Þiroveyek Li Ser Mem û Zîna Xanî

(3) Xanî û Netewexwazî

Ezîz Nê´metî

 

Xanî ji kemalê bê kemalî

Meydanê kemalî dît xalî

Mirov û famkirna vê watê hêvên û armanca serekîya pirranîya babet û berhemên hunerîyê her netewekêne. Naskirina çavkanîya hebûnê bitaybet hebûna mirovî, peywendîyên wî digel cîhana wî û rewþa kemilîna giþt alîya wî esasê xem û xebata hunera resen ya her neteweyekêye. Hizra here girîng ya ku xanî haydide destnîþan kirina nirxên hebûna mirovîne. Mirov parekê surûþtêye, û bêgoman wek her astê wê berbi guhortinê dimiþe. Heku bi huþyarî li wan guhortinan mêze kin, emê vê rastîyê famkin ku hebûn bêy armanc nehatî ava kirin û nejî bêy armanc diherrike. Armanca her tiþtî û bitaybet hebûna mirovî kemilîne. Kemala mirovî naveroka hunera rastînya her serdemekêye. Bîr û bawirên mirov xwazane diwê li gor hel û mercên dîrokî yê serdema xwe werin nirxandin. Edebyata kilasîka Kurdî girîngî û erziþa mirovî di bîr û hizrên civaka Kurdî da nîþan dide, her wisa neynûkeke ku bitewayî xebata xelkê Kurd ji boy kemilîna mirovî li dirêjîya dîrokêda nîþan dide. Xanî di vê beþa Mem û Zînê da esasê bo çûnên xwe li ser mirovxwazîyê didamezirîne, û li pey cihê rastê mirovî di ferhenga Kurdîda digere, û pirsgirik û astengên serekî yê ku di ferheng û civaka Kurdîda rêgirê kemilîn û bextewerîya mirovê Kurde xûya dike. Ew kospe û asteng biqasekî mezinin ku bandoreke girîng dixînin ser edebyat û hunera Kurdî. Li vir gotinên Tolostoy li ser huner û civakê vê dozê bêtir ron diken. Tolostoy dibêje: “Huner êk ji amêrên peywendîya nava mirovan û pêþkevtina wane – huner rêxweþkerê bextewerîya mirove. Gotin vê îmkanê dide mirovê her çerxekê da li ezmûn û endîþa nifþên berê û mirovên xudan ramanên geþ yên hav çerx agadar bin. Huner vê îmkanê dide mirovê her serdemekê da hestên nifþê berê û hestên mirovên here baþên hav çerx naske, û çava ku peþkevtina hêdî hêdî ya zanistê rast û pêwîst hindik hindik zanistê xirab û nekemilî li ser rîya xwe ladide, hest jî bi rîya huner hêdî hêdî wê ber bi kemilînê bi meþin; di vê pirosê da hestên xirab û nejirê ku ji boy bextewerîya mirovî pêwîst nînin wê li naw herin û hestên baþ û rêk wê cihê wan bigirin. Lê nirxandina hestên baþ û xirab þoleke ku tenê wijdana ayînîya her serdemekê dikare wê dabînke. Li her serdemekê û li her civakekê fameke berfirehtir û hizreke bala tir li ser wata jîyanê heye ku mîirov digehe wê, ew fam û hizrên bala vê bextewerîyê destnîþan diken ku xelk dayîm li pey wêye. Eve fam, wijdan û agadarîya olîya her ser demekêye. Xanî dixwazê vê xala girîng xûyake ku Kurd di esasda xudanê bîr û bawirên geþ û pêþkevtîne. Wijdan û agadarîya olî ya Kurdan bîr û bawirên here pêþkevtîne, lê hel û mercên dîrokî, civakî, aborî û cographî wisa bûn ku Kurdan mecalek nedî digel liva sîyasî, xwe bi cîhanê re biden nasandin. Xanî ev karê han wekê erka serekî ya ronakbîrên Kurd dihesibîne û li vê barêda hestên xwe yên xembar derdibirre.

...........................................   240

Da xelq nebêjitin ku Ekrad

Bê me’rîfetin bê esl û honyad

Enwaê’ milel xwedan kitêbin

Kurmanc tenê dibê hisêbin

Hem ehlê nezer nebên ku Kurmanc

Eþqek nekirin ji bo xwe amanc

................................................

