DÊRAN

 

Ezîz N´êmetî  

 

 

Goman meke

Li vê serdema kirêt,

Tenê tuyî

Siwarê hespê xewnên giran

Gel bahozê wêranîyê

 Rêvîngê þarekî çolî!

Dêran ,

, Ez jî wekê  te dînek im

Diniqînim du çavên xwe ,

Di þevê de

Te di bînim ,

Lêêê....

Ez ne av im

Te di herikîna xwe da

Bi livlivînin ,

Ne agir im

Di gurrên xwede

Te bi tiwînim,

Ax im....ax

Te di kûrahîya

Bîrewerîyên xwe da

 Diweþînim !

Hizar caran

Te di sîngê xwe da

Digijmirînim !

Wek axînek  germ

Te di axînim !

Dêran ,

Goman meke

Tenêkî tu

Mîna stêreka lerzok

Li ber sama darijyanê

Di bin rêka

Kadizan da

! Xwe diþêrî

ez jî wek te

Pirûþkeka korane bûm ,

Bi bêhna sêveka lêbok ,

Daveryame

! Ser vî taxê çelkîn

Dêran ,

Goman meke

Gurme gurma

Edhejîne ,

Bejna binevþokên sava

Tenê li taxê te

Bi ahenga kavil bûnê

Dilerizîne !

Dêran ,

Ku vemalî

Derzên neynûka temenan ,

Tu seh dikî

Hemû zarên

Akincîyên giþk serdeman

Ser dîwarên xundingehên

Xozîkên nevîyayî !

Bi revek  bêhavil

Xastekên pûç

Li pey pêþe roja nesozkirî

! Di lezînin

Dêran ,

Ma nuzanî ?

Li mêjve ye

Li taxê me

Bextewerî

Li ser duriyaneka dujwar

Sergerdan e !

Yan di þevên buharê da

Di temenê rêvasan da

Ser hil di de !

Yan çilmisîneke  zer e

Di belgên taqe darek da

Bi agirê

Teqîna rojên payîzî

Di þewite !

Dêran ,

Li her çar alîyên vê serdema kirêt ,

Jîyan

Kore rêyek

Xewnbar e

Di leylanên dilxap da

! Di xenike

Dêran , 

Hêvî  kêr in

Nawa destê mirovan da !

Pê di birin

! Gerdena hev

Dêran ,

Em çiqas þaþ

Li quqnûsa

Reng û bînan

! Di gerîyêyn

Gel vê hindê

Winda dikin

! Dêmê rojê di asoyê êvaran da

Dêran ,

Xozî dîsan

Li vê serdema kulovan !

Melek heba

Evîndarê Selwayekê ,

Da bigota

Peyvên zêrîn

Dêran ,

"Xozî em hê mux beçe bayn

Û mey firoþ! "

Tevî awaza seherê

Çû bayn semaya mestîyê !

Xozî dîsan

Em bikaribin

Di badeyên

Evînê da

Xeman vexoyn

" Noþ noþ ! "

Dêran ,

Li taxê me

Take pêxemberek hebû

Ji babikê ronahîyê

Bi bejna bûkebaranan

Ayeta  hejêkirinê

Di sê rengên pîroz da

Li canê me dialiqand !

Dêran ,

Kesek hey e

Bibêje min

Çi bi serê

Taxê me hat?

Ev taxê ku heyamekê

Warê xwe gorîkirina

Perperokan û

Helyana þemalkan bû

Niha þûna

! Mekare bazarek reþ e

Dêran ,

Xizm û cîran

Yar û neyar

Bi ton

Vefayê difiroþin !

Misqal  misqal

Pê dikirin

! Zikekî têr

Dêran ,

Were li bin

Guhê dostan

Bi nihênî

! Çend car bikin

Vê gotinê :

Bawirên xwe

Neden bi ba

Di pufkên

! Çend cigaran da

Dêran ,

Were hev ra bi gazînin:

Bijî kevderîka spî

Ku di nawa rekehê da

Digirnije !

Bi kena xwe

Dadiqute

Laþê vê serdema jengar

Ji qirêja rûsarîyê

DÊRAN !!

 

 

 

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org