|
“Peyvek li ser çîroka Gelêrî”
Ezîz N´êmetî Li
gorî gotina Hegel, dîrok kemilîna rihê ye li dirêjîya temenîda,
ji ber vê gotinê mirov dikare bêje çîrok kemilîna qaremanan e li dirêjîya
temnenîda. Birastî temenê çîrokê ji temenê mirovan dirêjtir e, heku
em bêjin havênê serekîyê çîrokê bûyer e, divê em bizanibin ku berî
hebûna mirovî jî bûyer hebûn e û her êk ji wan bûyeran dikaran ji
xwe ra çîrokek bin. Li
gorî pirranîya qamûsan çîrok bêj ew kes e yê ku basa tiþtên nerast
(xeyalî) û tiþtên derew dike. Heya çerxa nozdan þirova tiþtên nerast
(xeyalî) bi giþtî ji bona çîrokê bikar dihat, þirova çîrok wekî tiþtên
derew tenê ji bona çîrokên rohilat û welatên rohilata Medîtranê û
Afrîka bakur bikar dihat. Li
deqên Somêrî, Misrî, Çînî û Sanskrît da hijmark çîrok dîyar in.
Bi taybet li deqên Somêrîda çîrok miþe hene, mînaka herî ber çav
çîroka Gîlgemîþ e. Elbet di wan deqanda amaje bi vê hindê nehatî
kirin ku kê û ji bo kê, çi û bi çi avakî ew çîrok gotine. Yêkem
çîroka nivîskî li papîroseke Misrî da bi navê Westcar (2000-1300) sal
berî zayînê hatî tomar kirin. Ew jî got û bêjek e di nawbera Xofo
(Xneops) paþakî Finîqî û kurên wîda. Di papîroseke din bi navê
Golenishef da ku niha li moza Leningradê tê paraztin got û bêjeke
li nawbera gemîvanek û eþraf zadekî Misrî ku di karê xwe yê sparde da serkevtî nîne hatî tomar
kirin ku gemîvan hêvîdarîyê dide wî. Kitêba
pîroz (Incîl) gelek çîrokên êtinîk (gewmî) bi þêweyên cîyawaz,
Tewa û netewa vedigêre. Li Tewratê da çend babet bi wata rastîya çîrokê
hene. Bo mînak çîroka Yotam ku çavayîya hilbijartina Xudayê gul û gîyaya
nîþan dide. Dema dar û gul û gîya çûn da ku Xudêkî helbijêrin, wan
gote dara zêtûnê: “Tu were ji mera bibe Xudê û paþatîya li ser me
bike.” Dara Zêtûnê got: “Çava rûnê xwe bihêlim û ji wera bibim
Xudê?” Ew çûn bal dara hijîrê, wê jî bona Xudêtîyê waz ji ber û
fikîyê xwe ne anî. Koma dar û gîyayan bi neçarî ji dara dirikan
xastin da ew bibe Xudê û pþayê wan. Dara dirikan got: “Ezê ji we ra bibim Xudê; werin û li bin sîbera min tena bin, ku
hun nehên, agirê dirikên min dê derkeve, û dê we û servên Libnanê
biþewitîne. Çîrokek din di Tewratê da bi navê çîroka Yoþe’ e.
