Ezîzê Cewo

MITALEDARÎYA KURDÊN  SOVÊTÊ LI SER DURÊYANÊN DÎROKÊ

 

Sala 2008-an civaka kurd a wêjehez

100-salîya nivîskarên kurd

ên navdar, damezirênêrên wêjeya kurdî  

ya sovêtî Hecîyê Cindî û Casimê Celîl

bi bîr anî.

Ev gotar dîyarî ye ji bo bîranîna

wan mitaledarên kurd ên navbilind!

Tuyê bêjî, ew duh bû, dema Ermenîstan k’omareke Yekîtîya Sovêtî bû. Tuyê bêjî  her  r’ojek me ji wan deman cuda dike, dema R’adîyoya Yêrêvanê  r’ojê kat û nîvekê bi zimanê ku’rdî bernameyên xwe p’êþk’êþ dikirin, hevtê du caran r’ojnameya “Riya teze” bi zimanê k’urdî  derdik’et, di Zanîngeha Yêrêvanê ya Dewletê da Beþê K’urdzanîyê hebû, bi giþtî di  zanîngeh, înstîtût û xwendegehên Yêrêvanê da ji sedî jortir xwendk’arên kurd hebûn, di dibistanên 24 gundên k’urdan da hevtê du katan dersên ziman û wêjeya k’urdî didan, di sîstêma Akadêmîya Zanistî da Beþê K’urdzanîyê hebû, Yekîtîya nivîsk’arên k’urd k’ar dikir û k’omeke mitaledarên (întêlêktûal) k’urd di wê k’omarê da bi heybet beþdarî jîyana k’omarê ya çandî dibû.  K’urdan r’engê xwe dabû k’eskesora çandî ya Ermenîstanê... Lê hê berî vê di navçeya k’urdî ya Elegezê da T’êatroya k’urdî ya dewletê k’ar dikir, di Yêrêvanê da Xwendegeha mamostatîyê ya k’urdî hebû, ya ku mamostayên ziman û wêjeya k’urdî ji bo dibistanên gundên k’urdan amade dikirin.

Wê demê gelek tiþt bi þêwazê hebûna xwe û bi þêweyê pêkanîna xwe va ne bi dilê me bû, t’êra me nedikir. Me r’exneyên xwe nivþê berî xwe dikirin, û ew jî vedibeþirîn û ji me r’a digotin: “Çi ku ji me hat, me kir, naha dora we ye, ka em binihêrin, hûnê çi bikin!Wisa ye, nak’okî û dijberîyên di  nav nivþên cuda da dikarin  bibin  hêza  pêþkevtin û veguhêrînên mezin, lê...   

Lê demek pêr’a gihîþt, ew hemû bû xewn û ew xewna jî betal bû: 8-ê berfanbara sala 1991-î serekkomarên Rûssîyayê, Ûkraînayê û Bêlorûssîyayê di hêsageheke nav daristana Bêlovêjê (Bêlor’ûssîya) da berevbûn û biryar kirin, ku Yekîtîya Sovêtê ji hev belav dibe...

Û di wî welatê gewre da deng ji  k’esekî jî derneket...  

Hinekan gotin, ku destê xiyanetê di vê yekê da hebû!

Hinekan gotin,  ku ew pêwîstîya dîrokî bû!

U hew! Lê goftûgoyên li ser bûyerên wê deml hê jî didomon.

Li ser wan bûyerên dramatîk her kesê nêrînekê bîne zimên, lê dîsa bi demê r’a Dîrokê qîmetê xwe yê r’ast hê paþê bibêje...!

Piþtî hilweþîna Yekîtîya Sovêtî her k’omareke wê bû dewleteke netewî ya serbixwe, û ji wan her yek li pey berjewendîyên xwe yên netewî bû... Û k’urd vê carê jî li ser dur’êyana dîrokê ya  k’oçberîyê sekinîn.

