|
Ji birayê min ê pênûsê Hemîd Dilbihar r’a!
Korda Mad (Ezîz ê Cewo)
Ey
r’astîya
mirovayê,
Birayê
hêja, me bi dilekî kovan agahîya girtina te bihîst, û, wek ku bûye r’izm,
divê min nameyek ji p’aþayê
t’irk
r’a,
yek ji p’aþyê
amêrîkî r’a,
yek ji p’aþayên
p’aþalîkên
ewropî r’a
û … yek jî… ji Xwedê r’a
binivîsya, yê ku … (Wek gurên devbixwîn li ser me da tên me digirin,
azadîya me qeyd û çîdar dikin û dibêjin- nameyan ji vî û vî r’a
binivîsin!) Evên
pêþin p’aþa
ne, û p’aþa
jî, tê zanîn, k’î
ne û çi ne… Yê dawîyê jî vê demê guhê xwe li ber hewar û gazîya
gelê me girtye û bêdeng dimîne. Û her t’enê
mane em, gelê xwe û welatê xwe va –bi hemû hest û r’aman,
sewda û hêza xwe ya net’ewî
va- li hember vê bêdadîya mirovahîyê…
Îjar
dibêjin, bi biryara dadgeha t’irk
tû hatî girtin.
Þerma
mirovayîyê- t’irk
û bidadî!?
Ji
bo çi?! Ji bo wê, ku tu bi ba, av, hêþnayî, dar û daristan, kevir û kûç’ik
û gelî- gebozên welatê me r’a
k’etî
nava galegalan û r’oja
gelê xwe ya îro ji wan r’a
gotye? Te p’erdeya
r’ûyê
mirinê çirandye û ew þermezar kirya, ji ber ku te lehengîya keç û lawên
gelê xwe straye û p’akr’ewanbûna
wan wat’edar
kirye?! K’î
çi dixwaze, bila bibêje, wê demê bê, û gelê me wê bi kesên weke we
dada van p’aþayan
û hevalbend û hevk’arên
wan bike. Belê, wê demê bê, û mirovayê ji bo evan kirên van
mirovxuran dadgeheke wek ya Nyûrnbêrgê damezirîne, û, wek ku dada
merivkujên faþîst di dema xwe da kirine, wê ya van jî bikin. Lê ji bo
wê têk’oþîneke
mezin me divê… Îro ev dewletên dagirker ji bo gelê me wek girtîgeha
ne… Bi dehhezaran dot û lawên
gelê me yên hêja di nav wan da jî r’êberê
net’ewî
Abdûllah Ocalan îro di wan dewlet-girtîgehan da avîtine girtîgehan…
Û yên ku azadîyê ji we hemûyan û ji me hemûyan r’a
bîne jî têkoþîna gelê me ye- bi r’êberîya
xwe, bi lehengên serê çîyan û li bajaran, bi siyasetmeder, helbestvan
û rojnamegerên xwe, bi
mamostayên k’urdîya
þêrîn, bi kal û pîrên me, bi dayîkên me yên aþîtyê û aþtîxwaz
… û bi wê zarokê, ya ku di kolanan da kevirê p’ara
xwe davêje tank û p’anzêrên
dagerkeran… Bi
her girtineke me r’a,
bi her îþkenceke me r’a,
bi her p’akrewankirina
me r’a
wehþîyên devbixwîn gor’a
xwe dikolin, gor’a
dagirkerî û zulmk’arîya
xwe ya sedê salan… Gelê me xwest bi mirovayî bi hemû cînarên xwe r’a
bijî, lê wan bi kiryarên xwe berê me dan r’êyeke
din. Û r’ojekê
bê, wê tevirk’olên
vê sîstêma dijmirovayê ji nav me r’abin
û wê bavêjine ser bermayên dîrokê… Birayê
hêja, bûyera girtina te careke din berê min da r’ewþa
gelê me ya îro, r’êka
wî ya dîrokî, dîmenê wî – wek netewekê: min
bala xwe da gelê me yê
serhildêr, ê ku kes bi kes, k’om bi k’om, t’ax bi t’ax, gund bi
gun, bajar bi bajar- li hemû cîhanê r’abûne ser p’êyan û
dibêjin:“Êdî
bes e, em azasdîya Welatê xwe û Serokê xwe dixazin!” “Êdî bes e,
em zimanê xwe yê dayîkê dixazin!” Çi biryareke mezin di wî da heye,
mirov t’enê
dikare bi vî gelî serbilind be û bi dil bibêje: -Ji
bo vî gelî, ji bo vî welatî hêja ye mirov bitêkoþe û p’akrewan
bibe! Dilbaharê
hêja, tu baþ dizanî, ku di vê têk’oþîna
xwe ya pênûsî da tu t’enê
nînî, û r’oja
bahara dile me hemûyan her têkoþîna gelê me ya yekgirtî dikare
bigihîne! Bi
silav û rêzên biratîyê, Korda
Mad (Ezîz ê Cewo) 26.
09. 2008.
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org