|
ÇI BIKÎ, DEMA MIROV BI Ç’AVÊ DFR VA LI BÛYERÊN WELATÊ XWE DINIHÊRE?..
Ezîz ê Cewo Îro
di
K’omara
T’irkîyayê
da
amadek’aryên
hilbijartinên
herêmî
(29. 03. 2009) di
pêvajoya xwe ya here germ da ne. AKP (bixwîne: K’omar)
hemû hêz û derfetên dewlerê seferber kirye, ji bo ku di van hilbijartinan
da r’êvebirîyên
herêmî bi dest xwe bixe. Û ji bo vê armancê ew berê xwe dide r’ê
û r’êbazên
wisa, ku çendekî berê ewana
bi xwe wê di xewna
xwe da nedîtana: bi zimanê k’urdî
têlêvîzîoekê vedikin (TRT-6),
li ser êkranên wê jî tîpên “X”
û “W” serbest tên bik’aranîn, tuyê bêjî çend meh berê ji
bo bik’aranîna zimanê k’urdî û van tîpên Alfabêya k’urdî
siyasetmederên k’urd di dadgehên T’irkîyayê da nehatine
cezakirin (þerma r’eþ!). Di K’urdistanê û wan deverên
T’irîyayê da,
li ku k’urd lê hene, gelê me jî li ser
p’êyan e: ji
bo ku di hilbijartinên herêmî yên K’omara T’irkîyayê da nûnerên
wan (yên ji Partîya Civaka Dêmokrat- DTP) li ser bik’evin, biçûk û
mezinan va-
her kes hewl
dide, ku k’eda xwe bike nava vê pêvejoya girîng. Ev ji bo k’urdan bûye pirsa xîret
û namûsê, mirov dikare bibêje, pirseke ç’arenûsî: vê carê gelê
me divê
bide xuyan, k’a ew çiqasî amade ye, ku ji xwe, hebûna xwe û mafê xwe
r’a bibêje- Erê! Û her çiqas diçe, pêvajo germtir
dibe. Her çi jî hebe, mirov îro dikare
bibîje, bûyerên van salên dawîyê dane xuyan, ku gelê k’urd êdî
gihîþtye wê bawerîyê, ku t’enê ew bi
xwe dikare ç’arenûsa xwe xwedî derk’eve.
Piþtî têk’oþîneke demdirêj, a
ku T’evgera net’ewî ya azadîxwaz
ji bo mafê mirovî û net’ewî meþandye, di Bakûrê K’urdistanê da
gelê k’urd li hember û li þûna serdestîya dewleta dagirker êdî sazî
û r’êxistinên xwe yên r’êvebiryê derxistine pêþ. Û mirov dikare
bibêje, ku îro li bakûrê K’urdistanê dê–fakto r’ewþeke
dudesthilatdarîyê li holê ye. Û ev hemû
desk’evtîyên t’êkoþîna gelê k’urd in. Ew destk’evtîyên têk’oþîna
siyasî, îdêolojî, berxwedana çekdarî, serhildanên gel û
t’evgera dêmokratîk a dehê salan in. Û ji bo wan gelê me bi hezaran
p’akrewan dane, bi dehezaran dot û lawên gelê me yên here hêja di
zindanên dewleta dagirker da bi dehan salan berxwedan kirine, bi hezaran
gund û þênîyên me hatine þewitandin û wêrankirin, bi mîlîonan
k’urd di welatê xwe da malwêran, sergedan û p’enaber bûne. Lê gelê
me bi R’êberîya xwe ya net’ewî va di van mercên giran da têk’oþîna
xwe gîhandîye asta îroyîn... Û, eger îro di T’irkîyayê da
hinek guhartin dertên holê (her çiqas ew kosmêtîk bin jî!), dîsa di
bin bandora têkoþîna gelê me yê serhildêr û berxwedar da pêk hatine.
