CÎHANA SEWDASER!..

Ezîz ê Cewo Mamoyan

 

 

Em êdî jizûva r’awestyane ji bûyerên cîhanê mat’mabibin. Em êdî ji wê westyane. Û ji bo me ji hêlekê va ev tiþtekî p’ir’ xirab e, ji hêla din va jî baþ e. Xirab e, ji ber ku di di cîhanê da ewqas  k’irêtî, nebaþî, nemirovî, hovîtî, dur’ûtî bûne û dibin, ku em êdî hînî wan bûne. Baþ e, ji ber ku ji ber van sedeman emê wek net’ew di ser heþê xwe da bên û êdî neên xapandin.

Gelo?!..

Gelo em ji dîrokê dersan digirin, an na?

Dîrokê r’û nedaye me, em delalî nekirine. Em bibêjin, em bi xwe jî ne ji Xwedê r’a bûne. Û me û cîhanê, me bi t’evayî her tiþt kirye, ku gelê k’urd di vê r’oja îroyîn da be. Û sedê salan bihurîne, em hê jî di vê cîyana berjewendîp’erest da ji xwe r’a dost û dijminan biger’in.

Wisan e, t’u tiþtî nikarî bikî, em in, em k’urd in û em hê jî weke xwe ne. Em ji R’oma r’eþ (Vîzansa kevnar) êþyane (ew jî çawaa!!!) û em ji xwe r’a dostan ger’yane û li ser r’êya wê ger’a me eþîrên monxol-sêlcûkên k’oçer ên nîvhov r’astî me hatine, me dest daye destê wan, çiye, ku… Û piþtî demekê, piþtî ku Împêratorîya R’omayê ya r’ojhilatî (Vîzans) ji hêla wan eþîran va tê dagerkirin, k’oçerên li ser piþta deve û hespan hatî, ne bêyî piþtgirîya me, di wir da bingeh bigirin, bibin hêz û dewlet û me bindest, înk’ar û qedexe bikin…

Û piþtî serdemeke dirêj a dîrokî emê van jî “R’oma r’eþ” navbikin, ji ber ku di hinek waran da evan r’engê R’oma r’eþ wergirtye.Her çiqas ew bi hinek tiþtên xwe va wek R’oma kevnar in, lê ji hêla bêwijdanî û barbarîya xwe va  , wek ku gelê me dibêje, hevt  p’ihîn li gor’a wê dane…

Û em bûn leþkerê van barbaran, me ji wan r’a welat avakir, p’ir’î-hindikî, çiqasî  karibû, ew þaristanîkirin, li deþtên þêr’ da xwe ji bo wî welatî da kujtin, di qadên dîplomasîyê da r’ûyê wanî r’eþ sipî kir, û pey ewqasî r’a ewan em t’irkê ç’yayî navkirin…

Û dema r’ojekê me di nava xwe da wêrekî dît û got- na, em ne t’irk in, em xwedîyê vî welatî û þaristanîya madî (medî) ne, me bi net’ewî k’eda xwe kirye nava xezîna þaristanîya cîhanê û em dixwazin, ku em em bin, bi hovîtî hatin ser me, bi mîlîonan t’unekirin, gund û þênîyên me wêrankirin, r’ewþenbîr û siyasetmederên me r’evandin û bê ser û berat’e windakirin, r’êberê t’evgera azadîxwaz a net’ewî bir’êz Edulle Ocalan bi alîk’arîya hevalbend û hevk’arên xwe (DAY hwd) hêsîr girtin û li ser girava Îmralîyê dilop bi dilop jehrdadayî dikin… Û ev hemû- li ber ç’avê cîhana ku xwe þaristanî navdike. Lê dema gelê k’urd dibêje- êdî bes e!- vê hovîtîyê r’awestînin, em aþîtîyê dixwazin, r’êjîma barbar a t’irk dîsa bi dehhezar esker û teknîkên hemdemî dik’eve êrîþê…