Kurmanc ne pirr dibê kemalin

Emma di yetîm û bê mecalin

Fîlcomle ne cahil û nezanin

Belkî di þêfîl û bê xudanin

Gelo Xanî çima wisa bi gilî û gazindeye? Li çend cihên menzoma Mem û Zînêda Xanî basa nebûna sîstimekê di civaka Kurdî û bandora wê li ser rewþa ferhengî, hizrî û hunerî dike. Gelek dîrok nivîsên Kurd li barê delîfa Kurdistanê li serdema Xanî dipeyvin. Li vir emê gotinên çend edîb û zanayên Kurdan wegêrin. Sadiq Behaeddîn Amêdî turevan û raydarê edebîyê Kurd wê qonaxa alizîya dîroka Kurdî wisa ravedike: “delîfa Xanîyê nemir têda dijî, dinîva dûyê ji sedê hevdê û serê sedê hejdê, delîfek û qonaxeka pirr asteng, sinixtî, tengav, aloz û þepirze bû ku bi hizra min, jîn û jîyar û paþeroja dûr û man û nemana miletê Kurd didestê dujmin û neyaranda lawaz û bêhêz bûyî li ser dihate danan. Ew çax û dem û ew delîfe bû ya ku Kurdistan ya pirt pirt û wêran û lêk vekirî li navbera her du dewletêt mezin û bihêz li Rojhelata Navîn pitir ji dusêkêt Kurdistanê dibin destîve, ji Kurdistana Turkî û Îraqê û hindek ji Sûryê û dewleta Sefevî ya Kurdistana Îranê ji loristanê bigre ji layê rojhelata jêrîve heta xwe li tuxûb û sinûrê Sovyetê didet. Ew herdu dewletên mezin yê hevrik li ser vegirtina Kurdistanê ku bikene sinûrê xwe digel dewleta dî û biþên biþkînin heke hizra þerê wê kir. Ji ber ku cihê Kurdistanê yê sext û asêye, vegirtin û sitandina wê ne hind sanahîye, jbilî hindê jî akincêt wê Kurdin ku di dîroka miletanda bi çelekî û ziravstûrîyê navdarin dê bixwe kene dêmcame li þerî danên ....................................... bi duristî çu ji herdu dewletan neþîyan miletê Kurd danête bin fermandarîya xweve û ji þer û cengê êk û du jî herdu ji miletê Kurdê aza çav tirsîyayî bûn, sîyaseta herduyan bi vêkra berdana mîrgehêt Kurd bû da ku lawaz û bê hêz biken û biþên wan bixînin.” Bi her hal dinavbera þer, sîyaset, al û guhorên aborî û hêriþên desthilatdaran û berevanîya xelkê, pirr xûyaye ku netewê here aza, here çalak,û here mêrxas yanî Kurd rastî þikesta wisa mezin hatin ku heta niha þûna wê dîyare û bi hêsayî nahêt tejî kirin – þikesta ku xisara wê ya here kêm li gor boçûnên Xanî bê dewlet bûne.

                                                                                    202

Ger dê hebûya me padþahek

Layiq bidîya xudê kulahek

Hasil bibûya ji bo wî tacek

Elbete dibû me ji rewacek

.....................................

Xalib nedibû li ser me ev rûm

Nedibûne xerabeyê didest bûm

...........................................

Li cihekê din Xanî eþkeretir basa bê dewlet bûna Kurdan dike, û bindestî û belengazîya netewê xwe yê mêrxas û xudan dîroka geþ nîþan dide.

216

Ez mame di hikmeta Xudê da

Kurmanc di dewleta dinê da

Aya bi çi wechî mane mehrûm

Bîlcumle ji bo çî bûne mehkûm

 