Eger K’omara T’irkîyayê têlêvîzîonek
a xwe bi zimanê k’urdî (lê ne ya k’urdî!) vedike, dîsa jî ew neç’ar
maye, ku hewl bidin, bi wan tiþta me… bixapîne. Belê, belê, bixapîne! Gelo di K’urdistanê da mirov mane,
yên ku evê yekê tê nagihîjin? Bi dîtina min- p’ir’ hindik! Û li vir pirs dertê holê: Wê demê
“AKP” û Erdogan dikarin
k’ê bixapînin? T’u kesî! Wek ku tê xuyanê, ewan her t’enê
bawerîya xwe dane ser pirênsîpa Yozêf
Gêbbêlsê wezîrê propagandayê yê Almanîya Nazî, yê ku di
dema xwe da gotye: “Ger derewekê bi hezaran caran dubare bikin, wê þûna
r’astîyekê bê p’ejirandin!” Ma gelê k’urd gotinên Erdogan ên
van demên dawîyê ji bîr kirine, dema wî gewrîya xwe diqelaþt û diqêrya:
“Yek net’ew, yek dewlet, yek al!”
(Çiqasî mîna silogana Gêbêls e, ne: “Yek net’ew, yek
dewlet, yek Fyûrêr!”) Gelê k’urd van tiþtan dibîne, têdigihîje
û hesavê xwe dizane. Lêbelê, wek ku hemû gelên cîhanê,
gelê k’urd jî xur’û, yekawa nîne. Îro jî di nav
k’urdan da hinek mirov dertên, ên ku an zû bi zû ji propaganda
dewletê bawer kirine, an jî hema di sêrî da bi hemû heþ û mejîyê
xwe va ne yê xwe bûne. Û, çiqas kêm be jî, di nava hêle-hingirma
propaganda dewletê da, an li der-dorên wê dengê wan jî cî- cîna dertê...
Û îro zêde ne grînge, k’a gelo
di vê demê da ev dengana wê bandorekê li ser pêvejoyê bikin, an- na?!
Lê dîsa jî, ev bi serê xwe helwestek e, ya ku divê ji hêla me
k’urdan va bi bingeh û jêderên xwe va baþ bê azurukirin, nasîn û
derê zanebûnê. Tiþtê ku mirov dêþîne jî, ew e,
ku mirovên weha îro vekirî dik’evin xizmeta siyaseta dewletê a dijî
gelê xwe. R’ojname, hemû TV-ên dewletê, întêrnêt û p’ergalên
din îro bi hemû derfetên xwe va di xizmeta wan da nin. Û hinek ji wan jî,
di helwest û k’arê xwe da dikarin bi Erdogan, Baxçelî, Baykal û Çîllêrê
r’a bik’evin pêþbirkê, k’a k’î ji wan zêde “...ê dewletê ye
” Ji nivîsên wan, ên ku di întêrnêtê
da ji vir û wir r’a hatine þandin, yek jî ya
Abdullah Osman e, ya bi sernivîsa: “Sê
ruyên cuda li bakur” Hilbijartin
û asoyên siyasî li bakura Kurdistan – nihrînek ji derveyî welat de (Me
bi zanebûn r’astenivîsa
wî wek orîjînalê hiþtye.-E.C.) Û di dawîya vê nivîsê da jî
weha tê r’agîhandin: “...Nivîsek bo xwendin û weþandinê
di malperên kurdî da... ” Ne kêm, ne zêde, hema wisa, ji bo
ku malp’erên k’urdî bikevin xizmeta propaganda dijî gelê xwe.
Mirov nivîsên weha dixîwne û
zendegirtî dimîne. Û nizane, çi gotinan hilbijêre, ku helwest û k’arê
mirovên weha nav bike. K’a em bi hev r’a binihêrin, ev
mirovê han dixwaze çi ji me r’a bibêje û daxwaza wî çi ye:
“…deriyê azadî û demoqratiyê bo kurdên bakur firehtir
vedibe. TRT 6 ya kurdî gavekî giring e...