Firo’nên Misrî radisparde Yoþe’ da ku rojê bi wustîne. Ew çîrok
hem istoreyên olî û hem jî istorên exlaqî bûn. Di
ayîna Hindo da çîrokên olî û xeyrî olî hatine gotin. 500 sal berî
zayînê Soma xudayê hîndo û felsefa wî di qalibê çîrokan da tê þirove
kirin. Tîpîtaka
kêtêba Buda tejî çîrok e. Heya çend sal piþtî Buda jî mezinên
Budayî çîrok bi rêz û hurmet dipejirandîn. Ayîna
Tao û Konfisyos jî ji bo geþandina ol û felsefa xwe girîngî bi çîrokê
dane. Li
rohilata nawîn Evista pirtûka Zerdeþt ji bona çîrokê serçavekî pir
bawirmend e. Wan çîrokan bondoreke giran danî ser çîrok bêjên Erebî
ku paþan bi avakî nûjen hatin vehunandin. Edebîyata
Yonana dêrîn bi Homêr û çîrokên istoreyî dest pê dikbe. Sofokl çîrokê
wek tirajêdî û Eurydice çîroka Herackles wekê drama dinexþîne. Gotinên
zanayên Yonana dêrîn dikarin girîngîya çîrokê li jîyana mirovê wê
serdemê Xûya biken. Eflaton (Plato) li vê bare wusa dibêje: “Divê em
çîrokan bi gotin ji zarên xwe ra wegêrin da wan ji bona amojgarîyên pêlevanî
ya pêþe rojê amade bikin; di vî temenîda zar bi hêsanî dikevin bin
bandor û kesayetîya wan bi hêsanî tê çêkirin. Arîsto di kêtêba xwe
ya binavê “Sîyaset” da li barê çîrokê dibêje: “Ewên ku hînker
in divê gelek huþyar bin ka zar hez ji bihîstina çi cûre çîrongên
rastî yan xeyalî dikin.” Êk
ji hezên here mezine mirovan ew e ku bi rêya fam kirina ciyawazîyên
nawbera xwe û xelkê din nasnama xwe ron biken. Loma asayî ye ku em
bizanibin çima xelkên Ewropî ku heyamek dirêj gelek hez ji nasîna þûnên
cûr bi cûr e cîhanê dikirin piþtî çerxa 19ê huþyaranetir bala xwe
dane sunetên xwe. Isabelle Jan rexneger a edebî ya Fransî wusa dibêje: “Di prosesa
guhartinên her qewmekê da qonaxek tê pêþ ku ew qewm di vê qonaxê da
dixwaze bi arîkarîya çanda xwe ya ethnic (qewmî) nasnama xwe destnîþan
bike.” Ev qonaxe ji pirranîya xelkên Ewropî ra çerxa 19ê û ji bona
qewmên din nîva êkê ya çerxa 20ê bû. Di rastîda çîrok niþadere
para here mezina mîratê çandî û kultûrî yê her netewekê ye. Nirxên
sunetî, zemîna deron nasî, û bûyerên civatî û peyamên felsefî û
mithologic di çîrokan da deng vediden. Di
ferheng a gelerî ya kurdî da çîrok xwedîyê cihekî taybetî ye. Çimkî
temenê folklora kurdî bi qasî temenê þaristanîyetê dirêj e. Dema
mirov bi hurgilî bala xwe dide binyadê çîroka gelêrî ya kurdî, gelek
amojgarîyan jê distîne ku di nasîna çîrokên modêrnê cihanî jî
dikarin girîng bin. Ezê binyadê çîrokên gelerî yên kurdî li çend
astan va binirxînim.
I.
Destpêk: Bi piranî çîrokên gelêrî yên kurdî wusa dest pê
dibin- Hebû nebû, tu kes ji Xudê mezintir nebû û tu kes ji bende derewîtinr
nebû. Ku em baþ binêrin emê bizanibin têknîkên çiqas bi hêz li wan
çend hevokan da nepen in. A) Hebû nebû
– ew peyv têknîkek pir berfireh nîþan dide; yanî çîrok bêj li dest
pêkê da dixwaze bêje ku çîrok ji nebûnekê wekê hebûnê çêdibe.
Eve esasê afirandina çîroka cîhanîy e – ava kirina hebûnek xeyalî lê
mîna hebûneke rastî. B) Tu kes ji Xudê
mezintir nebû – peyamek exlaqî û olî bi pan û berînîya pêxemberîtîya
tewayî dîrok a olên cîhanê. C) Tu
kes ji bende derewîntir nebû – çîrok bêj dixaze bi gotin bîserên
xwe amade bike da ku werin nawa cîhaneke nerast û xeyalî. Gelo ew têknîkên
bihêz li kîjan çîrokên cîhanî wusa þarezayane bikar hatine?
II.
