Xewnbar

Ezîz Nê’metî

Gorzek pîtên

Peyveke law

Dagirt bîra dîrokê,

Ew girê best

Têra dike

Da ku kesek

Li kêleka

Cadeyeke pirrtirafîk

Yan ber derê

Westagehên rojnameyên

Welatê we

Du çavên xwe

Cî bihêlê

Û mêze ke

Çilvilîna ewê peyvê,

Da kaloyên nebalixî

Guh nedene

Qurmiçîna mejîyê

Erd.

Û ez

Li têhnatîya

Havînên kal

Ji dayik bibûm

Hemû çemên

Biharekî xîyalawî

li çavên xwe

min barandin

hê li benda ewrekî ter

li asoyek dûr û dirêj

amî dibim

êdî bese....

ewê peyvê nexapînin,

çalek wala

di kiloxê

mirîyên weda

di nalîne: “M.I.R.O.V.A.Y.E.T.Δ

edî bese

li pêsîra

xewnên minda

hun

cî nagirin.

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org