|
Her
ku ez
Nêzîkî
çavên te dibim
sînor
diherifin
li
nîvê xwe yê germ
digerim
xemgîniya
min
ji
refên keseran
difirin
rojhelatek
ji bihna te
xwe
li bejna min
dixemilîne
min
derbasî
sibehên
çav fireh dike
Her
ku ez nizîkî te dibim
firiþteyên
bêdengiya çavên te
bi
hezar zimana dibêjin:
dînê....
min
bêriya te kiriye,
di
oxira hestên birîndar de
xunavek
hûrik....
hûrik
ji
ramûsana
li
min dibarînin
Her
ku ez karê
nîgarkêþiya
dîmenê te dikim
pênûs
ji min
direvin
helbest
þiyar dibin
þevên
bê hêvî cankêþ dibin
destê
min karê
gulvedanê
dike
xewnekî
gugulî
ji
min û
çavên
te re
diaferîne
|