K’urdên herêma Yekîtîya Sovêta berî damezirandina Yekîtîyê welatîyên Împêratorîya R’ûssîyayê bûn, û piþtî hilweþîna Împêratorîyê û avabûna k’omarên Sovêtî yên Sotsîalîst, bûn welatîyên wan k’omaran. Pey r’a jî  Yekîtîya Sovêtê hate damezirandin û k’urd bûn welatîyên wê... Û piþtî hilweþîna Yekîtîyê ew li wan navberan man. Hinekan berê xwe dan Fêdêratsîona R’ûssîyayê, ji ber ku pêþîyên wan welatîyên R’ûssîyayê yên demekê bûne, hinekan berê xwe dan welatên Ewropa r’ojava, heya hinek çûn bi Kanadayê, Çîn, Japon û Awstralîyayê va derk’etin... Lê hinek bi cîyekî va neçûn, ji ber ku derfetên wan ên çûyînê nînbûn...

Û jiyana k’urdên Sovêtê bû dîrok- bi koçberîyên xwe, bi hilketin û daketinên xwe, bi sekina xwe ya welatî û bajarvanîyê va, bi çand û hûnera xwe, wêje û r’engê xwe yê net’ewî va.

Û ev hemû nirx îro koçber bûye li cîhanê diger’e, ji bo ku r’ê û r’êbazan p’eyda bike, ku bibe beþekî nirxên r’ewanî (r’uhî) û çandî yên net’ewî û bik’eve xizmeta gel û welatê  xwe.

Û îro, piþtî panzdeh salên pey serdema sovêtî r’a hinek di hindur û derva da dixwazin tê bigihîjin, k’a çawa mitaledarîya (rewþenbîrî/intêlêktualî) k’urd a sovêtî gihîþt, k’a ew hemû dewlemendîya r’amanî  û r’ewanî  çawa ava bû, û û çawa hemû r’ojekê bû xewn.

Nêrînên cuda derdik’evin holê, û yek ji wan jî ew e, ku ew hemû bi înîtsîatîva r’ewþenbîrên k’urd ên cuda hatye sêwirandin. Lê dîroka civaka k’urdîn sovêtî, huner, çand û mitaledarîya wan  r’astîya xwe hene, ew r’astî jî divê rast bê zanîn... 

Her çi jî hebe, di serdema Sovêtê da li ser ziman, dîrok, huner û çanda k’urdî k’arekî bêhempa hatye kirin, dewlemendîyeke mezin di vî warî da hatye sêwirandin, a ku divê bê baldarî û guhdarî di sîyê da nemîne. Berovajî vê ew lêkolîn û lêger’înên zanistî, efrandinên wêjeyî, berhemên çandî û hunerî dikaribûn biketana bingeha wan hemû k’aran, ên ku di Welêt û derveyî Welêt da destpêkirine.

Di destpêka sedsala XX da di Sovêta berê da, anegorî siyaseta Partîya Kommûnîst û Hukumeta Sovêtê ji bo parastin û pêþxistina ziman, wêje, çand û hunera gelên sovêtî (ew gelên dewletavaker bûn, an kêmnetew, ji hêla maf va di navbera wan da tu cudayî nîn bû) merc û derfet hatine avakirin. Û ji bo van hemûyan, pêwîst bû, ku kadroyên netewî bihatana berevkirin (eger ew hebûn), an jî bihatana amadekirin (eger yên wisa tunebûn).

Û eger li vir em di derbarê ziman, wêje, çand û hunera kurdên sovêtî û mitaledarîya (întêlêktûalî/rewþenbîrî) kurdî da diaxivin, divê bê zanîn, ku wêje, çand û hunera k’urdî li vir li ser bingeha efrandinên wan yek-du an k’omeke  r’ewþenbîrên k’urd ava nebûye, ên ku bi neç’arî ji welêt derk’etine û li derveyî welêt efrandine. Na! Ji ber ku li vê herêma cîhanê yên wisa nînbûne.

Em li vir divê li ser ziman, wêje, çand û huner û mitaledarîya civakeke k’urd r’awestin, a ku li derveyî welêt ji wan k’urdan berevbûye, yên ku ji ber siyaseta t’evkujîyê  ya Osmanîyê filitîne û li vê herêma cîhanê binewar bûne.

Evê civaka k’urdî li ser bingeha ziman, wêjeya zarkî û çand û hunera net’ewî û anegorî mercên civaka xwe ya li xerîbîyê wêje û çandeke nû ya xweser sêwirandye. Û ev yeka bûye bingeh, ku k’urdên sovêtî xwe wek netewekê biparêzin- bi nasnameya xwe ya net’ewî- bi zimanê dê va, bi r’eng û awaz û kolorît û t’aybetmendîyên xwe yên net’ewî va, bi dewlemendîya r’amanî, gîyanî û r’ewanî (r’uhî) va. Û ev hemû wek sîstêmekê, di nav sîstêma wêje, çand û hunera gelên sovêtî da avabûye û pêþk’etye.     

