Pîrozbahî
ji Narîn Omer re
Evîn Þikakî
Piþtî
demekî dirêj ji kar û xebatê di warê nivîsandinê de nivîskar û
helbestvana me ya hêja Narîn Omer du pertûkên xwe weþandin, yek bi
zimanê kurdî bi navê (perîxana min) yek bi zimanê erebî bi navê (hinga
bê dengî can dikiþîne) û di van herdu berheman de Narîn omer xwe wek
helbestvanek jîr û zîrek dide naskirin. Ji
ber ko helbestên wê çîroka jiyana wê bi hemî rengê xwe yên cor bi
cor didin xuyakirin, çi ji aliyê evînî ve bê an ji aliyê cinavî û
miovanetî be an ji aliyê giyanî û netewî ve be, Narîn Omer ji me re
jinek jêhatî, evîndarek dilpak, hevjînek dilsoz û dayîkek dilovan û
dil mezin tê xuyakirin. Tiþta
gelekî baþ di berhemên wê de ew e, ku wê helbestên xwe yên kurdî bi
awayekî kilasîkî û pêlewaz, li ser ritmekî sazî xweþ û nazik weþandine. Ji
dil û can em pîrozbahiya mamosta Narîn Omer dikin. Em serkeftinê herdem
jê re dixwazin. Li
dawî emê helbestên wê diyarî hewe bikin. Em bi hêvî ne ku ew bi dilê
hewe bin:
Himbêza
pira Bafid Di himbêza
pira Bafid
Te çû xwenek belek dan î Li
Seqlanê* te kon raxist
Veda
dîlan bi Botan î Hemî peyvên zelal û geþ
Li dora wan te alan î Keçên dilsoz,ciwanên pak
Bihîstin
wan civîn dan î Memo ritma dilî saz kir
Siyamendo bilûrvan î Xecê dîlan gelek xweþ kir
Dema Zîn þal di bir banî
Cizîri Arifê sazbend
Hesen Zîrek bi Soranî Kewîz Axa lehengê can
Bi dengê naz xêlo* anî Hunermend Meryema xanim
Erê Eyþê tu sazvan î Hemî Bircên Pirê* deng dan
Belê Decla tu hozan î Dixwazin em siwarbin’blez
Liser pêlên melevan î Bero êvar de’m ser noq bûn
Me dî rojê di loran î Dema
xatra ye wey hawar
Me rastîya xwe nû zanî Mixabin
xewnekî roj bû
Þevê sîhka xwe ser danî Erê
dîsa’msupasdarin
Ji van xewnên bi þadman î.
*- Seqlanê: çemê seqlanê di Indîwerê de ye.
*- Xêlo: Sitrana Xêlo.
*-Bircên Pira Bafid.
Meqamim ez
Bilûrvan im xweþ civan im
Newa ľser ritma þivan im
Dilê gîtara þevan im
Sirûda lêv û devan im
Ez im awaza newaza
Di
afrînim perde saza
Xwedî
deng im zîz û aza
Ez im tîrim ez kevan im
Zimanek rast û resen têm
Kevin yan nûjen beden têm
Meqamim ez þîn û ken têm
Li
damaran her civan im
Ji jînê helbest dihat im
Huner hîn bingeh helat im
Bizava
hestan tebat im
Li
min negrin vaye vanim
Hunermend im bange bend im
Revîn
êþ im jane berd im
B’evîna dilsoz re merd im
Tebata roj û þevan im.
Malzaroka
buhiþtî
Zayîngeha pakrewanî
Dergûþ u dergeh zimanî
Zîndan u dadgeh vedanî
Malbat u bingeh deranî
Dêrik
çi xemla bi rengî
Havîn
u payîz de þengî
Alafekî renge rengî
Hingiv
u þîrav giyanî
Tor û huner name ya dil
Bafid* kila çav dike kil
Xeyda* dirazîne reþ kul
Qub* û Berabeyte* xanî
Xweþ tê bi min zengilê aþ
Kaniya
jinabû li bin kaþ
Wêran kirin tev çemên baþ
Ka kaniya eskera nî*
Va Dêrþewî*
aþ li hev da
Xan Nadirê* Buxçe avda
Tûyên Melê*
lêv bi lev da
Hacî’mhemed*
tiþk deranî
Meþka dewê Koçera nî
Xweþya mehîrê xuya nî
Kanî Reþada dila nî
Ew tûzika taze kanî
Nanê Tenorê ne sarî
Sîrik bi jajî re barî
Goþtê
qelî zare zarî
Dest û
devan tam dizanî
Cejna mezin têre herdem
Meþ’el
di bî roni ya dem
Zarok vexwin
meste zemzem*
Da fir bidin êþên canî
Dêra Betol* xweþ mebestî
Qehfên piçûk hê þikestî
Fala
dilan min di xwestî
Ka bêje mandam çewanî?!
