Rojek ji rojên Evdalê Zeynikê

 

 

 

Ezîz Xemcivîn

 

 

  

Romana nivîskarê Kurd Mihemed Uzun e. bi zimanê kurdî hatiye nivîsandin, û ji aliyê nivîskar Mihemed Nûr Elhuseynî bi ziman û rewanekî herî xweþ û ciwan, hatiye wergerandin Erebî, bi rastî gava berhermek ji zimanekî ta zimanekî din tête wergerandin, heger wergêr jîr û jêhatî be, merov hest dibe ko bi wî zimanê wergerandî hatiye nivîsandin.

 

Evdalê Zeynikê kî bû? Dengbêjekî kurd pir bi nav û deng bû, li seranserî Kurdistanê bi Evdalê Zeynikê bihîstine, dengê bilbilekî xemgîn, ji ser þax û darên sîpanê xelatê bilind dibû, þahî û xemgîniya xwe dida hemû civatên kurdan …

 

Evdalê Zeynikê ji destpêka xwe de li civata Tahirxan li rex mîr dirûniþt û stran ji wê gewriya zêrîn ji civata mîr re digot û dibiland, hemî kes dilþad dikir…

 

Evdalê Zeynikê di xortaniya xwe de diçe þahiyekê li gundekî kirîstaniyan, da þahiya wan bi dengê xwe yî xweþ vejîne. Li wir rasteserî keçeke Ermenî tê ji sipehîbûna wê devê Evdal ji hev diçe û çavê Evdal li ser dimîne û nema dizane bê ka wê çi bike, keçikê bi serê dîlanê girtiye û bejn û bala xwe li ba dike, ciwaniya wê, keys û fesala wê hiþ di serê Evdal de nahêle..

 

Evdal diçe bal xwediyê þahiyê û jê re dibêje: Heyran ez hatime þahiya we sax û selamet û hiþê min li serê min bû…!! Lê piþtî min ev zeriya han dît, ez çûme cîhaneke din, bi Xwedê ji vir naçim; ta ko tu wê ji min re bixwazî…

 

Bi her hal Evdal xwedî rûmetê buha ye, û rêza wî pir hebû..

Êvarî diçin mala bavê Gulê û jê re dixwazin, lê mixabin keç bi dergisî ye û erê nake !!

Lê Evdalê evîndar bêçare nabe, li ber evîna xwe dide û roj bi roj evîna Gulê afrandina wî gurtir dike. Strana xwe li ser Gulê dihûne, nema tirs û þerm bi wî karin; ew dengê ko çiyan dihejîne, bêguman ji xwe bawer e, ko rojekê wê dilê Gulê jî bihejîne, û rastî jî bi stran û awaz û newaz bi dengê bilbilî wek parçakî qeþê dema tihna êgir bigihê, wisan roj bi roj dilê Gulê heland û nermkir; Gulê bi xwe jî stranbêj bû, dema êvarî li civatê li gel Evdal stran gotin li hev vegerandin, evîn nayê veþartin û kî li ber zelaliya dengê lawê Zeynikê dikare xwe bigire.??

Evdal ji strana Gulê naskir, ko dilê wê girt..Êdî dubare ew ji bavê wê xwest û vê carê Gulê bi þahî serê xwe berda ber xwe û ji wê hingê ve bû hevjîna Evdalê Zeynikê…

 

Evdal û Gulê çend salên xweþ ligel hev jiyandin, lawek ji wan re bû, rojên xweþ ligel milet û civatên kurdan di hembêza Sîpanê Xelatê de, li herêmeke evîndar, jiyanhez û siruþteke ciwan bi Quling, Xezal û Pezkoviyan re, li ser berfa sar, li civata Tahirxan û welatê kurdan, evîna xwe, xemgîniya xwe û jiyana rojane distirandin…

 

Lê dem û felek herdem ne dost in, mixabin ko Evdal ava reþ bi çavên wî de hat û ji herdu çavan de kor bû.

Di wê demê de bi xwe jî, Tirkên bêbext zor dan ser herêmê û ew dadmendiya Tahirxan ji wan re ne seza bû, lewra Tahirxan û welat bi carekê re ketin ber stem û hovîtiya wan, Tahirxan û mala wî sirgûnî stanbolê kirin, û li þûna wî peyakî xwe pir stemkar bi navê (Egîd beg) desthilatdarî dane dest û li wê herêmê kirin hakim..

 

Jiyan li milet kir dojeh, hiþk û ter da ber xwe, ta bi Evdalê reben ji stema wî bêpar nebû, ta bi hezkirina (Meyro û Bengîn) ew herdu evîndar, Meyro wekî keça Evdalo dihate nasîn, çimkî wî û Gulê ev keç ji xwe re xwedî kiribûn..

Dema ko Osmaniyan fermana Kurd û Ermeniyan rakirin û ew dan ber qirkirinê, Evdal ev keça Ermenî ji xwe re xwedî kir.. Bengîn jî yek ji þagirtên Evdal bû, pir jê hez dikir, piþtî herdu mezin bûn û evîna xwe ji Evdal re dan xuyakirin, bi þahî Evdal ew herdu evîndar bi hev þakirin… Lê þagirtekî Evdal î din ji Meyro hez dikir, ew jî lawê Egîd beg bû, xort jê hez dikir û bê ko ziyanê bigehîne Meyro û Bengîn dûr ket, ta ko rojekê li çolê hinan ew mirî dîtin.!

 

Helbet zilamên Egîd beg nûçeyê vê serpêhatiyê gihandin wî, hêrsên harbûn û stemiyê li wî rabûn û ferman da bi kujtina Meyro û Bengîn… Bêguman gava Evdal wisan bihîst, keça xwe û Bengîn bi bal dostên xwe bi alî çiyayê þingalê ve birêkirin..

Mixabin dîsa zilamên Egîd beg gihan çiyayê þingalê û piþtî pevçûneke pir dijwar û bi hêz beranber þingaliyan, ew herdu evîndar li wir kujtin..

 

Romana Evdalê Zeynikê bi ciwaniyeke herî xweþ hetiye hunandin, û bi rewnekî kurdayetiyê derd, kul û jiyana milet dide ber çavan, ango jiyana Evdalê Zeynikê dîmenek ji jiyana miletê kurd e, herwiha tirajîdya kurdî, buyer û serpêhatiyên kurdan, rewþa miletê kurd ji sedê salan, ji evîna Siyabend û Xecê, jiyana lawê Zeynikê, û serpêhatiya Memo û Zînê neynikên jiyana me Kurdan in…!!??

 

 

 

xemcivin@hotmail.com

 

15/6/2004

 

Têbînî: Min ev kurtenivîsa romanê berî sê salan di malpera avestakurd de belav kiriye..

 

 

  

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org