|
Pîroz be! GELÊ ME GIHÎÞTE QONAXEKE NÛ, LÊ MEÞA JI BO AZADÎYÊ DIDOME!
Ezîz ê Cewo Di
hilbijartinên herêmî yên T’irkîyayê û K’urdistanê da gelê
k’urd da xuyan, ku ewê êdî çarenûsa xwe bi destê k’esekî va
bernede, û serk’evtina mezin bi destê xwe xist. Bi vê gavê gelê me ji
bo cîhanê r’agîhand: -Di
welatê xwe da ezê xwedî mafê xwe derk’evim û r’êvebirîya xwe jî
ezê bi xwe pêk bînim!... Tê
bîra we, di pêvajoya berî hilbijartinan da di gund û bajarên
K’urdistanê û mêtropolên T’irkîyê da gel çawa wek derîyayekê fûr
dida?! Û ev derîya diher’ikî û alên zer ên bi gula sor û wêneyên
r’êber Apo û p’akrewanên doza azadîya net’ewî bi xwe r’a danîn…
Û
gelê me bi bir’yar meþya heya serkevtinê!
Û
serk’evtina mezin bila li gelê me û dot û lawên wê yên hêja pîroz
be! Dibe
ku ev demeke dirêj bû, ku gelê k’urd ewqasî xwe nêzîkî azadîyê
nedîtibû. Dibe
ku ev demeke dirêj bû, ku gelê k’urd ewqasî azadî qazenc nekiribû û
hêjayî azadîyê nebibû- bi lehengîya xwe, bi fedek’arîya xwe, bi
R’êberê xwe, bi p’akrewanên xwe, bi bazê xwe yên azadîyê, bi dot
û dayîkên xwe yên hêja… Eger
gelê k’urd (wisa jî her gelekî din!) bindest bûye, bizanibe, ew hêjayî
wê bindestîyê bûye, ji ber ku ewî bi xwe ew r’ewþ ji bo xwe
p’ejirandibûye. Lêbelê
gelê me îro êdî yê berê nîne û bindestî û nuxsanîyê jî
nap’ejirîne. Ew
ji bêhna azadîyê sermest bûye, û yê ku ew ji bona wê Azadîya Mezin
amedekirye, r’ê li pêþîya wî vekirye, di r’êya berbi azadîyê da
serk’êþîya wî kirye, îro di nava çar dîwarên hebsa r’êjîma di
cîhanê da here hov da ne…Û li vir jî ew r’êber dimîne! Û
azadîya gelê k’urd û r’êberê wî- bir’êz Abdullah Ocalan, bêyî
hev nabin, lewra ku yê ku ev gela gîhandye vê r’ojê, ew bi xwe ye, û
îro ew gel jî bûye garantîya azadîya xwe û r’êberê xwe…
Û
gel dilezîne, lê dîrok, a ku demekê dipekya û gelê me pêr’a nedigîhand,
îro çiqasî p’êgiran bûye!?
Gelê me dixwaze demekê berî demekê xwe bi armanca xwe ya mezin r’a
bigihîne, lê dîrok ingirye û p’ir’ bi dijwarî û giran gavên xwe
davêje… „Weha
nabe, tu divê bêyî guhar’tin, tu nexwazî jî, ezê te biguhêr’înim!“
– gelê me ji dîrokê r’a dibêje û meþa ji bo azadîyê didomîne…
Van
bûyerên dawîyê- pîrozbahîyên Newrozê, kampanîya berî hilbijartinan
û… bi encambûna hilbijartinan ez birim serdema sovêtî, dema ez þagirtê
dibistana navîn bûm. Tê bîra min, helbestek li ser lehengîya leþkerê
sor hebû. Di deþta þer’ê dijî dagirkerên faþîst da (1941 -1945) leþkerekî
sovêtî ji berika dijmin p’akrewan dibe. Hevalê wî ji berîka serkirasê
wî yê leþkerî nasnameya wî ya leþkerî derdixe (berika dijmin ew qul
kiribûye û dilê wî hingavtibûye),
vedike, dinihêr’e, ku fotoyê keç’eke ciwan jî di navda ne. Ew
li piþt wêne dinihêr’e, wî leþkerê leheng li wir nivîsîbûye:
„Ji bo welatekî weha, ji bo keç’eke weha hêja ye, ku mirov þer’
bike û p’akr’ewan bibe!“ Ev
gotinên han hert’im li ber guhê min in û bi r’oja îroîn r’a ew ji
bo min ji nûva wat’edar dibim, û ez bi bawer im, ku her doteke gelê me,
her lawekî gelê me îro bi bir’yar di dilê xwe da nivîsye: „Ji
bo gelekî weha, ji bo welatekî
weha hêja ye, ku mirov bitêk’oþe û p’akrewan bibe!“ ...Meþa
ji bo azadîyê didome. Û dihatûya r’onî- r’oja Azadîya Mezin ne dûr
e!
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org