|
Ziman-
wek ziman! HINEK NÊR´ÎN Û R´AMAN LI SER P´ERGALA ZIMANÊ K´URDÎ Û ZIMANZANÎYÊ
Ezîzê Cawo
Îro
li ser astên cuda- cuda di derbarê pirsgirêkên bingehîn ên zimanê k´urdî
da goftûgoyên cihêr´eng pêk tên. Ew goftûgo heya r´adeyekê pirsgirêkan
destnîþan dikin, lê p´ir´ê caran jî ew bêt´ir ji xwe r´a pirsgirêkan
tînin, û ew pirsgirêk jî ne anegorî qanûn û normên zanista di derbarê
zimên da tên nirxandin. Li ber ç`avan e, ku di warê ziman û r´êzimana kurdî da gelek pirsgirêk berev bûne, yên kû divê anegorî qanûnên zimanzanîyê bêne serer´astkirin. Ji ber ku pirsên zimên ne hert´im e, ku xwe dspêrine hinek daxwazên civakî. Ew pirs pirsne zanistî ne! Mînak, ji bo xatirê wê, ku di nav civakê da hinek hê jî dibêjin: ´Roj li dora Cîhanê dizivir´e.´- an hinek axavtvan di gotina xwe da tewanga navdêr dikurtisînin (wek: lehengên K´urdistan, T´evgera azadixwaz a welat û yên din), an jî bi k´urdîyeke çewt diaxivin (keç´a herî bedew; vî pênûsî; tu k´uda diçe; pirsa herî girîng), nayê wê wat´eyê, ku divê em jî wisa bip´ejirînin û t´evbigr`in. Ya ku net´awetîyê dide mirov jî ew e, ku gelek nûnerên sazî û organên weþana me iro vê yekê li gel ferz dikin. Ya din pirsa alfabê û r´êzimana k´urdî ye û di nav vê çarçeveyê da jî- pirsa Mîr Celadet Bedirxan. Bi
nêr´îna me, Bedirxan ne ji bo wê mezin e, ku wî li ser bingeha tîpên
latînî alfabêyek ji bo k´urdî amadekirye. Wek ku tê zanîn, hê di
destpêka damezirandina sîstêma Sovêtê da li Ermenîstanê li ser
bingeha tîpên ermenî alfabêyek ji bo kurdî hatye amadekirin (s. 1921,
Hakob Xazaryan), nîveka salên 30`î yên sedsala bihurî disa li vir li
ser bingeha tîpên latînî alfabêyeke din ji bo k´urdî tê amadekirin
(Erebê Þemo), û divê bê gotin, ku ev alfabê bêt´ir bersîva sîstêma
dengan a zimanê k´urdî dide. Lê piþtî salên 50`î li ser bingeha tîpên
kîrîlî alfabêyeke din dik´eve jîyanê (Hecîyê Cindî). Û ji van her
alfabêyekê weke xwe xizmeta ziman, wêje û çanda k´urdî kirine. Dîrokê
ji amadek´arên wan r´a gotye û wê hê jî bibêje- spas! Lê Erebê Þemo
wek r´omannivîs mezin e, Hecîyê
Cindî jî- wek zargotinzan (folklorîst) û wêjevan...
Ji ber ku amadekirina alfabêyekê li ser bingeha alfabêyeke din, tê wat´eya
bik´aranîna alfabêyeke biyanî ji bo zimanê xwe. Û ev jî tiþtekî
teknîkî ye! Êdî
em nabêjîn, ku hê bi hezarsalan berê, dema dagirk´eran çand û nivîsa
me binp´ê û t´unekirine,
alfabêyên din ên bîyanî li stuyê gelê me alandine (aramêî, erebî). Ji
bilî vê, hema her zimanekî cîhanê, yê ku li ser wan lêger´în û lêk´olînên
zanistî tên pêkanîn, xêncî alfabêyên wan, her weha transkrîpt´sîonên
(tîpveger´î) wan ên li ser bingeha tîpên latînî hene. Êdî ji zûva
di nav zimanzanîyê da hatye p´ejirandin, ku ji bo lêger´înên zanistî
tîpveger´îyên wî reng´î bên bik´arbînin. Ji bo ku her zanyar- lêk´olînerek,
dema lêgerînên zanistî pêktîne, bikaribe mînakên wan zimanan bixwîne
û bik´arbîne! Bedirxan,
bê guman, mirovekî mezin e! Lê ew ji bo tiþtekî dinê mezin e: ji bo
lehengîya di warê r´amana net´ewî û welatp´arêzîya k´urdî da. Ew
wek r´ewþenbîr û welatp´arêze mezin e. Li ser vê r´êyê û ji bo vê
armancê alfabêyeke wisa ji bo Bedirxanê Mezin p´ergaleke pêkanînê bûye.