Eger li herêmên cîhanê yên din çapemanî û wêjeya k’urdî bi taybetî bi înîtsîatîva r’ewþenbîrên k’urd ên di p’enaberîyê da (ên wek Mîr Celadet Bedirxan) pêþk’etine, lêbelê di Sovêtê da r’ewþ cuda bûye. Beþekî k’urdan hê berî sedsala X li herêma Kafkasîyayê bi cî bibû, û êdî dawîya sedsala X  dewleta k’urd a Þedadîyan, bi navenda Genceyê va, hatibû avakirin (li ser p’arçeyekî wê xakê, ya  ku îro Adirbêcan tê navkirin, Qerebaxa çîyayî û hinek navçeyên Ermenîstana îro). Lê k’omeke din ji dest siyaseta t’evkujîyê ya osmanîyan r’evîbû û ji dawîya sedsala XVIII heya destpêka sedsala XX hatibû herêma Kafkasîya Baþûrî bi cî û war bibû. Û êdî destpêka sedsala XX li vê herêmê girseyeke k’urdan a mezin jîyandikir. Eger li Adirbêcanê t’enê k’urdên misilman diman (û ev jî bû sedem, ku di bin slogana: “Em t’ev misilman in, em t’ev yek in!” zêdeyî   nîv mîlîon k’urdên K’omara Adirbêcanê hatin biþavtîn û bûn t’irkên adirbêcanî), lê di Ermenîstanê da wê demê  hem k’urdên misilman, hem jî yên êzdî*  jiyandikirin...  

Destpêka salên 20-î yên sedsala XX li  herêm Kafkasîyayê k’omarên sovêtî ava dibin (Adirbêcan, Gurcistan û Ermenîstana sovêtî). Û anegorî bir’yarên  r’êvebirîya Partîya kommûnîst di van k’omaran da ji bo p’arastin û pêþxistina ziman û çandên kêmnetewan gavên praktîk tên avîtin. Di K’omara Ermenîstanê ya sovêtî da sala 1921-î li ser bingeha tîpên ermenî alfabêya  k’urdî ji bo k’urdên Ermenîstanê û ermenîyên ji herêmên K’urdistanê hatî, yên ku bi ermenî nizanibûn, tê  amadekirin. Amedek’arê wê Hakob Xazaryan bû. Navê p’irtûka dersan, ku bi tîpên ermenî hatibû amadekirin, “Þems” bû. Peyr’a, sala 1928-an disa li vir li ser bingeha tîpên latînî alfabêyeke din ji bo k’urdî tê amadekirin (Erebê Þemo û Îsahak Morogûlov). Lê sala 48-an li ser bingeha tîpên k’îrîlî alfabêyeke din tê þûna vê (ya Hecîyê Cindî).

Û, eger bi p’irtûka dersan a sala 1921-î  alfabê û çend têk’stên xwendinê hatibûn weþandin, bi alfabêya k’urdî ya latînî (ya 1928-an) Zargotina k’urdî (Folklora kurmanca), p’irtûkên dersan ji bo dibistanan û xwendegeha mamostatîyê  ya k’urdî ya Piþkavkasîyayê,  r’ojnameya «R’iya t’eze» û hinek belge û  efrandinên nivîsk’arên k’urd û yên bîyanî hatin weþandin. Wê demê r’êvebirîya sovêtî  kadroyan ji  bo kêmnet’ewan amade dike, ji bo ku ew di warê p’erwerdeya ziman û wêjeyê, her weha di warê çandê, çapemanî û zanistê da k’arbikin. Û yên destpêkê, yên ku xwendina navîn û bilind destanîn û paþê wek kadroyên net’ewî di warê p’erwerde, çand, wêje, zanistê û çapemanîyê da k’arkirin, ew zar’okên k’urd bûn, ên ku ji ber siyaseta t’evkujîyê ya osmanîyan bê dê û bav mabûn û bi zar’okên ermenîyan r’a di sêwîxaneyan da mezin û p’erwerdebibûn. Û yên ku bûn pêþîkêþên wêje, zanist û çanda k’urdî ya sovêtî jî ew bûn:  Emînê Evdal, Hecîyê Cndî, Casimê Celîl, Cerdoyê Gênco û yên din.    

