GEL DIVÊ JI ÇI BAWER BIKE Û BAWERÎYA XWE BI KÊ BÎNE? 

 

 

Ezîz ê Cewo

                         

 

Van demên dawîyê rayedarên Komara Tirkîyayê (KT) li pey hev daxuyanîyê balkêþ didin. Heya serekwezîrê KTR. Erdoxan di parlamênta welatê xwe da bi heyeta PCD (DTP) ra hevdîtin pêk anî. Hate gotin, ku li ser çaresrerîya pirsgirêka kurd axivîne, gotine, ku divê xwînrijandinê rawestînin, divê êdî dayîk negirîn, ku hêvî û bawerîya wan heye… Tiþtne baþ in, eger di praktîkê da pêk bên. Mirov dixwaze bawer bike, lê bawerî bi wan naê. Gotineke gel heye, dibêjin: „Maragestîyan ji kêþa weris  ditirsin!“ Lê dîsa jî mirov dikare tiþtekî bibêje, armanca wan çi dibe, bila bibe, ev bûyerên dawîyê, daxuyanîyên rayedarên tirk her tiþtekî ji kurdan û cîhanê ra dibêjin- ew êdî nikarin pirsgirêka kurdî veþêrin. Û demek a kurt jî wê derbaz bibe, ewê bigihîjin wê bawerîyê, ku bi gotênên gulover û guhartinên kosmêtîk wê êdî nikaribin kurdan bixapînin…

… Belê, îro di Welêt da rewþek a wisa derketye holê, ku hinek bawer nakin, hinek jî ji bûyeran bawer dikin, lê bawerîya wan bi dewletê naê. Eger deh sal berê hinekan bigota, ku wê tiþtekî wisa bibe, wê tu kesî bawer nekira. Lê bûyer li ber çavan in. Heya, dibe ku di bin  heyecana bûyerên vê demê da, hinek serxweþ jî bûne, û rewþa 15-20 sal berê ji bîra wan jî çûye. Çi bikî,   taybetmendîya  mirovan wisa ye: qencî û xirabîyan zû ji bîr dikin…

Hem di nav me- kurdan da, hem jî dervayî me hinek dipirsin: 

-Kurd divê ji van daxuyanîyan bawer bikin, an-na?

Ez dibêjim, pirsdanîneke bi vî  þêwazî  bi serê xwe ne rast e.

Belê, kurd divê bawer bikin. Lê ew divê ji hêza gelê xwe, tevgera xwe ya  rizgarîxwaz û rêberîya netewî bawer bikin.  

Dibe ku pejirandina pirsgirêka kurdî di çavên hinekan da gaveke mezin bê xuyanê (tuyê bêjî, dema wana hebûna gelê kurd nedipejirand, êdî gel tunebû û bi îradeya xwe ya netewî hebûna xwe li wan ferznedikir!). Baþ tê zanîn, ku heya bigihîje vê astê, gelê kurd  têkoþîneke nebînayî daye, ji bo doza  netewî bi dehhezaran pakrewanên me çê bûne, di girtîgehên KT ra bi dehhezaran girtîyên siyasî derbaz bûne, bi hezaran gund û þênîyên welatê me hatine û tên þewitandin û wêrankirin, rêberê gelê kurd hê jî dîl e di destê dewleta dagirker da.   

Gelê me baþ dizane, ku îro çi gav jî ji hêla dewleta tirk va tên avîyin, hemû jî di bin bandora tevgera netewî ya gelê kurd da pêk tê. Ya girîng ew e, ku tu kes wan tiþtan wek  mînaka dilpakîya wan, an jî wek qencîyekê nebîne. Gelê kurd hebûna xwe, mafdarîya xwe bi lehengîya xwe, bi têkoþîna dot û lawên xwe yên hêja, bi serhildan û berxwedana zarokên hevtsalî heya kal û pîrên hevtêsalî daye pejirandin.    

Her çi jî hebe, di nav gelê me da tu kes bi vekirina têlêvîzîonek a bi zimanê kurdî, bi vegerandina navên wargehan ên kevn,  bi pejirandina pirsgirêka kurdî wê neê xapandin. Di Komarê da gelê kurd jî bi xwezayî divê xwedî wan hemû mafan be, yên ku para gelê tirk  derketine, lewra ku ew yek ji netewên bingehîn e, yên ku ew komar damezirandine..