Ew jî, dema ewî alfabê amadekirye, merc û derfet´ên wê demê yên
teknîkî hildaye ber ç´avan. Û wê demê jî merc û derfetên teknîkî
p´ir´ bi sînor bûne. Ji bo
wê jî li hember hinek tiþtan wî ç´avên xwe girtine. Armancek li pêþya
wî bûye: çi dbe, bila bibe, bi tîpên latînî weþana k´urdî pêkbîne,
û anegorî zanînên xwe yên zimanzanîyê ji bo k´urdî rêzimanekê
amade bike. Û di vî warî da Bedirxan r´ola xwe ya dîrokî lîstye. Gelê
k´urd evê yekê baþ dizane û qîmetekî mezin dide lawê xwe yê
mezin... Û hîç hewce
jî nake, ku vî mirovê mezin bi amadekirina wê alfabê û di çarçoveya
wê da binirxînin û qîmet bikin! Ya
din jî, Bedirxan destpêkek bû, destpêk, ya ku divê bibe bingeh ji bo pêþk´etinên
mezintir û pêþvatir. Lê, ger em tiþtên ku wî êdî nivîsîne, li ser
hev dubare bikin û bibêjin, ku Bedirxan weha- weha gotye, ew tê wê wat´eyê,
ku mirov di cî da, li dor xwe bizivir´e. Ji
bilî vê û derveyî vê di cîhanê da zimanzanîya giþtî (linguistic)
pêþk`etye, di dîroka wê da gelek pisporên navbilind hebûne (Vilhêlm fon Hûmboldt, dê Sosyûr, Yêspêrson, Maks Myûlêr,
Mêyê, Hyûbþman, Sêpîr, Þmîdt, Trûbêtskoy, Oratorskî û
yê din), lê dîsa jî zimanzanî di cîyê xwe da
nesekinye û nasekine jî. R´êzimanên
gelên cîhanê hene, di paþila akadîmî, xwendegeh û zanîngehan da pêþk´etine.
Lê hê jî ew gelana anegorî pêþveçûnên zanista di derbarê zimên da
r´êzimanên xwe pêþ dixin û guhar´tinan dikinê. Her weha di dema Sovêtê
da di nav sîstêma Akadêmîya zanistî da k´urdzanî û, bi t´aybetî jî,
zimanzanîya k´urdî pêþk´etye. Zimanzanên sovêtî mîraseke mezin li
dû xwe hiþtine: Qanatê K´urdo, Çerkezê Bek´o, Îsahak
T´sûkêrman, Yûlîya Avalîanî, K´erîm Eyûbî, Îraîda Smîrnova,
Zerê Yûsûbova, R´ûslan T´sabolov û yên din. Zimanê
k´urdî t´aybetmendîyên xwe yên sazîya deng û p´eyvan û r´êzimanî
heye, lê hinek tiþt hene, ku ji bo hemû zimanên hindewropî (û ne t´enê
ji bo wan!) giþtî û hevbeþ
in. Û di vî warî da jî di pêvajoya dîrokî da k´arekî mezin hatye
kirin, gelek qanûn û prênsîpên van zimanan ên hevbeþ û giþtî derk´etine
holê û bi zanistî hatine t´omerîkirin, û hîç hewce jî nake, ku em
ji nû va duçerxê (piskilêt) bihinarînin, ew jî- bi kurtî- kêmasî û
þaþîyan va. Dema
di derbarê pirsgirêkên zimanê k´urdî da tê axavtin, divê ew axavtin
t´enê li ser prênsîpên zimanzanîyê be û divê gotina sereke jî ya
pisporên zimên û zimanzanîyê be. Eger- na..! Û
pirs û pirsgirêkên sereke yên r´êzimana k´urdî jî ji alfabêyê
destpêka xwe hiltînin. Eger
di wê alfabêyê da, ya ku di Yekîtîya Sovêtê da li ser bingeha tîpên
latînî hatibû amdekirin (Erebê Þemo), çend tîpên zêde hebûn, lê
alfabêya ku Bedirxan amadekirye, di wê da pênc tîp t´êrê nakin. Û ev
jî ji hêlekê va nivîs û sazîya ferhenga zimanê k´urdî nivîþkan û
lewaz dike, lê ji hêla dinê va xwendina k´urdî ya r´ast dijwartir
dike. Her weha, gelek bêjeyên k´urdî ji ber van sedeman nav hev da
dihelin, winda dibin û zimanê k`urdî, yê ku di dîrokê da bûye xewdîyê
dewlemendîyeke bê ser û bin, hejar û bêhêz dibe. Wek
ku tê zanîn, di zimên da ew deng divê bibin xwedî tîp, ên ku, dema di
p`eyvê da bi tîpeke din tên guhar´tin, wat´eya wê p´eyvê tê
guhartin, ango ew dibe peyveke din, an jî bêwat´e dibe. Dengên weha di
zimanzanîyê da fonêm (navdeng) tên
navkirin. Mînak : ker-
k´er, kar- k´ar, ku-
k´u, ka- k´a, kew-
k´ew; ker-
ker´, ber-
ber´, bir- bir´, girik-
gir´ik, ro- r´o;
par-
p´ar,
pê- p´ê,
paç`- p´aç; ta-
t´a,
tep- t´ep,
tê- t´ê, terk- t´erk;
çar-