Lêbelê wêje, huner û çand û çapemenîya k’urdî ya sovêtî hê pêr’a negîhandibûn xwebigirin û pêþbik’evin, destbi r’êpr’êtsîonên dema Stalîn bû, û sala 1937-an gelek binemalên k’urd ji cî û warên xwe hatin k’oçberkirin, sazîyên k’urdî yên çandî, wêjeyî û p’erwerdeyî hatin girtin. Û evê valayîyê jî deh salan zêdetir domand.  

Her sala 1948-an bi bir’yara Partîya kommûnîst û r’êvebirîya Ermenîstana sovêtî Hecîyê Cndî alfabêyek nû li ser bingeha tîpên kîrîlî amade dike. Ev alfabê bi fermî tê p’ejirandin, û bingeheke nû ji bo çand, huner, wêje û p’erwerdeya k’urdên sovêtê  tê amadekirin. Û destpêka salên 50-î yên sedsala bîstî r’ojnameya R’êya t’eze ji nû va tê weþandin. Dest bi weþanên r’adîoya Yêrêvanê yên bi zimanê k’urdî dibe. Di nav sazîya Akadêmîya zanîztî da lêk’olînên di warê zargotin, êt’nografî (net’ewzanî), ziman, wêje û dîroka k’urdî tên meþandin. Û ev hemû anegorî siyaset û berjewendîyên Partîya komênîst û Dewleta sovêtê tê meþandin. Piþtî demekê yên ku helbest û  ç’îr’okan bi zimanê k’urdî dinivîsin ji nav k’urdên sovêtê dertên. Û demeke dirêj jî nabihure, di nav Yekîtîya nivîsk’arên Ermenîstanê da k’oma nivîsk’arên k’urd tê sazkirin... Cara yekê têgeha “Nivîsk’arên k’urd ên sovêtî” dibe r’êalîte. Serokê k’oma nivîsk’arên k’urd Hecîyê Cindî tê hilbijartin, yê ku salên 60-î  wê p’eywirê dispêre Kar’lênê Çaçanî...

Di dema Sovêtê da heya sala 1949-an di nava sînorên Ermenîstan sovêtî da navçeya k’urdî ya Elegezê hebûye. Giranîya serwêrî û r’êvebirîya vê navçeyê ji k’urdan pêk hatye: berpirsyarê r’êxistina navçeyî ya Partîya kommûnîst ya Ermenîstanê, serwêrê Þêwra (Meclîs) navçeyê, dozger, dadger, serwêrên beþên xwendinê û çandê û gelek-gelekên din. Li vir T’êatra k’urdî  ya dewletê tê damezirandin û k’ar dike. Wê demê Ermenîstan dibe wek navendek a pêþk’etina çanda k’urdî, û bi sedan, bi hezaran kadroyên net’ewî dertên: nivîsk’ar û r’ojnameger, hunermend û þuxulvanên çandê, bijîþk û mamosta, avakar û zanîyar, dadwer û parazvanên welatê sovêtî, k’armend û k’arsaz, siyasetmeder û r’ayedarên dewletê, kadroyên k’argehan û k’ar û barên gund.

Di dema sovêtê da bi hezaran nav p’iirtûkên dîrokê, zargotin û wêjeyê, zanistî-lêger’înî, p’erwerdeyê, huner û çandê tên weþandin. Îro di arþîv û p’irtûkxaneyan da nimûneyên p’irtûkên wisa  hene, yên ku ji hêla dîrokî, wêjeyî, zanistî, p’erwerdeyî va xwedî nirxne nebînayî ne. Mînak, heya pirtûkên dersan ên k’îmîyayê, mat’êmatîkayê û yên fîzîkayê yên salên 30-40-î yên sedsala XX di fondên p’irtûkxaneyan û arþîvan da hatine parastin. Lê di vî warî da p’irtûkxaneya malbeta r’ewþenbîrê kurd ê navdar Casimê Celîle, dibe ku di cîhanê da yek a tenê ye, ku ne ya dewletekê, yan r’êxistinekê ye, lê bi pîvanên xwe ji va wan sînoran jî derbas dike. Û îro ew p’irtûkxane ji bo dihatûya k’urd û Kurdistanê hatye p’arastin: lawê bihuþtîyê Casimê Celîl- prof. Celîlê Celîl ew hemû guhastine Awstrîayê û li ser bingeha wan di Vîênayê da p’irtûkxaneya k’urdî û Înstîtûta kurdî damezirandîye.

