|
BÎR
Ezîz N´êmetî Herê.... Ho
bizvanoka vînê, Dibihîzî
dengê min Li
kêleka hîvê ? Ka
dê were... Li
bilindayek nizm Tenê
vê carê Bi
min bicive, Basê
spêda sibê bike, Basê
bêhna xoþika jînê! Mêze
ke, Bê
vefa çiqas lêbok in! Wekî
þerxazên serkevt, Heta
dawîtirîn Sinorên
dilþikandinê Dilezînin Hêriþa
bê bawirîyê Li
panayîya temen! Mêze
ke, Bedemek
ciqas cambaz in, Dadipoþin Rûmetê
salos Bi
maska xêrxwazîyê. Ji
mêjve ye Ew
bê a'rane Wênê
kolonyalîzmê Ser
heleqa Vê
axa xerîb Dinexþînin. Herê
... Bizvanoka
hejêkirinê, Were
tenê vê carê Li
bilindayîyek nizmtir Bêje
min Ka
tu Ji
kîjan rojên fîraqa þikodar Hîn
bûyî Wusa
bêhnfireh Li
benda pêgehiþtinê da Bi
sekinî ? Ma
tu nizanî ? Ez
jî Hê
sîbera xîyalên mestîya xwe, Bê
westîyan, Li
bin kepirka Vê
jiyana bê ser û ber Herro
digirîm. Wekî
rojên zarokînîyê Gava
zîz dibû dayik Û
ez ji tewbeka rast ra Dibû
me penaberê Vê
kepirka nerêk û pêk Her
li wêderê Yekem
car Min
xewnên xwe Xav
xav dicûtin Û
di bilqên kefê da Didane
ba. Tê
bîra min , Dayik
çiqas þaþ û þepirze Yek
yekê wan Ji
heva digirtin Û
gulên belekpêçên Þivanê
gund Pê
di raçandin. Niha,spîndara
xewnên min Ji
ber sama Zuha
bûnê Çiq
û belgên xwe Bi
lez û bez di lerizîne. Lê... Ez
hê Evîndarê
wan lîzikên lasar im! Mixabin Êdî
lîstikvan Li
dadigeha xewnên kulîlkbar Dawerên
bê dad in, Xêncî
yasaya Cadeyek
yekrê Çu
lîzikên din nizanin. Mixabin
pir mixabin Niha
li xundingeha kalan Dawerên
bê dad hînkar in, Li
gerên dersa huner da Herro
Li
ser kursîkên reng behitî Bê
hunerane Teyrê
xiyaylên min Bi
mirinê siza diken!
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org