ç´ar,
çir`ik- ç´ir`ik,
çeng- ç´eng, çem- ç´em. Di gelek zimanên cîhanê da bi tîpekê peyvek an du peyv hene, lê dîsa jî di ferhengên wan da beþê wan ê cuda heye... Lê ya me? Di zimanê k´urdî da bi sedan p´eyvên bi van pênc navdengên (fonêm) bingehîn sazbûyî hene, ên ku dewlemendîyeke awazî didin zimanê me, bi weþana her ferhengekê r´a bê þop winda dibin… Eger alfabêya zimanekî li ser pirênsîpên zanista di derbarê zimên da wisa hatibe sazkirin, ku her navdengek xwedî tîpekê be, wê demê hem xwendin û nivîsandina wî zimanî hêsatr û r´asttir dibe, hem jî qanûnên zimên ên hindur´în binp´ê nabin. Jixwe,
ya ku îro zimanê k´urdî pêwîst dike jî, ev bi xwe ye! Zimanzanî
heya r´adeyekê zanisteke mat´êmatîkî ye, hemû qanûnên wê bi hiþmendî
girêft´erî hev in, þaþîya qanûnekê hemû sazîya zimên t´evî hev
dike. Yekî ku çavê xwe bi zimanê dê vekiribe, ne ku piþtî t´emenekî
xwe yê mezin fêrbûbe, dema her þaþîyekê dibihê, ew þaþî wek þîþekê
ya sorkirî guhê wî qul dike... Ziman
organîzmeke zêndî ye. Divê her dilxazekî zimanê dê ji bo paqijî û zêndîtîya
wî têk´oþînekê bike, ji bo kû k´urdîya þêrîn di devê zar´okên
k´urd da xiloxaro û berovajo nebe, zimanê dê þêrînîya xwe winda
neke... Ev
nêrîn û r´amanan, ên ku me
anîne zimên, her t´enê despêkek e ji bo goftûgoyekê li ser r´êya r´astaxavtin
û r´astnivîsandina zimanê k´urdî. Emê bi t´evayî bên ser wê r´amanê,
k´a zimanekî çawa me divêt, k´a divê xwedî û axvtvanên zimanê dê
çawa li wî zimanî xwedî derk´evin, wî bip´arêzin û bispêrine destê
dihatûya me- zar´okên îro. Em
hêvîdar in, ku goftûgoya meyê berdewambibe! Li
þûna peynivîsarê: Dema
me di daniþgeha Yêrêvanê da dixwend, serpêhatîhek wek anêkdotekê
(laqirdî) di nav xwendk´aran da diger´ya. Ê,
anêkdot jî, dibêjin, bê sansûr in. Hem jî dibêjin, ku di her laqirdîyekê
da t´enê
piç´ek
laqirdî ye. Weha,
digotin, ku rojekê ´pr´ofêsorekî
zimanê ermenî piþtî pîrozkirin r´ojbûna
dota xwe, derengê þevê- derdorê katê 2. ji mala dota xwe dertê, ku her´e mala xwe. Di kolanên bajarê kevn ên tarî da sê-çar
xort r´ê
li wî dibir´in, ç´ekên
xwe dik´iþînin,
bi ermenîyeke t´evlîhev jê r´a dê didin ç´êr´a û li ser da diqîr´in, ku ew berîkên xwe valabike. Ev mamostayê rûspî´ met´mayî,
bi ç´avên
t´uje hêsir, bi k´elogirî li wan dinihêr´e, lalome li zimanê wî dik´eve û bi zor û cefayekî dibêje: -
Çima, kur´ê
min, tu çima bêhurmrtîyê li zimanê me dikî, wisa bi þaþî
didî çêr`a? -
Ma eger ez ji te r´a
bi zimanekî r´ast bidim ç´êr´a,
tuyê berîkên xwe vala bikî?- Xort
hewl dide, bi psîkolojîya kalê ra´
blîze. -
Belê, belê, ezê her tiþtî bidim we, t´enê bêhurmetîyê li zimanê me nekin, bi zimanekî
paqij biaxivin! - Pr´ofêsor
lê vediger´îne. -
Ê, bi zimanê we yê r´ast
û paqij divê ez çawa ji te r´a
dê bidim ç´êr`a?- Xortê berzeq weha bi t`ir`ane ji pr`ofêsor
dipirse... Pr´ofêsor ji r´êbir´ê xwe r´a dibêje,
k`a ç´êr
bi r´êzimanî
çawa r´ast
dibe. Xort vê carê bi ziamekî r´ast
ji pr´ofêsor r´a dide ç´êra,
evê te jî bi dilekî baristan çizdanê xwe derdixe, ji bo r´êya xwe tiþtekî jê
hiltîne, yên din dide wan r´êbir´ên þevê û
ji xwe r´azî,
ji þabûna di bin simêlan da distrê û r´êya xwe didomîne, diçe... Ev
serpêhatîyek e, û k´esek nikare bibêje, k´a gelo ew bi r´astî k´engê
û li k´u pêkhatye. Lê her carê, dema ez axavtineke kurdî ya çewt
dibihên, an nivîseke bi r´êzimanî þaþ dixwînim, her carê ev serpêhanî
tê bîra min...
E.C. |
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org