Gelo dewlet çîye û hebûn û nebûna wê çi bandorekê li ser civakê çêdike? Bi bavira gelek zanayan dewlet akama bizava ruhî, hizrî, ferhengî, aborî ya netewekîye. Yanî rewþa ruhî, hizrî, û hestî ya netewekî di dîyardeke sîyasî, yasayî û þaristanî da ku navê wê dewlete berhev dibe. Lê berê ku netewek bikare dewletekê ava ke diwê ew netewe xwedîyê fakterên pêwîst ji bo çêkirina dewletê bê. Li gor bawira Alfred Zimmen netewe þiklek li hestên hevbeþin ku ji niþtiman xwazîyê serçavê digirin. Oppen Heimer dibêje:”Netewe agadarî ji netewetîyêye.” Li halekê ku Zimmen û Oppen Heimer wisa di bawirin ku netewayetîyê sirûþtek nepen û ruhî heye, Bris û Istalîn dibawirin ku ew (netewayetî) þiklê celeb bendî ya mirovane di qonaxekî li kemilîna civaka mirovîda. Li gor wan bîr û bawiran û li gor dîroka þaristanîyetê û hebûnê jî Kurd wek netewe xwedîyê pêþîne û karnama here geþin. Di nava giþt neteweyên heyîda Kurd ek ji wane ku li gor raborîya xwe ya regezî, olî, zimanî û cografî xwedîyê kevnartirîn pêþînêye û dikare mafê netewaytî û dewlet bûnê jî hebe. Lê berwajî vê çendê pirsa here mezin ku her Kurdek, xasma þaê’rê here mezinê Kurd –Xanî- li ber dinalîne nebûna vê hindêye.

208

Emma ji ezel Xudê osa kir

Ev rom û ecem li ser merakir

...........................................221

........................................

Ev rom û ecem biwan hisarin

Kurmanc hemî li çar kinarin

Herdû terefan qebîlê kurmanc

Bo tîrê qeza krîne amanc

............................................

Ev qulzumê rom û behri tacîk

Hindî ku biken xurûc û tehrîk

Kurmanc dibin bixûn muletex

Wan jêkve dikin misalê berzex

 

Mamoste Ferhad Þakelî di lêkolîna xweda ya binavê “Netewe Xazîya Kurd di Mem û Zînê da” dibêje: “Ehmedê Xanî dixast îsbat ke ku Kurd jî wekê xelkê din netewekî zîndîye ku dikare pêþkeve. Eger mecal hebe jî dikare jîyaneke serrêj li aþitî, evîndarî û zanîn derbaz ke.” Loma Xanî bi birryareke sîyasî reþbînî û gomanên xirabên neyarên Kurdan ku Kurdan tenê hejî þer û xwînrêjîyê di hesibînin berpirç dike.

218

Wan girt bi þûr þehrê þohret

Tesxîr kirin bêladê hêmmet

......................................

Bi fikr ji ereb heta ve gorcan

Kurmancîye bûye þubhî burcan

.........................................

226

Camêrî û hêmmet û sexawet

Mêrînî û xêyret û celadet

Ew xetme ji bo qebîlê ekrad

Wan dane bi sûr û hêmmetê dad

.....................................

231

Ger dêhebûya me itifaqek

Vêkra bikira me ênqîyadek

Tekmîl dikir me dîn û dewlet

Tehsîl dikir me êlm û hêkmet

Bê dewlet kirin yan jî wek netewe ne pejirandina Kurdan ji bona Xanî û her ronakbîrê berpirsîyarê Kurd xemeke girane. Lê pirsîyar hê didome. Gelo egera vê bextereþîyê çîye? Her du torevanên Kurd Þakelî û Sadiq beheddîn dibawirin ku fakterên serekî ku vê delîfa xirab ji Kurdan ra çêdikin evane. I- þerê dûr û dirêjê navbera Safevî û Osmanîyan da (1514ê Zayînî) ku birûmet armanca wî paraztina dîn û netewên Tirk û Fars bû lê di rastî da zêde kirin û xort kirina desthilata her du impiratorîya bû. II- Nehezîya mîrên Kurdan bi hevra. III- Alîgirîya mîrên Kurdan li desthilat darên Osmanî. IV- Çêbûna þer di navbera mîr û mîrgeh, êl û eþîrên Kurdan û hebûna kîn û nehezîyê di nava hozên Kurdan. Ev fakterên han bitevayî bingehîn û esasîne, lê ew egerên rûmetîne û diwe bêjin ku ewan ji xwera zemîneke dîrokî heyî ku diwê were baskirin. Xanî xwe ji her kesekî baþtir basa egerên bextereþîya Kurdan dike: ew wan egeran li du astan va xûya dike. Astê êkê bê tifaqî û yeknegirtina Kurdan. Ya dûyê jî evê ku deshilat darên Kurdan bêtir ji maf û berjewendîyên xelkê Kurd bîr li berjewendîyên kesî dikin.