PKK û PDK (Mesud Barzani) hin caran belakêþ in. Dema R. T. Erdogan
(AKP) gefên alçaq û dijmantiyê dihavêjtin kurdan, bersiv û helwestên
PKK rast bûn. Lê wexta AKP destpêkir, siyasetekî rast bo kurdan bicihbihêne,
PKK ... hêriþ bir ser „Kurdên Cehþ“: Erdogan kirin Saddam - çon
Mustafa Barzani li dij „Peymana Adarê 1970“ derket, Abdullah Öcalan
tev Murad Karayilan jî li dij „Kurdên Dewletê“ derketin - eva jî yan
þaþîtiyeke mezin e yan …!” (Cîyên ku me di nivîsê da
r’êzexal danîne, li wir gotinên ner’ê hebûne, u, ji bo ku em jî
wan bêhurmetîyan dubare nekin, me
ew derxistine.- E. C.) Ez dibêm berdevkên dewleta t’irk
û heya Erdogan bi xwe, eger bixwastana jî, wê nikaribûna
tiþtên weha bi gotinên ner’ê va li hev bihûnana û binivîsîyana.
Mirov dixwîne û bê hemdî xwe li
þûna xudanê wê nivîsê fedî dike û nizane, k’a van mirovan femkor,
nezan an xalifî bihejmêre. Ma piþtî wê, ku ev êdî deh salan zêdetir
e, k’urdan têlêvîzîonên xwe sazkirine, û hejmara wan îro êdî ji
15-an derbas dibe, mirov r’abe
û ji TRT-6 a tirkan r’a ç’epikan lêde, avijîya xwe li wê bîne? Ew
jî wê demê, ku Erdogan û hemû r’êvebirîya K’T her tiþtî dikin,
ku têlêvîzîona k’urdî ROJ-tv bidine girtin!
Ji bilî vê, hê di K’omara
T’irkîyayê da navê gelê k’urd, zimanê wî û çanda wî bi fermî
qedexe ne. Bêyî di Destûra bingehîn da garantîkirina mafê gelê
k’urd û zimanê wî, hezer têlêvîzîonên
weha jî vekin, hemû derew in, gotineke vala ne! Ji ber
ku ew ji bo propaganda berî hilbijartinan hatine vekirin. Û piþtî
hilbijartinan yek ji dozgerên K’omarê wê r’abe û li hember vê têlêvîzîonê,
an tiþtekî din, dozê veke (û, anegorî Destûra bingehîn,
ewê mafdar be!), û dadgehê jî, anegorî xalêîn Destûrê wan
hemûyan careke din bigire (k’a, bînin bîra xwe, li dijî siyastmederên
k’urd ji bo axavtineke k’urdî çend doz hatine vekirin!), ji ber ku ew
hemû dijî “Ana yas” “Turk Cumhuryeti” ne. Û ew hmû wê di nava kêlîyekê
da bibin xewn. A, eger r’êvebirîya T’irkîyayê
bi r’astî nîgara mirovî wergirtîye, û bi r’astî hemû hemwelatîyên
K’omarê ji bo wê yek in, wê demê ewê mafê gelê k’urd bi destûrî misoger bike, ango wê di Destûra bingehî da binivîsin, ku
K’omara T’irkîyayê ji dû net’ewên bingehîn-t’irk û k’urd û
gelên din ên kêmnet’ew pêk tê. Ku hemû gelên K’omarê ji hêla
mafên xwe va weke hevin, ku t’irkî û k’urdî zimanên
K’omarê ên fermî ne... Wê demê, wê
bê bawerkirin, ku armanceke wan a mirovî
heye. An na, di vê pêvejoya hilbijartinan da gur xwe eyarê mîyê
da veþartye, hêsirên t’îmsehan dilûrîne, dixaze berê gelê me bide
cîyekî din... û çend r’ebenên heþê xwe yên di nav me da jî, an ji
van derewan bawer kirine, an jî dixwazin þansê xwe nar’evînin, di nav
vê pêvajoya aloz da tiþtekî ji xwe r’a bipekînin. K’ê çi dixwaze ji dewleta t’irk
bipekîne, bila bipekîne, lê li vir xeteke siyasî dertê holê...