An- na, ji hêlekê va çîyayên Kurdistanê bi þênî û wargehan va didin ber bombeyan,  rêberê gelê kurd birêz Abdullah Ocalan di girtîgehê da dihêlin, hê jî di Destûra bingehî da tu mafekî gelê kurd nîne, heya ew wek netew  jî naê pejirandin, ji hêla din va  rayedarên KT ên here bilind van daxuyanîyan didin! Ji kîjanê bawer bikî? Ji wê, ku hê jî pirsa efûyê tînin rojevê, an çareserîya pirsgirêkê dispêrin wezîrê karê hindur, ango,  dixwazin  pirsgirêkê bi rêbazên polîsî çareser bikin? (Dema  rayedarên Komarê di derbarê efûyê da diaxivin, divê di derbarê efûyekê ji bû dewleta tirk biaxivin, ya ku ji bo sucê li hemberî gelan kirî divê lêborîna xwe ji nûnerên wan bixwazin. Û wê demê gelê kurd jî dikare binihêre, ka  ewê wan efû bike, yan- na.)

A, li vir xwe bi xwe dertê holê, ka gelê kurd kengê dikare ji dewletê bawer bike:

-eger bi Destûra bingehîn bê misogerkirin, ku Komar ji du gelên sereke - tirk û kurdan pêk tê, ku zimanê kurdî zimanê Komarê yê fermî yê duyem e, ku mafên gelên tirk û kurd, her weha  ereb, hûnan, asorî û yên din weke hev in;

-eger rêberê gelê kurd birêz Abdullah Ocalan serbest bê berdan, hemû mafên wî lê bên vegerandin û ji bo çareserîya pirsgirêka kurd  ew  muhatab bê girtin;

- eger opêratsîonên leþkerî  li Kurdistanê bên rawestandin, gund û þênîyên wêrankirî û þewitandî jinûva bên avakirin, penaber li warên xwe bên vegerandin;

Û eger ev hemû pêk bên, wê êdî pêwîstî bi þerê çekdarî nemîne, hemû dot û lawên gelê kurd, ên ku bi neçarî li dijî zulm û zora rêjîmê çek hildane û hilkiþyane çîyan, wê vegerin gund û bajarên xwe û beþdarî jiyana aþtî bibin (Û ji bo vê jî dewlet divê hemû merc û derfetan biafirîne).

Yan- na!...

 

Li þûna peynivîsarê: 

 

Sala 2004-an di paytext Amedê da konfêransa navnetewî pêk dihat, û ez jî yek ji beþdarên wê bûm. Dema rasthatinek a bi gel ra welatparêzekî serpêhatî-bûyarek ji min ra got. Ew serpêhatî wê tucar ji bîra min neçe, lewra ku ew girêdana gel bi doza natewî,  tevgera azadîxwaz û  rêberê wê ra formûle dike. Di vê serpêhatîyê da her tiþt hatye gotin, êdî pêwîst jî nake, ku mirov nirxandinên siyasî yên dûr û dirêj bike.

Weha, ev serpêhatîya biçûk, lê pir bi wate:  

„Dibêjin, dawîya salên 1990 serekfermandarîya artêþa KT  name- fermanekê ji fermandarên wan parleþkeran ra diþîne, yên ku di Kurdistanê da cî-war bûne. Di wê fermanê da tê xwastin, ku ji bo gel bawerîya xwe bi memedçîkan bîne, û alîkarîyê nede apoçîyan û wan di nav xwe  da nehewîne, divê leþker bi her awahî alîkarîya gundîyên Kurdistanê bikin.

Û, dibêjin, piþtî demekê, dema fermandarê qereqola helîkopteran di nav gundê kurdan ra berbi êwirgeha xwe diçe, zarokek a 10-12 salî  bi girî  dike hewar-hêwarze:

- Dêya min ketye ber zarê, gazî bijîþkan bikin,… bibin nexweþxaneyê!..

Fermandarê tirk gazê dide ereba xwe, xwe bi êwirgehê ra digihîne û fermanê dide balafrvanan:

-   Zû bikin,… þansekî baþ ketye destê me, …bi halîkopterê di hewþa wan da daynin, jina di ber zarê da lê syar bikin û bibin nexweþxaneya navçeyê! 

Dibêjin, dema ku leþker dikevin bin milê bûkê, dibin ber derê helîkopterê, ew destê xwe bilênd dike û diqîre:

-Bijî Serok Apo!

Leþker dest ji milê wê berdidin (û ew jorda tê xarê) û bi hêrs jê ra dibêjin:

- Keça…, ma em bên hewara te, û tu jî bibêjî: -Bijî Serok Apo, erê!?

-Erê lê, - jina ciwan li wan vedigerîne,- bila Serok Apo nînbûye, weê hîç li alîyê min da nenihêrya!

 

 

 

 

  

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org