Dibe ku dîsa di hinek malbatan da hinek p’irtûkên k’urdî hatibin p’arastin, û wê  p’ir’ baþ bibûya, ger ew jî hêjayî çarenûseke weha bibûna...

Di fondên sînêmatografîya sovêta berê da sînemayên bi t’êma k’urdî hene, yên ku ji hêla dîrokî û hunerî va, her çiqas ji hêla rêalîtê va ne zêde t’am bin jî, xwedî qîmetekî girîng in. T’enê bi serê xwe lêkolîna dîroka têatra Elegezê, cêr’ibandina wê ya hunerî û çandî dikare wê xeleka girîng veger’îne nav goveka çanda k’urdî. Di nav k’urdên sovêtê da wêneger (r’essem) derketine, yên ku ji hêla têmatîka û hunera xwe va p’ir balkêþ bûne (bi taybetî jî di paytexta Gurcistanê- Tbîlîsîyê da), Arsên Polatovê k’urd damezirenêrê t’êatra pantomîmyê (ya bêzar/lal) ya Ermenîstanê bûye, lê gelê k’urd nikaribûye zêde ji hunera wî sûd wergire. K’eremê Reþ yek ji berpirsyarên (sêkrêter) Yekîtîya nivîsk’arên Rûssîyayê ye, nivîsk’arek e, yê ku ji hêla welatp’arêzên R’ûssîyayê va bi baldarî tê xwendin (li  vir Ahmed Þewqî, Yaþar K’emal, Selîm Berek’et  tên bîra mirov!). Dema Sovêtê dota gelê k’urd Nazê Þîrayî artîsta t’sîrkê ya navdar bûye, îro jî lawê gelê k’urd Azîz Askaryan artîstê navdar e di T’sîrka navendî ya R’ûssîyayê da.   

Di dema xwe da r’ojhilatzanê sovêtî yê mezin Îosîf Orbêlî hê di nîveka sedsala XX da nivîsye, ku gelê k’urd k’eda xwe kirye nav xezîna þaristanîya cîhanê, ku vî gelî di bin navê îranîyan (farizan), t’irkan, ereban, ermenîyan da gelek lawên xwe, yên wek helbestvan, sazbend (mûzîsîan), serleþker ên bi nav û deng, windakirine, ên ku îro dîroka wan gelan dixemilînin. Ev baþ e an-na? Ez dibêm ji hêla nirxên hemmerivayê va ev tiþtekî baþ e. Ji bilî vê ew dikarin îro bibin p’irayekê di nav gelan û  p’êwendîyên wan ên dostanî da. Lê dîsa jî em, wek net’ew, divê ji dîrokê dersan derînin. Her çi jî bê  gotin, her gelek bi zimanê xwe dikare wêje, huner û çanda xwe pêþ bixe û çarenûsa xwe jî bi destgê xwe bihûne, an jî dikare wan bi dest der-doran va berde...

Eger mirov efrandinên nivîsk’arên k’urd ên wê demê dinihêr’e, wê dibîne, ku bilî weþana ç’î’rûkên gelêrî û destane û ç’îr’okên li ser bingeha wan nivîsî, mijara efrandinên nivîsk’arên k’urd ên sovêtî pesnê Partîya kommûnîst, Lênîn, welatê sovêtî, ç’îya, deþt û zozan, bajar û wargehên wî, hêza  Art’êþa sor, lehengîya leþkerê sovêtî, dostanîya gelên sovêtê û cîhanê, k’ar û destk’evtîyên k’arker û gundîyên Sovêtê û tiþtên din bûne. Heman t’êma di hemû warên huner û çandê da desthilatdar bûne: þano, wênegerî, rojmanevanî... heya stranên gelêrî û tiþtên din.