Her çiqas dem û dewran hatine guhartin, lê ew dijminê me dîsa maye ew! Vê carê di bin navê têk’oþîna li dijî PKK-ê da êrîþê dibe ser destk’evtîyên gelê k’urd li baþûrê K’urdistanê- wek ku dibêjin, dixwaze bi berkekê du k’êwrîþkan bixe. Û hinek r’ayedarên baþûrî jî bi bêdengîya xwe van êrîþan erê dikin, tuyê bêjî, PKKyî ne kurd û k’urdistanî ne, tuyê bêjî, ew ji bo mafê gelê k’urd dernek’etine, tuyê bêjî Baþûr ne p’arçeyekî K’urdistanê ye, tuyê bibêjî…

Êdî çi bibêjim, em êdî westyane, me t’irê em ku bibêjin, dewletên cîhanê yên gewre, wê dengê me bibihên, wê aþîtî û aramîyê r’a bibin alîk’ar… Lê na, ew ji bo aþîtî û aramîyê nehatine herêmê, aþîtî û aramî ji bo wan  polikekî  kor jî ne hêja ye, ew li ser van þer’an û bedbextîya gelan gewre û bi hêz dibin… Wijdan û r’ûmeta mirovyê li bal wan t’u qîmetê xwe nîne. Ên ku welatê me p’arçekirine, dîsa ew in. Ên ku bûne sedema t’evkujîya gelan dîsa ew bûne. K’ê alîk’arîya teknîkî-leþkerî û þêwirmendî dida t’irkan dema tevkujîya k’urdan, yûnanîyan, ermenîyan, asorîyan? Yên mîna gênêralê alman Fon Moltkê li wir çi dikirin? Yên ku li ber p’arçekirina Qibrisê bêdeng mane û hê jî li ser wê sîyasetê dikin k’î ne?Yên ku îro li baþûr in, ji bo berjewendîyên xwe r’êjîma Sedem avîtin, lê niha jî leþkerê t’irk ser Baþûr da diþînin, dîsa ne ewin?..

Kîjanê bibêjim, kîjanê nebêjim?!..

Bi r’stî, em êdî westyane. Em êdî tiþtekî ji k’esekî r’a nebêjin, em tiþtekî ji k’esekî nexwazin! Êdî bes e! Em her guh bidin dengê xwe yê hindur’în, dengê gelê xwe, yê welatê xwe, yê axa xwe- dengê Dayka xwe-Kurdistanê! 

An na, emê dîsa bên xapandin.

 

Li þûna peynivîsarê:

 

…Sala 1987-an ez li Qazaxistanê bûm. Ji pencera oda min ji dûrva ç’yayên bilind xuyadikirin, ew ji dûrva mîna ç’yayên K’urdistanê bûn, ên ku min her di wêneyan da dîtibûn. Bi wê dîmenê min bêrîya Welatê ku min  nedîtibû, dik’iþand- welatê kal-bavan. R’ewþa K’urdistanê ya wê demê: bêdengî û bêt’evgerîyê bandoreke psîkolojîk a ne baþ li ser min hiþtibû. R’aman û mitaleyan tevlîhev t’avetî nedidan min… Di nav wan mitaleyan da, nîv hiþyar-nîvxew, min xewnek dît… Ez ku ser xwe da hatim, min ew sparte k’xezê- helbestek hat hûnandin, a ku sala 1998-an di berevoka min a helbestan “Karwanên bêxewîyê” da hate çapkirin… Ji wê demê 20 salî zêdetir bihurî ye, lê dîsa Dayîka me dem bi dem tê xewna min û her û her dubare dike: “Û heya k’engê, û heya k’engê?!”

 

 

              XEWN

 

…Çiqas xewneke giran bû, Xwedê,-

Ev û ew cîhan t’ev hevdu bibûn,-

Bi ç’îk û kenc bû ew xewna, Xwedê,

Bi tep û tengî û bi hêbet bû…

Xewn bû…yan hiþyar?..

Ç’avê min hê nû pêgihîþtibûn

Her’in ser hevdu:

Ez xilmaþ bibûm-

Xewn bû, yanê-xewn…

Yan ez hiþyar bûm?

Ez baþ bîrnaynim!