*-Bafid:pira Bafid,nêzîkî Indîwerê ye.
*- Xeyda: Kaniyek li Indîwerê ye *-Qub:quba Elî yê þêr,nêzîkî gundê Tildarê ye *-Beraeyt:Gundek yê Fileha ye,dêra wan têde ye. *- Mihemedê dêrþewî xwediyê aþ. *-Nadirê:jinek xediya buxçekî bû bi nvê wê di hat naskirin.
*- Melê: Mela Mihemedê Hemdiya Melayê Dêrikê bû. *- Hacî Mihemed:bavê Hadî xwediyê Tiþkê
(Hêlanokê). *- Zemzem:ava Zemzem.
*-Betol: navek ji nav٬n Miryema diya nebî Îsa ye Dêra kevin bi
navê wê hati ye
Xalxalokê
Xalxalokê þirînê
Reng sorê deq þevînê
Dosta Dildar û Dilber
Berdevka rast evînê
Ritma saza þivanî
Hozanvana d’civînê
Bergotnên* rast tu danî
Ser maseya nevînê
Kerwan dûr çû ne dûr çû
Ka nîþanên revînê
Tilyên hestand’hejînê
Ser perda rû de tînê
Birh û mijgûl dirazin
Fala çavan dixwînê
Xalxaloka gelanî
Gund û bajar dibînê
Bextê manda tu bêjî
Çawa dîrok dijînê
Çîrokek
dil Feratî
Cîhana
rastî d’çînê.
*-Bergotin Tekhhunat(Bi erebî).
Înan*
Bi înanî me hev nas kir
Kelem pirbûn Me derbas kir Sedembara Evîn
saz kir
Dibêjî min gunehbarî?!
Ne pirbêjî
fena* cara
Dinalînî wekî jara
Dibakî min
bi sed zara
Te baxêvim bi çend zarî?!
Kenê þêrîn ji bîr kir tew
Þevên þadî hemî çû xew
Xwe digrînî dikî tew tew
Xwedî zar im tu þaþyarî!!
Kesan tînî bibin dadgar
Hezar sûnda didî her car
Mixabin wek berê
dijwar
Li sûndê nabe guhdarî
Serê min wax te bê hiþ kir
Dilê dengbêj te çû reþ kir
Nesîbê pir çi zû beþ kir
Digazînî Xiniz* yarî?!
Nema ez þa
dibim dîsa
Eger Mada te ya pîsa
Tu car nabim
Nebî îsa
Bi xaçê nabme dadyarî.
*- Înan: Îman *-
Fena: weke
*Xiniz:Xayîn
xewneroj Rojekî
di sibhê de
Ez
tenê çûm bi rê de Canika Kulîlk têde
Þerbikek Milê wêde Þande min Silav jê re
Pirsekî giring pê re
Heyv li jore yaľjêre
Yan ketiye d’vê Rê de Gotinek
tenê gote
Þaneþîn xwe kir cote Lez bi bez re ajote
Ta giheþte d’Malê de Nave roje tav germ e
Hatina me pir þerm e Hizrekî dida ber me
Xweneroje em têde Na ne Xweneya roje
Wek Buhuþte lê Doje Awira xwe kir tûje
Þermezar e ew têde Vaye çax li êvare
Lê dikir mi guhdare Da bi bîne çav yare Lêdida
dilî zêde Canikê Silav baþ e
Ev Serî te
kir Aþe Þêweya
te pir þaþe
Ma çi tiþt dikî Sûde Gote Lawikê Zane
Vîn bi pêt û lerza ne Heste vîn ne erzane Kefte lefte bêrêde Cane þêre Dilyar e
Merde û helez zare Yê divim bi bî Yare
Xweþ Evîn di xwenê de.
Tilyên hevrîþim Gava j xwe radibim
ez
Rengê te yê
pak dibîn im Lêvên
te keyfê dibarin
Tîpên vejînê diçîn im Dengê
te yê nerm û sazjîn
Ritma
dilî jê di xwîn im Tilyên
te hevrîþm e dayê
Ser dêmenê can de tîn im Çavên
xwe digrim de raz im
Rayên mejî dadgerîn im Yadê
buhuþta te yan ez
Xwenek buhuþtî dibînim Wenda
me tarî perês im
Yan ez Emîrê Zemîn im Çaxê li pêlan diþopim
Peyvên te her ez dixwîn im Çîrok û bîrok li balin
Dîsa bi lez vedgerîn im Dîdargeha þîreta yî
Lewra xwe zîrek dibîn im Hestê
te Ronî firoþî
Konê reþîyê d’birîn im Mesta
berê sing vexwar im
Þadî me ez xemrevîn im Ta
ez bi serbest binoþ im
Saza Zimana b’firîn im Dîya
minî xweþ mirov im
Navê te ez pê dimîn im.
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org