Karakter (kesayetî) – li gorî çavayî ya karakteran çîrokên
gelerîyên kurdî bi çend coran tên þirove kirin. A)
Qareman paþa yan paþazade: di piranîya wan çîrokan da tê gotin ku paþakî
sê kur hebûn. Gelek caran qaremanê serekî kurê here biçûk ê paþa
ye, ku li dawîya çîrokê da piþtî kuþtina dêw û têkþikandina cadû
û tilisman qaremanekî serkevtî ye. Di van çîrokanda antî hero (dij
qareman) birayên wî yan kesayetîyên derdarî wek wezîr û emîr in. B)
Qareman kure keçel (keçelok) yan jî mirovek kose: ev qaremane mirovek e
bi rûmet kirêt, newêrek û tenbel lê di rastî karakterekî jîr, wêrek,
pêçêbî ye ku karên wî xelkê di heyirînin. Ev qaremane hemêþe li
dawîya çîrokê serkevtî ye. Li wan çîrokan ev peyam tê vergirtin ku
mirov dikare bi jîrî bêtir kar û barê jîyanê pêþve bibe. C)
Qareman dar bir, aþevan û cotkar yan þivan – ev
karaktere kesekî têkoþer, zehmetkêþ û xwedî îradeyek bi hêz
e û hemêþe serkevtî ye hem li core dûyê (B) û hem jî li corê sêye
(C) da antî hero (dij qareman) mirovên xwedî meqam, dewletmend yan jî
kes û karên nehezên qareman in, yên wekî zir dayik, jin mam, jin xal,
met û ewên din. Peyama serekî ya wan çîrokan ev e: Jîrî û xebata bê
westîyan mirovan serkevtî dike. D)
Qaraman kesekî olî – li wan para çîrokên gelêrî yên me da qaremanê
serekî pêxember; îmam, þêx yan arif û oldarek e ku qasidê peyam û
ragihandineke olî, exlaqî û ayînî ye. Pêwîste di çîrokên gelêrî
yên kurdî da rola qaremanekî ji bîr neçe, ew jî karaktera derwêþ e.
Derwêþ mirovekî jar û xudê nas e ku her dem li halê gerîyanê da ye
û peywendîyek taybetî li gel Xudê heye. Ew ji bona xwe ti naxwaze. Lê
hemêþe arîkarê xelkê ye. Çîrokên gelêrî her çend li ser esasê cîhaneke
xeyalî tên avakirin lê carna rastîyên tal xûya dikin. Bo mînak rol û
rewþa jinê di wan çîrokan da gelekî nêzî nêrîn û riftarên xelkê
me ne. Para jinê di çîrokên gelêrî da bi du astan dabeþ dibe. 1) wekê
qaremanê serekî û di roleke çalak da jin karaktereke fêlzan, xapînok
û firîbkar e. 2) carna jî karaktereke erênî û xwedî xwesyetên rind e
ku hêjayî û þarezayî ya xwe nîþan dide, lê ev astê baþê jinê li
wan çîrokan da hindik xûya ye. Heku tawanbar be bi giranî tê siza
kirin. Jin di çîrokên gelêrî da ji ber tawanên xwe tê kevir baran
kirin, carna pora vê ditiraþin û bervajî (berûpiþt) siwarî ker yan hêstirekê
diken û wê li nawa bajêr û gundan digerînin da þermezar be. Ev rastîya
tal heya di çîrokên xeyalî yên kurdîda jî
deng vedide û divê em wekî erkek serekî wê ji zarên xwe ra þirove
ken da ew bi þaþî peyama çîrokan ver negirin. Taybetmendî
yên here girîngên karakterên çîrokên gelêrî yên kurdî niþanderê
hêzeke bala ye ku qedera karakteran destnîþan dike û vê çarenivîsê
çi reþ û çi geþ tekez dike. Mirovê jar qedera xwe bawir dike lê hemêþe
hêvîdare. Paþa (desthelatdar) li hêza qeder û çarenivîsa xwe bi
gomane heta cisareta wî digihe vê radeyê ku desthelat xwe zêdetir ji ya
qederê dihesibîne, lê ew li dawîya çîrokê da encama karê xwe difame,
her çend ku ew fam gelek ji wî ra giran tewa dibe. Li barê ferhengî û
rewan nasî ve mirov dikare bibêje ku çîrokên gelêrî yên kurdî di çarçîva
sunet û bîr û bawirên xelkê kurd da tên vehunadin. Lê peywendî yek
berfireh digel qewimîn û bîr û bawirên cîhana cîran hene. Hejî gotinê
ye ku divê binyad û naveroka çîrokên kurdî li gorî temen û zemîna
wan bi du boçûnan werin nirxandin – boçûnên berî îslamê û piþtî
îslamê – çimkî tevî hêriþên ereban bîr û bawirên kurdî jî
gelek gihurtin bi xwe ve dîtin ku wan gihurtinan bandorek mezin danî ser
wate, peyam û babetên çîrokên gelêrî yên kurdî ***
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org