GEROK

 

Ezîz N´êmetî 

Gerokê þeva bêdeng im

Di kolanên payîzê da

Di simsimim,

Sergerdan im

Di kirasê temenekî birîndar da

Li benda hêriþa gur 

Û bagerekî ziwistanî

Rizî dibim,

Rê dibeme

Meyxana  'Bîrên Çilmisî '

Pêk-pêk

Fir dikem

Ew þeraba

Çil kezîkên Zînê

Xwînelo kirî,

Wekî Memoy

Serxweþ u dêwane dibim

Li dîmenekî samdar

Amî dibim,

Navên evindarên xiniz

Li ser kêlên tozîneyên Beko

Min di lêbînin,

Li meyxana' bîrên mirî!'

Gerokê þeveke mat im

Sendoqeka gelek law

Bi navê"…..TV"

li rengê tabûta dîrokê

Car bi caran

Ber çavê min

Dipundife

Bi nûçeyên þaþ

Û mozîka nenasiyar

Û mêlo drameka bîyanî,

Çu xulya

Tena naken

Agirê birînên min,

Nizanim

Henaseyên kîjan baban

Wekê riha bavê Hamlet

Di gazîyên paþaki kor de

Gazindeyan

Li bawirên bêbextîyê di alînin,

Û em

Bi remzeke tazî

Bi çar car caran

Parve dibin :

Ewên revî

Ewên mayî

Yên dixwazin herin

Û

Yen dixwazin bimirin!

Konde boyek

Bê mecal

Li ser banê

Vê meyxanê

Di qêrîne !

Gomanek tal

Minê gerok

Vediciniqîne !

Neko rojek

Tenê xerabata "bîrên mirî" jî çol bibe,

Evê demê ez çi bikim ?

Di xazî wekê caran tu rêzan bî?

Bibêjî min ez çi bikim,

Yan dixwazî bi neçarî gel Ehrîmen

Peyman girê dim ?

Na... na

Ne vê carê

Ragire dora gerdûnê!

Ez dixwazim peya bibim,

Ji xewnên xwe

Tewbe nakim !

Di vê sergerdanîyê da

Hê hêvîyek di civcive

Li benda biþkurîna wê

Disekinim,

Renge li dawîda

Çavnêrî bê fayde  nebe.

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org