|
Bextewerî
li jînêda* Ferîburz
Dercezî
Em
neþên vebir li ser lêwarê êmine jînê baxivin, belke tinê kesek diþêt
basa belayên bahozê biket ku çobîte behrê. Hindî hemû cure mirovan,
renge jîna baþ hebe û eger mirova tinê reftarek nawendî hebin, dê
bextewer bin. Çunku bextewerîya mirova li çarçêwa exlaq, raçav kirina
serhemda xwe bûn û nawgînêda ye. Bes miro dibît serhemda xwe bilivît,
yanî bo giheþtin bi nawgînê dibît nabeyna reje û bêrejetîyê
bixebitin. Hindek kesa bawirî bi nasîna tewaye hel û merca bo giheþtin
bi serketin û bextewerîyê hene, lê nizanîn dibît ferqê danêne
nabeyna kiryarê ku “bi dil” û “nejdil” cî tên. Nabît
mirov medh yan lomê li kesekê biket ku kiryarê wî/ê li ber tênegiheþtina
wî/ê ye. Reftarê exlaqî bi curekî tam girêdayî bi têgiheþtina exlaqîye.
Ber vê hindê hemû kes diþêt hivîdar bît ku bigehîte wê çendê. Çunku
ya pêtiwî têgiheþtina eqlanî ji rastîyên webire exlaqî nîne, belke
curek hikmeta kiryarî û seha hewcetî bi serhemda xwe bûnê ye. Ji layê
dî nasîna tewaw hel û merca bi wateya nasîna baþî û xirabîyê ye.
Eger em baþîyê biken û xwe li nebaþîyê biparêzin nabîte sebebê
reftarek exlaqî ku li fezîletê bihasilît û tim jînekî bextewerane dû
xwera hebît. Renge em nebaþîya ku naxazin biken û baþîya ku dilxaze
neken. Bo kirina þolekê, tinê nasîna ewa ku dibît bête kirin bes nîne,
belke curek haj xwe bûn jî wek zimaneteke bo cî înana wê þolê pêtiwîye.
Bo wêne hemû mirovê cigare kêþ dizanin ku cigarê bo silametîyê zerer
heye, lê dikêþin. Pro. Barnadê navdar ku sî sala berî nihe ewilîn
cerahîya pev dirûna dilikê bi serketin cî îna, li simînarekê da ku li
ser zererê cigarê taxivt, he paþ tewa kirina axivtina xwe cigareyek
helkir û kêþa, ku hate lome kirin û kete ber pirsê piþka zore xebergêra.
Lê di bersiv da got: “Eger beþer tinê wê bikên ya ku bi xwe dizanin,
dê dunya bibîte biheþt.” ------------------------------ *
Ev gotare ya hêja “Ferîburz Dercezî”ye ku li hejmara 15ê ya rojnama
“Azadigan”da bi farsî belaw bûye.
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org