Pirtûka nû

    Dêroka kurdên Kermanþahê di lêgerînên zanîyara rûs da

Ezîz ê Cewo

 

Weþangeha „Wêjeya Rojhilatê“ ya Akadêmîa zanistî ya Rûssîyayê bi zimanê rûsî pirtûka berpirsîyara Beþê kurdzanîyê ya Înstîtûta rojhilatzanîyê ya Akadêmîyayê Olga Jîgalînayê ya di derbarê kurdên herêma Kermanþahê da weþand. Pirtûka zanyara rûsî, doktora dîrokzanîyê O. Jîgalînayê ya bi sernivîsa „Kurdên herêma Kermanþahê berî û di dema Þerê cîhanê yê yekem da“ rûpelên dîroka kurdan ên heya naha ne di sîyê da derdixe ronayîyê. Ev pirtûk berhema  lêgerînên Jîgalînayê yên dehsalan e. Ewê lêgerînên xwe di warê arþîvên Rûssîyayê, di nav   wan da her weha yên Wezareta karên derva ya Împêratorîya Rûssîyayê, da pêk anîne. Di vê pirtûka xwe da O. Jîgalîna li ser rewþa siyasî ya Îranê radiweste û di nav wê çarçeveyê da jî- li ser rewþa kurdên herêma Kermanþahê. Ew dide xuyan, ka çawa di destpêkê da kurdên wê herêmê dixwazin berjewendîyên xwe biparêzin, û ji bo wê çawa hewl didin dutîretîya nav binemalan da ya ji bo text  Îranê ji bo berjewendîyên xwe bikarbînin. Ewana heya beþdarî tevgera opozîtsîonî (mihalefetî) ya Salar-ed- Dewlê dibin.

Di dema þerê salên 1914-1918-an da kurdên Kermanþahê di navbera du blokên dijberî hev da dimînin: ya gêrman û tirkan ji hêlekê va û ya înglîz û russan ji hêla din va. Xudana pirtûkê dide zanîn, ka kurdên Kermanþahê çawa hewl dane anegorî  têgihîþtina xwe ya serxwebûna netewî û rêalîzma siyasî ya wê demê têkoþîna xwe bimeþînin. 

Pirtûk bi sazîya xwe va pirþêwaz û bi naverokê va dewlemend e.   

Lêytmotîva pirtûka xwe ya zanistî Olga Jîgalîna di pêþgotinê da weha tîne zimên: „Pirsgirêka Kurdistana êtnîkî di rewþên jêopolîtîk ên destpêka sedsala XXI da aktûal dibe, ji ber ku Dewletên Yekgirtî yên Amêrîkayê (DYA) dixwazin li Rojhilata Nêzîk û Navîn bibin hêgêmon  (desthilatdar). DYA hewl dide, di bin navê têkoþîna dijî  totalîtarîzmê û têrorîzma navnetewî da, kontsêpta „Rojhilata Navîn a Mezin“  pêk bîne. Di nav çarçoveya  vê stratêjîya xwe ya sereke da(doktrîna)  ew hewl dide, erd û aqarên stratêjîk li destê xwe bixin, yên ku bikaribûyana berjewendîyên wan ên siyasî û aborî misoger bikirana. Yek ji wan jî Kurdistana êtnîkî ye, û eger  DYA ew  bikra bin bandora xwe, dê  bikaribûya  li ser rêya rikberên xwe yên siyasî û aborî ya berbi herêmê û Kendavê dîwarekî  dane. Evê yekê dê kontrola DYA li ser pêwendîyên aborî yên herêmî û navnetewî misoger bikira. Û Kurdistana „serbixwe“ jî dikaribû bibûya dîwarekî wisa...“ Û xudana pirtûkê evê bi    pêvejoyên piþtî avîtina rêjîma dîktatorî ya  Seddam Huseyn ravedike û dinivîse, ku „...ji nedîtî va nînbûye, ku  salên 90-î yên sedsala XX Kurdistanê (ya baþûr) bala DYA kiþande ser xwe û wê peyra jî netewperestîya kurdan ji bo berjewendîyên xwe daye bikaranîn.“ Her weha Jîgalîna dinivîse, ku  DYA hema piþtî þerê cîhanê yê yekem  xwestye di bin sîwana xwe da „Kurdistana mezin“ ava bike. Wê demê wana xwestye herêmên Îraqê û Îranê yên bi nevtê dewlemend bi destê xwe bixin, yên ku wê demê di bin monopolîya Anglîyayê da bûne... 

