EWÎ ÊÞ Û EVÎNA WELÊT JI XWE RA BIRIN

(Ji bo bîranîna nivîsk’arê k’urd R’ezo Osê)

 

 

Ezîz ê Cewo

 

 

 

Dema ez pê hesyam, ku nivîsk’arê k’urd R’ezo Osê çûye ber dilovanîya Xwedê, p’ir’ xemgîn bûm û di nav mitalan da ez veger’yame wan r’ojên bihurî, dema ji bo beþdarî sêmînara navnet’ewî bibin, em hatibûn Amedê û me pênc r’ojan bi hev r’a demeke p’ir’ dagirtî û bi wat’e derbaz kir. 

Sal 2005 bû!

PENa navnet’ewî, Navenda PENa k’urd û PENa t’irk 20-25 ê adara 2005-an li bajarê Amedê li ser pir’r’engîya çandî sêmînarek li dardixistin. 

Vê carê k’urd û ewropîyan û endamên PENa t’irk jî bi wan r’a, di nav hev da li ser p’ir’çandîya vî welatî, mafê zimanê k’urdî axivîn... Bi serê xwe ev tiþtekî balk’êþ bû bû.  Ji ber ku di nav sînorên dewletekê da, ya ku bi destûrî hê jî hebûna gelê k’urd napejirîne, li bajarê Amedê li ser ziman, çand û navê k’urdî gotar dihatin xwendin, axavtin dihatin kirin…  

Ji  bo me hemûyan dubare cejn bû: em li p’ayt’exta K’urdistanê –Ameda kevnar berev bibûn, me û  bîyanîyan  (di nav wan da –wisa jî yên t’irk!) bi hev r’a dê li ser ziman, wêje, huner û çanda k’urdî biaxivyana, emê bi k’urdistanîyan r’a beþdarî pîrozkirina cejna Newrozê ya 2617-an bibûna! 

Dema mêvan di mêvanxaneyê da diêwirandin, wisa çêbû, ku ji bo du beþdarên konfêransê nomêreke mêvanan  a ducîyê mabû. K’armendê mêvanxanê berbirî min bû: “Mamosta,- got,- tu û R’ezo Osê mane, îro îdare bikin, sibê odeyên din azad dibin, emê we ji hev cuda bikin, ji bo hûn  bikaraibin hêsa k’arbikin.” 

Sibetirê heman mirov berbir’î me bû û got: “Mamosta, cîyên we amade ne, hûn, her yekî we, dikarin, herin odeyên xwe!” 

Me herduyan li hev nihêr’î û bi yekdengî got: “Em di cîyekî da naçin, cîyê me baþ e, me ji hev cihê nekin!” 

Ew çar –pênc r’ojên ku em bi hev r’a bûn, li ber min cîhanek a nû vekirin. Di destpêkê da, dema em bi hev r’a nas bûn, çi gunehê xwe veþêrim, min bi xwe ji xwe r’a got: “Çi mirovekî bêdeng e, dive mirov peyvan ji devê wî bi zorê bikiþîne!?…” Lê paþê her tiþt berovajî vê derket, sowbet û galegalên me heya derangê þevê didomyan. Ew nîgara wî ya mirovî, ew ça’vên wî  yên tuje hest û r’aman di nav bîra min da bûne dîmen û wêne û bîrî. 

Tê bîra min, roja yekem, dema em di odeya mêvanxaneyê da r’ûniþtibûn, min jê pirsî.

-Tu ji Qmiþloyê bi çi têyî vir, mamosta?

- Bi erebê!- bersivand. 

- Wê demê, dibe ku, te hinek tiþt nedîtibin.

- Wek çi?- Pirsî.

- Tiþtin hene, ku tu dikarî t’enê di balefiran da bibînî: dema balafir’ dadik’ete Amedê daxuyanî t’enê bi zimanên t’irkî û înglîsî dihatin dayîn. Tuyê bêjî em nedihatin p’aytexta K’urdistanê, tuyê bibêjî li wî bajarî k’urd tunebûn.

