Xweziyên nêrgiza 

 

Evin Þikakî 

 

 

Di wê êvara bê guneh de

Jana ez hejandim

Xweziyên ku ji lêvên nêrgiza diherikîn

Bajarekê kurdunde avadikir

Hêviyê ku ji sînorê xewna derbas dibûn

Xem koçber dikirin

Û bi hezera êþ diweþandin

Ew kulîlkê ku li dora min kom bûbûn

Soza biharekî dirêêêj wergirtbûn

 êvar ber bi þevê diçû

Þev ber bi sibehê diçû

Ne þev dibû hostayê avakirina dilê herifî

Û ne sibeh jî wêneyên þermiyê li ser çavê xwe radikir

Di wê sibeha gunehkar de

 ez beru te dihatim

Wekî cejnekî bi cilkeên xwe yên nû

Wekî mêweyekî

Wekî sêwiyên

 ku di dumahiya þevê de

 ber bi mala xwe diçûn

 Û lêvên wan bi girnijina xemlandîbun

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org