Evê doktrîna DYA, ya ku di destpêka sedsala XX da derketye holê, Jîgalîna bi pêþbirka di nav Rûssîyayê û Anglîyayê ya li Rojhilata navîn da dinirxîne. Ew her wehaa dinivîse, ku wê demê di navbera van herdu dewletan da têkoþînek diçû ji bo wê, ka di Împêratorîya Osmanî da berjewendîyên kê dê zêde hebin, an jî rêya berbi Kendavê dê  ji bo kê vekirî be. 

Di nav vê dema aloz da  her welatekî mezin ji hêla xwe va hewl daye, her hêz û qelfekî wê herêma tevlîhev ji bo berjewendîyên xwe bi kar bîne. Û ji bo wê nasî û pêwendî bi wana ra hatine danîn. Û di derbarê van hemûyan da di dîrokê da gelek belge mane. Belgeyên di derbarê kurdên Kermanþahê yên wê demê da jî ketine bingeha lêgerînên xudana vê pirtûkê.

Û bi vî awahî di pirtûka Olga Jîgalînayê ya  „Kurdên herêma Kermanþahê berî û di dema Þerê cîhanê yê yekem da“ xwendevan dikare bizanibe, ka kurdên Kermanþahê di destpêka þoreþa destûrî ya salên 1906-1907-an da di berjewendîyên sîyasî û stratêjî yên dewletên dereke da çi cîyê xwe hebûne.

Peyra beþekî pirtpkê di derbarê têkoþîna kurdan a ji bo xwerêvebirîya herêma Kermanþahê da ye, di bin rêberîya Dawid –xanê Kelhorî da (1913- 1916).

Siyaseta dewletên dereke li hember kurdên baþûr-rojavayê Îranê berî û di destpêka Þerê cîhanê yê yekem da di beþekî pirtûkê yê din da tê nirxandin.

Di beþekî pirtûkê yê din da  jî Jîgalîna li ser pirsgirêka hevgirtin û serxwebûna kurdan  di demajoya bidawîbûna Þerê cîhanê yê yekem da radiweste.

Piþtî rêgerînek a (êkskûrs) dîrokî ya bi hûrgilî Jîgalîna gotina xwe ya di derbarê kurdên Kermanþahê da li ser hev da tîne. 

Di beþê wê tomerîkirinê da ew dinivîse, ku herêma Kermanþahê di dema þerê cîhanê yê yekem da di nav herêmên Împêratorîya Îranê da ya here ne aram bûye. Þûxulkirina sîxurîyên dewletên dereke û hebûna artêþên wan ew herêm kiribûn qada pevçûnên di navbera êl û  eþîr û dewletan da. Di salên berî þêr da kurdên baþûr-rojhilatê Îranê xwe wek beþekî netewa mezin a Rojhilata Nêzîk û Navîn hîs dikirin, lê  bi demê ra tevgera wan a dijî bêdadîya desthilatdarên Îranê û destêwerdanên bîyanîya di nav jîyana gelê wî welatî da gav bi gav rengê netewî werdigire. Ji bo destpêka tevgera kurdî di herêma Kermanþahê da pêvajoyên þoreþa destûrî bûn sedemên giîng.

Piþtî ravekirina pêvejoyên siyasî ên wê demê di herêma Rojhilata Navîn, Kafkasîyayê û tevyîya cîhanê da Jîgalîna gotina xwe ya bi navê „Kurdên herêma Kermanþahê berî û di dema Þerê cîhanê yê yekem da“ ser hev da tîne: 

„Bi vî awayî, çareserkirina pirsgirêka kurdî di nava siyaseta dewletên gewre yên dereke da ne armanceke sereke bûye...Encama beþdarbûna dewletên ewropî di çeranûsa kurdan da li her cîyan xizanî bi xwe ra anîye: xanên ku demekê dewlemend bûn erdên xwe wisa arzan firotin, ku weke belaþdayînê bû, þerên di navbera ber û eþîrên di nava pêþbirkê da didomîyan. Ji ber ku di Þerê cîhanê yê yekem da kurdan gelek windayîyên mirovî  dabûn, deþtên wan nehatibûn rakirin û çandin, gundên wan xalî  bibûn.“

Rast e, pirtûk di derbarê demajoyeke dîrokî ya kin a dîroka kurdên herêma Kermanþahê da ye, lê ji ber ku pirsgirêka wê herêma Rojhilatê Kurdistanê di nav çarçoveya pirsgirêka kurdî bi giþtî û di nav pêwendîyên pêvajoyên cîhannî  da tê nirxandin, qîmetê vê pirtûkê, wek çavkanîyek a dîrokî ya  zanistî, pir girîng dibe. 

 

 

 

  

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org