Û, xêcî wê, ez sala par jî li Amedê bûm. Vê care jî dîsa li ser  dîwarên Amedê navên k’ûçeyan û tiþtên din bi t’irkî ne, dîsa di dibistanan da p’erwerde bi zimanê t’irkî ye, dîsa yên ku diçin kûrsên zimanê k’urdî, li ser tilîyên du destan dikarî bihejmêrî… Ez ku van dibînim, melûlîyek dadik’eve ser r’uhê min, ez ber mirovayê va þerm dikim û cîhan di çavîn min da tarî dibe.

- Lê em çi bibêjin,- ewî hizingek a k’ûr r’ahiþt û domand,- hûn bi mêvanî tên, wan tiþtan cara yekem dibînin û dibihên, lê em wê herr’o jîyan dikin, ew agir herr’o li ser ç’ermê me diþixule û kezeva me diþewitîne. Me þîrê dayka xwe bi wan telî-tengîyan û zulm û zorê mêtye… Ez dizanim tuyê bibêjî, ku kal û bavên we tiþtên ji vê girantir dîtine û hemû ji we r’a gotine. Ew r’ast e! Lê ew hemû wan dîtye, ne ku –we, hûn di welatekî wek ê Sovêtê da mezin bûne…

R’oja cejna Newrozê bû. Li hemberî sehnê ji bo mêvanan cî amadekiribûn. Nêzîkî min bû: 

-         Ka, em jî neçin, mamosta?

-         Ez nema têm.- Min gotê.

-         ???- Mat’mayî û bi pirs li min nihêrî.

-    Ez cara yekem cejna Newrozê, li welêt, li p’aytext Amedê pîroz dikim… k’a, em herin nav gel…- Min gotê.  

     Me destê hev girt û em niqoyî nava derîya mirovan bûn… Û dema axavtinan û stran û awaz û dîlanan ewê deryayê fûr da. Û em weke qaþilê bikeve devê p’êlên deryayê ji hevdû qetyan û me di wê derîyayê da hev winda kir…

Piþtî demekê me li ber otobûsan hev dît. Em herdû jî- westyayî û ji hal ketî, pejmûrde…

Vebeþiî û bi nîvlaqirdî got:

-   Ha, çawa bû? Dibînî, agirekî çawa di nav gel da heye, ji bi ku bikaribî bi nigê wî r’a r’abî- r’ûnêyî û bilivî, tu dizanî çi hêzek pêwîst dike? Lê ez û tu? Êdî ev nîþanên kalîyê ne?- Bi k’en got û mile xwe li mile min xist.- Ew ne cîyê meye, bavo, em nikarin ber wê k’elê xwe bigirin, tiþtê ku em bikin, t’enê wat’eyî ye. 

-   Bi r’astî jî wisa ye,- min lê veger’and,- ji  bo ku mirov bikaribe xwe di nav vê k’elê da heya dawîyê li ser p’êyan bigire, dive li vir û di nava vî gelî da gihîþtibe… Em xerîb ketine, mamosta.

-   Hûn xerîb k’etine.- Kenya û gotina xwe domand.- Bi r’astî, dema p’êlên derîya mirovan  tu wîyalî-vîalî dibirin-tanîn, çi dihate heþê te? Balk’êþ e, ne? Cara yekem e, li ser xaka kal û bavan û di nav girseya gelê xwe da, ew jî bi vî r’engî! 

-   Zanî çi? Min bi xwe ji xwe ra digot, ma wê çi bibûya, ger ez li vir hatibûma cîhanê, min li vir çavên xwe li ser cîhanê vekiribûya û dawîya jîyana xwe jî di nav vê xaka pîroz da bihatama veþartin û bi wê r’a bibûma yek!..

Lê ya te?- Min jê pirsî.

-   Ya min çi? Ji xwe wisa jî ezê di nav vê axê da bême heqkirin, li Serxetê, yan li Binxetê be, hîç ferq nake, hema, k’a r’ewþa vî welatî û vî gelî wê demê dê çawa be!?..

Wî çaxî min xwezîya xwe bi wî anî.

Her çiqas,  ew ji gel û Welatê min kêm bû, ez îro jî xwezîya xwe bi wî tînim.

Bila Bihuþt p’ara wî be! 

Bila k’urd û K’urdistan xweþ bin!

Bila malbat û pismam û heval-hogirên wî xweþ bin!

Emê  bîrîya wî bikin!

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org