Ji Ronahiyên Jinên Kurd

ronahiya yekemîn helestavan û nivîskara kurd Necîba Ehmed 

 

Evîn Þikakî

 

 

Jina Kurd ji berê de heta dema vê demê daye xuyakirin ku ew di karê bi tenahiya xwe de rêveberiya hertiþtê ku ew têde karbike û hin jinên din bayê xema ew li ber sînorê pênûsa wan deynaye û karîne bi hêsrên pênûsa xwe êþ û derdê xwe û dîroka miletê xwe bînin ziman yek ji wan jinan /Necîba Ehmed/ ev jina hêja dengê wê hate xuyakirin

Di navbera  sala /1981-1988/ Necîba gihiþte þoreþa kurdî piþtî wê demê ew û havalê jîna xwe /Hema Baqî/.

Di sala/1954/ li kerkukê xanim Necîba hat li ser ruyê jiyanê li wêdê xwendina  xwe ya pêþî gihand xilasekê li zangoya Silêmanyê beþa zimanê kurdî di sala /1977/ û ji ber vê yekê jî gelek zehmetî di xwendina xwe ya di zangoyê de dema zimanê kurdî dixwend dît û ev tiþta ha xemek li dilê wê de peyda dikir ji ber ku zimanê xwe yê kurdî ne dizanî. Zimanê wê di wî demî de ewqas bû, hindek helbestên kurt yên bi zimanê Erebî dinvîsandin, lê ewê ne didît ku ev helbest hêjane ku bêne weþandin û çapkirin. Ji bo ew zimanê xwe yê kurdî xurt bike, gote hevalên xwe yên bi zimanê erebî di zangoyê dedixwendin, ezê hewe fêrî zimanê Erebî bikim û hun jî arîkariyê bi min re bikin, ku ez jî fêrî zimanê kurdî bibim û bi vî awayî ewê zimanê xwe xurt kir. Di despêkê de ewê dest bi edba kurdî ya kilasikî kir, bi alîkariya mamosteyê xwe gelekî di vî awayî de zîrek kir, ta ewê karî wergerê ji zimanê kurdî bike û wisa zimanê kurdî wergerîne erebî. Pêþî ewê helbesta hozanvan /Ebdella Peþêw/ wergerand û êdî ji nû ewê dest bi nivîsandina kurteçîrokan kir û hine helbestên kurt. Ewê gelekî dixwend û ji helbestan hezdikir /pêþî helbest bi erebî nivîsandin û bi du wê de bi kurdî. Piþtî xwendina xwe li zangoyê di sala /1976/ bi dawîkir, di wê demê de kovara /tirîva/ li Silêmanyê dihat derxistin. Necîba bi erebî dinvîsand û werdigerand kurdî û di wê kovarê de dihat weþandin. Helbesta wê ya yekemîn bi zimanê kurdî di sala /1977/ hate weþandin

Piþtî wê demê nivîskar /Heme Baqî/ bi riya simînarê rewþenbîrî re naskir, naskirna wan ji hev re gelekî pêþket û bo hevalê jiyana wê. Necîba Kurdistana Îraqê hiþt û bi zilamê xwe re çû Kurdistana Îranê.  Li wê dê Zîla Hisên naskir, ewê jî gelek ji helbest û edeba kurdî hesdikir.

Lê zimanê kurdî gelek ne dizanî, belê hebûna wê li wê dê, di jiyana Necîba de sûdekî gelek mezin bû, ji ber ewê herdem destgiriya wê û arîkariya wê dikir.

Necîba di bêjê ”bihtirîn kes ketin li bin siya wan de û li wan mijulbîm” /Nalî û Goran/

Berhemên wê yên çapkirî:

- Bihara Giryan /helbest/.

- Rasan /çîrok/.

- Xakî Dayk /romana îtmatov/ /werger/.

- Çek û Çiya /roman/ya cîms olders.

- Birbirîkê mirinê /çîrok/.

Necîba hate xelat kirin di festîvala borîna du sed sal  li ser bûyîna nivîskara kurd /Mestore el-kurdistaniye/li Hewlêr 2005

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org