…Girmîna defê,

Qûr’îna zur’nê…

Çardorê hêle û hingirme bû:

Keç’ û xortên k’urd

Wir çît girtibûn-

Ger’ek merdane navê hiþtibûn…

Û jineke bi k’ofî- k’itanên

Meye kurmancîyê k’aw wergirtî bû,

Lê bêp’ergal bû…

Bisk û kezîyên wê li ser ç’avan da-

Wa hatibûn xar,

Bin dengê ewê def û zur’nê da

Ç’epil hildabû û dir’eqisî…

(Nizanim, xewn bû,

Yan ez hiþyar bûm?!)

Qeyde, tuyê bêjî, yê kurmancî bû,

Lê dîlana wê?!-

Ya xwedê çi bû?

Her we bidîta,

Weê bigota:

-   Eva dîn bûye,

Tepa dik’eve!..

Ça-a dir’eqisî,

T’oz û xubara ewan der-doran

Pê der-dawên xwe

Ça l‘xwe wer dikir…

Û zerp dik’enya-

He-he, he-he-he!-

Lîqînya wê bû…

D‘hewê da ewê

Çepilê xwe çawa nazik tew dda!

(Ya Xwedê, çito bedewîya nedî!)

Dîsa dik’eya…

T’eve matmayî  dorê civyabûn

Û lê dinihêr’în…

Ez jî pêþva çûm

Û serê xwe nav milê wana r’a

Berbi hindur’ kir û lê nihêr’î…

T’exmîn kir-

Dîtim!

-   Ey,-got,- Lawê min,

Çima tu wisa matmayî bûyî?...

Ez im, dayka we-

K’urdistana te…

Ji kul û derdan êdî dîn bûme!..

Ç’avêm d‘xewê da,

Ez wa vek’iþyam…-

Ewê carek din çerx da govendê,

Govenda me ya  k’aw-naz nihêr’î,

Berbi min mêl bû:

-   Na, t’ifalê min,

Ji min metirse,

Pêþva were, ha,

Hê dîn nebûme…

Lê bêyî wê nabe!-

Wê t’erka dîlan-govenda xwe da,

Ber min kundveda,

Bi ewan t’ilîyên xwe yên mûmanî

P’or’ê min t’evda…

-Ax, lawên mine hêsîre sêwî,

Hûn matma bûne?..

Vê jîyanê da,

Ji bo bighîje azadîya xwe,

Pêwîst e, mirov hinekî dîn be!..

Ax, çi teyaxî li dilê we ye,

Her yekî j‘xwe r’a serî hildaye,

K’etye qulç’ekî- hîvya demê ye?!

Û dem tên-diçin, lê hûn hîvyê ne!

Hûn hê hîvyê ne, lê dem tên-diçin!..

Û evên nemerd

Erd û axa we çartîþ kirine:

Diþewitînin, lê hûn hîvyê ne,

We darda dikin, lê hûn hîvyê ne,

We dizêrînin, lê hûn hîvyê ne…

…Û hûn hîvyê ne!

Lê dijminê me-

Devxwîn, hov û har,

Dema pêwîst be,

Hemû dibin yek,

Dema pêwîst be,

Me l‘ser tîþekî

Yek dizêrîne,

Hela ne bes e,

Bi fir’okên xwe dajo tîþê din-

Alî zork’arê wî tîþî dike:

Jehra hinartî l‘wir dir’eþîne,

L‘wir dir’eþîne jehra hinartî-

Biç’ûk-mezin va me disojîne,

Gund û bajaran tarm û tax dike…

Lê hû hîvyê ne,

Lê em hîvyê ne-

Hîvya dema xwe!-

Ewê destê xwe berbi esmîn kir,

Demekê zûr bû, li wir mêze kir

Û paþê zûkya:

-…Ya Xwedê, gelo Xwedê te heye?!..

Ji ewî dengî ez bûm lerizek,

Heya kevir jî pêda bûn hesîn,

D‘cîda lerizîn…

J‘cî vecêniqîm, ç’avê xwe vekir,

Dît- ezî l‘mal im,

Lê mitalên min- di xewna min da

Hê p’erwaz dida – ez dibirim wir…

Û  d‘guhê min da dengê dayka me-

Zîz û zelûlî dubare dikir:

“Û heya k’engê,

Û heya k’engê?!”

 

 

Gelawêj- r’ezber, s. 1987

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org