DÊMORASÎ BI CUR’EYÊ T’IRKÎYAYÊ

 

 

Ezîz ê Cewo

 

 

…Heya k’urd di vê r’ewþê da ne, ev cîhana

bi kêmasî ye, ew bi qusûr e û gunehk’ar e. 

Ewê êþa gunehên xwe bikiþîne.   

K’urd, bi r’ewþa xwe ya îroyîn va, heya r’adeyekê, encama

helwesta cîhanê ya neyînî ne, û bi wê ew gunehê wê ne.

Abdullah Ocalan

 

Ezîz ê Cewo

Ew pêk hat, çi ku divê pêk bihata. Ji ber ku di vê dewletê da, ya ku jêr’a Tirkîya tê gotin, tiþtekî din nikaribû bibûya! Lewra ku evê dewletê hemû dijmirovayîya xwe, hemû hovîtî û paþverûtya xwe di belgeya xwe ya sereke da formûle kirye….

Û navê vê belgeyê jî Ana Yasa ye, ango, Destûra bingehîn!

Bi vê belgeyê, ên ku di K’omara T’irkîyayê (K’T’) da dijîn, hemû t’irk in, xêncî t’irkan mafê gelên din nîne bi nasnameya xwe ya net’ewî  bên naskirin, çand û zimanên wan qedexe ne, ew ji hemû mafan bêpar in. Û, eger yek r’abe û doza van mafan bike, wan têrorîst nav dikin, û hemû hêz û derfetên dewletê tên bik’aranîn, ji bo ku wan t’une bikin.  

Di vê dewletê da heya ji daxwazên aþîtîyê û dêmokrasîyê jî ditirsin, ji ber ku, eger ew daxwaz bên pejirandin, wê bê wat’eya guhartina wê sîstêmê, r’akirina wan qedexeyan, ew jî wê bê wat’eya guhartina sîstêmê. Ji bo wê jî evê sîstêmê hebûna xwe bi Destûra bingehîn misoger kirye. Û her carê, dama p’êla daxwaza aþtîyê û dêmokrasîyê bilind dibe, sîstêm xalên Destûrê dide pêþ. 

Û ji ber vê jî, li hember bangên aþîtîyê yên r’êberê gelê k’urd û r’êvebirên t’evgara net’ewî serokatîya  K’T’ bi xeterkirina r’awþa bir’êz Abdullah Ocalan, êrîþên ser gel,  bombebarankirina gund û þênîyên K’urdistanê û girtina Partîya Civaka Dêmokratîk (PCD/DTP) bersîv dan… 

Li hemberî van gelê k’urd li K’urdistanê û derveyî welêt r’abûye serhildanan, ji ber ku baþ tê digihîje, r’êjma K’T’-ê derba mirinê digihîne wî…

Ev pêvajoyek e- pêvajoya xwezayî: gelê k’urd êdî gihîþtye wê astê, ku di dema xwe da helwesta xwe li hember bûyeran dîyar dike…

Em hemûyê bibêjin: Ew tiþtekî baþ e!“- Lê gelo t’êrê dike?

Îro hem ji devê siyasetmederên k’urd, hem jî ji nev gel gotinên „Em kirinên rêjîma tirk þermezar dikin!“ dertên.

Erê, me þermezar kir û dijberên me jî þerm kirin! Li dijî me sîstêmek heye. Mirovên vê sîstêmê yên bêþerm, bêhest û bêwijdan çi þermezar bikî?

Ma gelo helwesteke weha dikare encameke erênî bide?... 

Di nav pêwendîyên gelê kurd û rêjîma KT da têgînên,  „Þerm“, „Bêþermî“  û „Þermezarkirin“, „Dadî“ û „Bêdadî“, „Wijdan“ û  „Bêwijdanî“ nikarin hebin, ji ber ku statûsên me cuda ne: ew dagirker in, em ew gel in, ê ku welatê wî hatye dagerkirin, ew serdest in, eme bindest in, ew celad in, em mirovên ber kuþtinê ne...

