|
|
- Zimanzanên
nû!
-
-
-
- Evdile
Koçer, evdilekocer@yahoo.com
-
-
-
-
-
- Xwedê
ava bike ku heya niha nîvê van kurdan zimanzan û mamoste bûn, lê bi
vê kampanyaya dawî ya TZPKurdî ve nîvê din jî maþileh di du rojan
de bûn zimanzan.
-
- Ji vê
teorî-badana wan ya ‘hêja, pîroz, delal, bimbarek’ ve ez êdî
newêrim rûyê rojname an jî malperekê vekim heyran….
-
- Na
na, tu gilî û gazincên min bi wan tune, weke ku sevgilî Bavê Teyar
jî dibêje, “Ser xêrê be yaboooo!”
-
- Lê
tiþta malkambaxtir ev e ku kesên ku bi tirkî di guhê me de çalekê
vedikin jî xwe li zimanzaniya kurdî datînin… Jixwe ev ‘hiþ’ jî
ji siyaseta me ya bi hiþ-tirkî tê!
-
- Heke
hûn biçin di derbarê zimanê kurdî de çend pirsan ji Emîn Çolaþan
jî bikin, mimkûn e ku ew bixwe jî wiha bibêje, “Nîvê gotinên
tirkî ji kurdî hatine…”
-
- Heke
hûn pirseke wisa li taksîma Stenbolê an jî li Ofîsa Amedê ji
kurdeke/î piçek polîtîk bikin sedîsed dê ew jî bersiveke wekî ya
birêz Çolaþan bide.
-
- Hûn
nîvpirseke wisa ji diya min jî bikin, jixwe dê bêje, “Tirkî ne ti
ziman e, lê ji ber ku kurd pê dipeyîvin ew jî dibe qetkokek
ziman…”
-
- Yanî
ev meseleya ziman di nav van kurdên me yên ‘pîroz û gundî’ de
ew çend tevlihev û berovajî bûye ku bi serê we ez êdî newêrim ji
kurdekî/ê re bibêjim ku bi qasî kurdî ez hez ji tirkî jî dikim.
-
- Lê
ez dibêjim qey zimanzanê herî mezin ‘dewlet’ bixwe ye, jixwe
zimanê wê ya dayîkê jî Ergenekon e…
-
- Yanî
þaþ fêm nekin, em jî bi qasî bejna simbêlê xwe ji zimannasiyê fêm
dikin, lê dewlet ji me hemûyan bêtir ji heyîn û neyîna ziman fêm
dike…
-
- Ji
ber ku dewlet baþ dizane ku xwepêþandaneke TZPKurdî ji sed
serdegirtinên Bezelê bêtir tesîrê li man û nemana civakê dike.
-
- Belkî
jî ev çalakiyên TZPKurdî hemû ‘serdegirtin’ên ku ji civaka me
re lazim in di nava xwe de dihewîne!!! (De vêca were û vê meselê ji
van kurmancên reþþþ re vebêje gidîîî!)
-
- Jixwe
ji ber vê yekê jî Azadiya Welat da girtin, dixwaze bi vê hiqûqa xwe
ya barbarî ve pozê me giþan biferikîne. Serê we xweþ be 40 mîlyon
zimanzanên vî welatî.
-
- Bi
girtina Azadiya Welat re em man çar, ew çar. Na na, dilê xwe nehêlin
jixwe bi qasî hejmara ‘zimanzan’ên xwe ev rojname nedihat firotin!
-
- Yê
ku dizane jixwe dizane, yê nizane baqê nîskan e!
|
|
|