Hatina Te 

                         Evîn Þikakî

Tû dûr .... dûr dibû

Lê tû, dil dil û raman di Dima

Û ez

Her û her

Bi lav bûm

Bi hêvî bûm

Bendewar bûm

Þevên me

Bê heyv bûn, bê stêr bûn

Lê ne kerr bûn

Tim bi deng bûn

Bi hawar bûn

Beyanên me

Bê ronahî bûn

Lê roja meya bilind

Di nav ewrên reþ .... tarî de

Derdikeve

Ez bendewar bûm

Bê te

Di her çar demên salê de

Zemînên me

Bê reng bûn

Û ez bê buhar bûn

Tu hat

Dema tu dihat

Û þevên me yên zivistanê

Sahî dibûn

Û Leylan dibûn gul

Þîn û girî

Dibûn awazên evînê

Dema tu dihat

Buhar berî wextê xwe dihat

Bi te re dihat

Bi hêvîyên te

Hûnan dibû

Dema tu diçû

Buhar dima

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org