Û em li hember van merivxurên devbixwîn sekinîne û dibêjin: „Aþtî, biratî!“

Hinek dipirsin: „Ma çawa dibe?! “

Ma em kurd nizanin, kî li hember me heye? Helbet dizanin... me li ser çermê xwe dîtye, ka wan çawa em tune kirine, çawa wek gurên devbixwîn em veçirîne, em zîtol-zîtolî kirine, xwîna me veçinîne, welatê me talan û wêran kirine. Lê ji bo ku ev bêdadî û hovîtî rawestin, gelê me amade ye van hemûyan dayne hêlekê û doza aþtîyê û biratîyê dike...

Lê hema rêjîma tirk bi çi bersîva gelê me dide?

Wê dewletê ji mêjva tfûyî rûyê cîhanê û mirovayê kirye. Hîç xema wê jî nîne, ji ber ku dizane di cîhanê da yên ku destê xwe li piþta wê dixin, hene. Gotinên Hîtlêr hê ji bîra mirovayîyê neçûne, dema gotibû: „Binihêrin, Tirkîyayê sala 1915-an bi mîllîonan ermenî tunekirin, ma ew di bîra kê da mye?!“

Û meþa t’evkjîya gelan di T’irkîyayê da îro jî didome!

… Îro ne t’enê mirov, wisa jî Xwedê û Xweza li hember nemirovayîya r’êjîma K’T’, hevk’ar û hevp’arên t’evkujîyên wê bêzar mane… 

Qanûn r’awestîyane, dadwerî xitimî ye, r’astîya mirovayê jî wek keç’eke þermoke r’eng avîtye, sipîç’ir’kî  bûye û xwe daye pey p’erda þermê (bixwîne: bêþermîyê!). 

Pîredêya minê bigota: „Xwedê çawa van temûl dike, Ax çawa van li ser xwe radigire!?“

Belê, ew tiþt, ên ku di Kurdistanê da li hember gelê kurd tên pêkanîn, di nav çarçoveya pîvanên tu heþ û sewdayî da cî nabin: roj di nava rojê da li ber çavê cîhanê, ya ku xwe   þaristanî dihejmêre, netewekê (ya bi dehan mîllîonan!) înkar dikin, bi fîzîkî û wateyî dikujin û tune dikin, û ev cîhan bêdeng dimîne. Mirovên bi hêz ên vê cîhanê xwe li þûna ker û kor û lalan danîne. 

Dema di  cîhana gunehkar da gelê kurd trajêdîyê jîyan dike, ... mirovên bi hêz û hebûn ên vê cîhanê, ên ku ji bedbextîya gelan sûdê werdigirin, wek ku li dora wan her tiþt normal e, trajêdîya mirovan nîne, wek miroivên  xwedênas diçin dêr û mizgevtan, mûman vêdixin, dua û dirozgan dikin, xwe mirov, mirovhez û xwedênas didin xuyan...

Li vir gotinên helbestvanê ermenî yê nîveka sedsala XX Parûyr Sêvak tên bîra mirov:

„...Hûn pifî hemû mûmên wan bikin,

Vêsînin hemû þemdanên wan hûn, 

Find û çirayên wan vemirînin,

Ji bo ku ronî bê!“

 

*

* *

 

Ev bêdadî û nemirovî, ya ku li hember gelê kurd tê pêkanîn, gihîþtye asteke wisa, ku tu þirove û nirxandin, tewanbarî yan têgihîþtinê napejirîne... Hemû pîvanên nirxên mirovayê li vir bêhêz û bê çare mane. Her tiþtek li ber çavan e: hêzeke hov a nemirovî û cîhana bêwijdan û bêexlaq, ya ku ji van hemûyan sûdê werdigire, li holê ne...

Û evê hêzê netewek krye hedef, wê înkar dike, hemû mafên wê qedexe û binpê dike, li hember wê siyaseta tevkujîyê dimeþîne, û dema ew dest ber xwe hiltîne, ji bo xwe biparêze, wê gunehkar dibînin. 

Mirov çawa dikare têbigihîje, pey ewqas tevlihevî, pêkanîna siyaseta înkar û tunekirinê ra serekwezîrê KT Erdoxan wek ewropîyan werdigire, benstûya ewropî davê stûyê xwe û diçe -rastî rayedarên ewropî û amêrîkî  tê, plaanên xwe yên êrîþên ser gelê kurd erê dike, destûra wan digire û vedigere welatê xwe. Û dest bi pêla êþkenceyan  a nû dibe li hember rêberê gelê kurd birêz Abdullah Ocalan, tendurustî û jîyana wî dikeve xeterê, biryara girtina Partîya Civaka  Dêmokratîk (PCD/DTP) tê dayîn. 

