetîq û biþirîn berxikên herî xwînþêrîn ên mîzahê bin; nexwe girîn, lorîn û rondik jî ferxikên wê yên herî dilnazik in…
 
Heke xwerexnekirina mîzahî ji wê mîrîtiya xweavakirinê der bibe; nexwe tirsa ji rexneya mîzahî jî ji wê mîrata xwe-ne-avakirinê dertê…
 
Heke îdeolojiya mîzahê çemê jiyanê be; nexwe gotegotên qewlborî yên rojane, devavêtinên heftserî yên þexsî û serêþandinên þîzofrenîk ên beredayî jî çeqçeqokên sergo-lojiyê ne…
 
Heke mîzah gulberojka herî xemrevîn ya wêjeyê be; nexwe çîrok, helbest, roman û ceribandin jî gul û çîçekên dil-revîn yên wêjeyê ne…
 
Heke henekeke kurt û kurmancî ji paþila kurdiyeke pehtî û stewiyayî derkeve; nexwe genekeke dirêj û dinyanedîtî jî ji wê dara hiþk ya tirk-mancî diweþin…
 
Heke mîzah “Ez ji kena mirim gidîîîî…!” be; nexwe divê bikaribe bi xêra wê ken û tîqetîqa xwe avahiya faþîzmê ya navxweyî jî hilweþîne…
 
Heke mîzah aþê bindest û muxalîfan be; nexwe divê serê pêþîn bera aþbetal û tirtireyên ku kumê muxalifiyê didin serê xwe bide…
 
Heke argo xemla þêwaza mîzahê be; nexwe çêr, xeber, dijûn û nifir jî ne-yarên xeml û estetîka wê ne…
 
Heke mîzah di roja teng û fireh de jî Nanxwurê Cilqetîn be; nexwe divê pariyê xwe di avdonka kumsoran neke û piyê xwe jî neke þekala desthilat-koran…
 
Heke hebûna mîzahê nefesa Xwedê be; nexwe em hemû ji nav yarî û pêkenokên wî derketine…

 

 

  

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org