Çavrêyê te me, ez!?

Êzet Muqtedir (dilbirîn)

Þevekî mat û kir

Esmanekî sayî

Çike çika estêran

Xew çavê min nakevî

Birîna dil ser vekirî ye

Birîna evîn ê, birîna herî mezin e

Zameke; li bûn ê heta mirin ê çi dermanek tune

Bê hîva mêze dikim esmanê þeva reþ

Çav çi ronahîyek piþtî wê reþatî yê nabîne

Ezim; bê hîva

Ezim; xem, xûdok û þeva reþ û drêj

 

Li nav fikrê dûr û drêj da bûm

Estêrek geþ bû

Û

Rijiya, li nav tarîtiya þevê da winda bû

Dengek da û bê dengîya þevê þikand

Dilê min lerizî li tirsa

Denga dû yê, dengeka balkêþ bû

Dengê hîva ya evîndara bû

Dengda û got:

Nepejrîne wê bê hîva yê

Bi hîva bijî li wê jîn ê

Ma xwertê delal

Te nebihîstiye

Li dû her tariyek

Ronahîyek heye.

 

Piþtî bihîstina wan gotinê bedev

Fikirîm li ser wan bi hûrî

Bê dengî ya þevê dixwast,

Xwe biselmîne

Lê, min deng da

Û

Ezim bihîva

Dê, hêvî ya ronahî ya evînê bim;

         Çawrê yê te me ez;

                   Evîna dilbirîn.

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org