Û piþtî van bûyeran hinek rayedarên DYA û YE dibêjin, ku ew „karê Tirkîyayê“ yê hindurîn e.

Belê, hema wisa!

Balkêþ e, çima di pirsa Yûgoslavîyê da wisa nedigotin? Eger wê demê pirsgirêkên dewleta fêdêral ne karê Yûgoslavîyayê yê hundurîn bûn (ew jî wê demê, dema ku di Komara Fêdêral a Yûgoslavîyayê da hemû netew syûbêktên dewleta fêdêral bûn, ango, sazîyên xwe yên dewletê  hebûn), tevkujîya gelê kurd, çawa  dikare karê hindurîn yê KT  be? Û ji bo wê jî Rêxistina Netewên Yekbûyî (RNY), eger ew bi rastî rêxistina hemû netewan e, divê hemû hêz û derfetên xwe bikar bîne, ji bo ku gelê kurd ji êrîþên rêjîma KT biparêze û tevkujîya wî rawestîne. Eger na, wê demê hebûna RNY ji bo çi ye? Eger ewê bibe hêmanekê ji bo ku dewletên gewre di bin sîwana wê da cîhanê jinûva di nav xwe da parvebikin, wê demê rasttir  dibû, ku ew wek Rêxistina Dewletên Gewre û Zorbe bihata navkirin. Û hewce jî nedikir, ku di Tûzika wê da hatye nivîsar:

R’êxistina Net’ewên Yekbûyî van armancan diþopîne:

1. Aþtî û ewlek’arîya navnetewî bip’arêze… 

2. Li ser bingeha rêzgirtina ji prênsîpa wekhevîyê û mafên gelan ê biryarkirina çarenûsa xwe (xwebir’yarkirinê) p’êwendîyên dostane di navbera netewan da pêþ bixe …                                                                  (TÛZIK a RNY, Serê I: Armanc û prênsîp, Gotar a 1)

Balkêþ e, eger ev armanc û prênsîpên wê rêxistina navnetewî ne, tiþtên ku di KT da pêk tên, anegorî kîjan prênsîpên wê ne, û ew çawa wan temûl dike? 

Û ji bilî vê, ma ne di bin sîwana vê rêxistinê da di demên cuda-cada da li ser pirsa mafên mirov û yên netewan ewqas qanûn û biryar hatine girtin: Dêklaratsîona hemtomrî (giþtî) a mafên mirov a RNY (10. 12. 1948), Pakta (peyman) navnetewî ya di derbarê mafên welatîyê û sîyasî da (16. 12. 1966) û Pakta navnetewî ya di derbarê mafên êkonomî (aborî), sotsîalî û çandî da(16. 12. 1966) li holê ne! 

 Û anegorî wan belgeyan mafê net’ewê yê bir’yarkirina çarenûsa xwe (xwebiryar’kirinê) yek ji prênsîpên mafê navnet’ewî ye, yê ku ji hêla hemûyan va hatye naskirin.  Ew di pêvejoya  hilweþandina sîstêma kolonîal da hatye  naskirin û di wê Dêklaratsîonê da hatiye p’ejirandin, ku serxwebûnê bidin welat û gelên kolonîal  (r’êzolyûtsîona 1514 XV ya Assamblêya Sereke ya R’NY, 14.12.1960). Ew paþê ji hêla peymanên navnet’ewî û dêklaratsîonên R’NY va jî hatye pejirandin.  

Balkêþ e, ev r’êxistinên navnet’ewî li k’u dinihêrin, ma gelo K’urdistan û gelê k’urd nak’evin ber statûsa kolonîalî?