Eger yekî haþ ji bayê dinê nînbe,
dibe ku hinekî ji van gotinan bawer bike! Lêbelê, eger Abdullah Osman bi
xwe wan „K’urdên dewletê“ an „K’urdên AKP“ nav dike, êdî
bes e, ji ber ku hemû jî baþ dizanin, ku dewlet a dagirker e. Ew her tiþtê
k’urdî qedexe û t’une dike, welatê k’urdan wêran û t’alan kirye
û bi devê AKP-ê diqêre: “Yek net’ew, yek dewlet, yek al!”
Û eger ew k’urd ên vê dewletê ne, ew nikarin di xizmeta Destûra
wê ya bingehî û vê sloganê da nînbin... Balk’êþ e, gelo xudanê nivîsa
mijara gotinê û yên weke wî vê têdigihîjin, an ew jî xwe ji
„K’urdên dewletê“ dibînin? Dibe ku ji bo wê jî ew weke hev li
dijî PDK-a Baþûr û PKK- ye? Pirsa
helwesta li hember wan mirovan, ên ku Di TRT-6 da k’ar
dikin. Helbet, heya r’adeyekê,
her kesek azad e, biryar bike, k’a
wê li k’u
k’ar
bike, ji bilî xizmeta dijminê gelê xwe. Ma ne, li vir pirs di wê da ye,
ku ev têlêvîzîon ji bo dema hilbijartinan qazenckirina dengan vekirine,
ango ji bo dengên gelê k’urd
ji wî bir’evînin.
Û ji bo wê jî dixwazin bi tiþtên weha berê k’urdên
dilp’ak
bidine cîyekî din. Ev têlêvîzîona
dewletekê ye, ya ku tu tiþtekî bi navê K’urd
napejirîne… Gelo li
vir pêwîst dike, ku mirov careke din wan sloganên dewleta dagirker bi bîr
bîne? Helbet,
baþ tê zanîn, her mirovek dixwaze xwe ji hêla huner û çandî va r’êalîze
bike. Lê gelo 15 têlêvîzionên k’urdî
weke yek a dewleta dagirker dernak’evin?
Ma heya
ev têlêvîzîonan t’unebûn
K’T’
çima yeke k’urdî
venedikir? Ma gelo her tiþt ne li
ber çavan e?.. Û ya
din
jî,
ku
Abdullah
Osman
“sê
r’ûyên
Bakûr”,
ango, teref, ên
dema
hilbijartinan
dide
pêþ:
„K’urdên dewletê“,
DTP
û PKK,
dîsa
ji
bo
wê
ye,
ku
di
mejûyê
hilbijarvanan
da
tevlihevîyê
çê bike.
Lêbelê
gelê
me
baþ
dizane,
ku
di
van
hilbijartinan
da
du
t’eref
hene.
Yek
dewle
te,
bi
siyaseta
xwe
ya
nep’ejirandin,
asîmîltsîon
û t’unekirina
k’urdan
va,
ya
din
gelê
k’urd
bi
xwe
ye,
bi
sazî
û r’êxistinên
xwe
yên
dêmokratîk
va.
Bawerîya
gelê
k’urd
a
li
hember
hêza
xwe
û serk’evtinê
mezin
e,
û ewê
guh
nede
propagandayên
dewletê
û wê
dengê
xwe
ji
bo
destxistina
mafê
xwe
bik’ar
bîne.
Lê
ew
k’urd,
ên
ku
di
bin
bandora
van
propagandayên
dewletê
da
bê
bir’yar
mane,
wê
zû
yan
dereng
xwe
bihesin
û van
r’ojên
biryardar
bi
gelê
xwe
r’a
bibin
yek
û li
çarenûsa
xwe
xwedî
derkevin.
R’izgarîya
ji
bindestîyê
mirov
dikare
tenê
bi
gelê
xwe
û di
nav
gelê
xwe
da
dest
bixe.
Gelê
me
dibêje:
-Êdî
bese
bindestîya
hezarê
salan!
Îro
dem
dema
bir’yarên
girîng
e,
ji
bo
pêkanîna
wan
bir’yaran
hêza
me
heye
û hêza
me
jî
di
yekîtîya
me
da
ye!
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org