208

Emma ji ezel Xudê usa kir

Ev rom û ecem li ser me rakir

Tebî’yeta wan eger çi are

Ew ar li xelqê namdare

Namûse li hakim û emîran

Tawan çîye þai’r û feqîran

Ew beyt bidirustî niþan diden ku nalîna Xanî bêtir ji destê deshilat darên Kurdane ku xelkê ji bona berjewendîyên xwe dixapînin, ji alyek din Xanî gazindê ji giþt xelkê xwe dike û wisa dibêje:

231

Ger dê hebûya me itifaqek

Vêkra bikira me inqîyadek

...................................

Noþîrvan Mostefa Emîn li pirtûka xwe ya binavê “Dîroka Sîyasîya Kurd” der heqê bitifaqî û netibatîya Kurdan wisa dibêje: “li çaxê serkevtina Tirkan parêzgehên Kurdan yên li ser rîya wan rastî zerar û êþaneke giran bûn, bêtifaqî û netibatî ya nava wan nehiþt ew li himber livên hêriþa bihêz bitibayî rawistin, loma berxwedana takî û cuda cuda jî bê akam bû û gelek xisarên malî û canî bi ser wan hatin û li wê rewþa dijwarda tu qewm biqasî Kurdan nefevitîn”, û bi avakî sirûþtî jî li destpêka dîrokê heta îro, heku bihiþyarî lêbifikirîn, perêþanî û belengazîya vî qewmî, bibetir li akama dijhevî, bêtibatî, û bêtifaqîya wane û heta ev rewþe bidome ewê li bin dest û pêyên bîyanîyan da pêpes bin.

230

Lew pêkve hemêþe bêtifaqin

Dayîm bi temerud û þiqaqin

 

Dîrok zanê mezinê Kurd Þerefxanê Bidlîsî vê dozê bêtir ron dike: “Tîreyên Kurdan hevpiþtî û arîkarîya hev naken, û bitibayî nînin, wisa ku mewlana Se’deddîn mamostayê paþayê rehmetî sultan Morad li dîroka xwe ya Tirkî ku li bara bûyerên Osmanîyan hatî nivîsandin derheqê xwesyetên Kurdan dibêje, herêkî wan bitena serê xwe alayê yaxî bûnê hilgirtîye û her êk li ser çîyayekî dawa ser xwe bûnê dike û xincî peyva tehdîdê li tu tiþtekî tiba nînin.”

Êk li zanayan Kurdan vê pirsgirikê bi avakî zanistane ravedike. Li gor nêrînên vî zanayî delîfa Kurd têda dijîn wisa dijware ku tu dibêy çêkerê kevnartirîn gelan qet tu caran nebûne -eva komêdî- tirajîka Kurd li serdema meye: “Pêk hateyên sîyasî yên çerxa navîn rêya pêþve çûnên girîng li pêþ Kurdan vekirin û serdema mîrgehên Kurdî dest pêkir. Renge tevenên rajorên Kurdan li dewrana Somerîyan ve bi þîweyekê mîrniþînî bi xwe kirî bûn adet. Bi vî avayî li alyekî xwe li ser civakên eþîreyîyên rajêr di sapandin, li alyê din pê çêkirina peywendîyan li navbera xwe û axayên xwe deshilata xwe pitew dikirin û berjewendîyên xwe pêþda dibirin, loma roleke serekî dilîstin. Wan li batî ferman rewayîya serbixwe, agahane hezji otonomîyê li ser esasê xizmatîya yekbabkî dikirin. Desthilatdarên mezin him li hindur him jî li derve tometên giran anîn serê wan û zemîna talana wan amade kirin. Him yaxî bûna xelkî û him jî zalkarîya bîyanîyan mecala jînekî tena û xweþ nedane wan. Bersiva ku em pê digihîjin modêla caþtîya mîrgehan li ser esasê otonomîya nawxweyî bû.” Ew gotên han dikarin analîzeyekî zanistî bin ji boy xûya kirina bar û doxê welatekî pan û berîn ku li dirêjîya dîrokêda bi sedan car dawa mafê xwe yê mirovetîyê kirîye lê her carê rastî kuþtar û talanên berfireh bûye. Peywendîyên nava akincîyên wî welatî gelek firrin, gelek caran parekî wê li halê ser hildan û têkoþanên xwînbar dibe, li heman hal parên dinê vî welatî heta hay jê nîne, mînakên vê gotinê li dîroka meda miþe hene, bi her hal Xanîyê mezin baþtir li her kesekê ev jana giran hest dike:

199

Ger dê hebûya me ser firazek

Sahib keremek suxen newazek

Neqdê me dibû bi sike meskûk

Nedma wehe bê rewac û meþkûk

 

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org