Di pakta (peyman) navnet’ewî ya di derbarê mafên êkonomî, sosîalî û çandî û Peymana navnetewî ya di derbarê mafên welatîyê û siyasî da (19. 12. 1966) hatye nivîsandin:  „Mafê    hemû gelan heye, ji bo ku çarenûsa xwe bi xwe biryarbikin (mafê xwebiryarkirinê).  Anegorî wî mafî ew di biryarkirina statûsa xwe ya sîyasî  û misogerkirina pêþketina xwe ya aborî, sotsîalî û çandî da azad in... Hemû dewlet, ên ku beþdarî vê peymanê dibin... divê anegorî  ferzên Tûzika  RNY bi erênî li pêkanîna mafê xwebiryarkirinê binihêrin û rêzê ji wî mafî ra bigirin.“

Lê di Dêklaratsîona di derbarê prênsîpên mafê navnetewî da (24. 10. 1970) tê gotin: „Anegorî prênsîpa wekhevîyê û xwebiryarkirina gelan, ya ku ji hêla Tûzika RNY va hatye misogerkirin, hemû gel mafê xwe hene biryara statûsa xwe ya siyasî bidin û pêþketina xw eya aborî, sotsîalî û çandî pêk bînin, û her dewletek, anegorî ferzên Tûzika RNY, divê ji wî mafî ra rêz bigire“

Di heman Dêklaratsîonê da her weha hatye nivîsandin, ku rêyên pêkanîna mafê xwebiryarkirinê dikare „sazkirina dewleteke serbixwe û azad be, yan ew dikare bigihîje dewleteke din a serbixwe, an bi wê ra bibe yek, an statûseke þêwazekî din bi cî bîne.“

Û, eger ewqas rêxistinên navnetewî bi ewqas qanûn û biryarên xwe va di pirsa kurdî da bêhêz û bêçare dimînin, wê demê ji bo gelê kurd tu rêyeke din namîne, xêncî ku bi neçarî bi hêza xwe ya çekdarî xwe ji tunekirinê biparêze.  

Wê demê xwînê pir’ bir’ije. Û ji bo wê kîyê gunehkar be?  

Helbet ne tenê rêvbirîya KT û xwedîyên wan ên wîalî okînosê, lê wisa jî Rêxistina Netewên Yekbûyî û rêxistinên navnetewî yên din para xwe ya mezin di wî gunehî da wê hebin!

 

*

* *

Weha, serdema qaþo çareserkirina pirsgirêka kurdî bi þêwazê AKP-ê bi fîasko bi encam bû. Rûyê rêjîma tirk a rastîn careke din derket holê. Vê rêjîmê jî da xuyan, ku di pirsa kurdî da ew ji rêjîmên berî xwe cuda nabe. Ku heya destûra Komarê ya bingehîn vî welatî tenê yê tirkan bibîne û tu mafî ji bo gelê kurd nas neke, partîyên sîyasî yên vî welatî wê nanê xwe li ser dijberîya gelê kurd qazenc bikin û di vê dewletê da tu aþtî û aramî nikarin hebin...

Em kurd jî divê xwe bi tiþtên demî têr nekin, divê hemû hêz û derfetên me ji bo guhartina vê rewþê bên bikaranîn. Li vir, di çareserîya pirsgirêka kurdî da kurdên ku di nav partîyên Tirkîyayê yên din da cîyê xwe digirin, dikarin rola xwe ya erênî bilîzin, ji ber ku derba ku rêjîm digihîne netewa kurd, ew digihîje bingeh û dihatûya  wan jî. Ji bilî vê, divê bê zanîn, ku heya, eger ew ne kurd bûna jî, deynekî wan ê mirovî heye, têgînên hûmanîzmê (mirovhezî) û mafê mirov di vê cîhanê da hê bêqîmet nebûne...

Di vê rewþê da rizgarîya gelê kurd tenê dikare bi yekîtîya wî bê destanîn: tu parçeyekî gelê kurd û parçeyekî Kurdistanê nikarin bêyî yên din rizgar bibin. Ev aksîoma ye, ya ku hewcê wê bi piþtrastkirinê nîne...

Û ji bilî wê kîjan kurd dibe, bila bibe û ew bi çi helwestê jî radibe bila rabe, divê em tiþtekî bizanibin:

Birêz Abdullah Ocalan ji bo mafê me û dihatûya zarokên me yên îro di girtîgehê da ye!

Bi dehezaran girtîyên sîyasî jî ji bo wê di hebs û zîndanan da ne!

Partîya Civaka Dêmokratîk ji bo wê bûye hedefa êrîþan û hatye qedexekirin!

Gelê me, ji zarokên hevtsalî heya kal û pîrên hevtê salî, ji bo wê li ser pêyan e!

Ewqas pakrewanên me ji bo wê çê bûne.

Em hemû li van nirxên xwe yên netewî xwedî derkevin!

 

 

 

 

 

 

 

 

  

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org