Di nav wêjeya k’urdên sovêtê da cîyekî bi r’ûmet wergera efrandinên nivîskarên r’ûs û yên gelên din girtine: Pûþkîn, Lêrmontov, Çêxov, Gogol, Taras Þêvçênko, Gorkî, Ostrovskî, Mayakovskî, Þoloxov, Sayat’- Nova, T’ûmanyan, Îsahakyan, Çarênt’s, Fîrdûsî, Xeyam, Nîzamî, Þot’a R’ûstavêlî û gelekên din. Û xwendevanên k’urd bi zimanê dê efrandinên nivîsk’arên gelên din jî  dixwînin û bi çanda wan ra p’êwendîdar dibin.

Ji salên 60-î êdî hinek nivîsk’ar t’êmatîka zargotina k’urdî jî ji efrandinên xwe r’a dikin bingeh: «Ker’ û K’ulik», «Memê û Zînê», «Dimdim», «Xecê û Sîyabend», «Memê û Eyþê» û yê din. Cara yekem bi weþana p’irtûka Ordîxanê Celîl a «Poêzîya Cegerxwîne bajarvanîyê» helbestên hostayê wêjeya net’ewperwerîya k’urd, digihîjin k’urdên Sovêtê.

Salên þêstî êdî piþtî r’exnekirina siyaseta serdema Stalîn r’a di Yekîtîya Sovêtê da hinekî bîna werzebayê azadî û dêmokrasîyê tê. Û êdî ne ku  t’enê afrandinên klasîkên k’urd (Ahmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqîyê Teyran û yên din), her weha yên Cegerxwîn, Osman Sebrî û yên din di p’irtûkên dersan ên wêjeya k’urdî da tên weþandin. Di efrandinên helbestvanên p’êla dudiyan da (Þikoyê  Hesen, Fêrîkê Ûsiv, Mîk’ayêlê R’eþîd, Egîtê Þemsî, R’izalîyê R’eþîd û yên din) êdî t’êma k’urd û Kurdistanê, evîna welêt, pesnê keç’a kurd û lehengîya þer’vanên azadîyê dibe nirxê wêjeyî, huner û çandî yê herî giranbuha.   

Piþtî veger’a ji sirgûna siyasî salên 60-î Erebê Þemo jî digihîje r’efê nivîsk’arên k’urdên sovtî û bi naver’ok û zimanê efrandinên xwe yê sade r’engê xwe dide wêjeya k’urdên vê herêmê. Hinekî dereng dest bi ç’îr’oknivîsîya Ahmedê Mîrazî, paþê ya Elîyê Evdilr’ehman, Sehîdê Îbo, Wezîrê Eþo, Emerîkê Serdar û yên din dibe. Eger mirov weþanên wêjeyî yên destpêkê û yên salên 70-80-î dide  r’ex hev, dibîne, k’a wêjeya k’urd a vê herêmê  çawa bi k’ar û k’eda r’ûspîyên wêjeya k’urdî yên destpêkê (Emînê Evdal, Hecîyê Cindî, Casimê Celîl) va gihîþtye r’adaya xwe ya salên 80-î.

Di nav wêjeya k’urdan a serdema Sovêtê da wêjeya wergerî cîyekî girîng digire. Dibe ku yek ji hêzên sereke, yên ku wêjeya her net’ewekê dikin wêje jî, ew e, ku efrandinên wêjeya gelên cîhanê yên cuda tên wergerandin û weþandin. Û sert’acên wergera k’urdî ya herêma Sovêtê jî efrandinên nivîsk’arên ermenî Sayat-Nova, Hovhannês T’ûmanyan, Avêtîk’ Îsahakyan, Hraçya K’oçar, Çarênt’s û yên din bûn.   

Weþanên k’urdî yên R’adîoya Yêrêvanê, r’ojnameya R’iya t’eze, Yekîtîya nivîsk’arên k’urd ên Ermenîstanê, weþandina berhemên nivîsk’arên k’urd û p’irtûkên dersan ên ziman û wêjeya k’urdî dibûn bingeh ji bo pêþvaçûna ziman, wêje, huner û çanda k’urdî. Ji hêla din va di Yekîtîya Sovêtî (Rûssîya, Ermenîstan, Gurcistan, Adirbêcan) da k’arê lêger’înên zanistî di warê ziman, wêje, dîrok, netewzanî ya k’urdî da dihate meþandin.

Ji hêla çawanîya (kualîte) xwe va lêger’în û lêk’olînên ku di vê herêma cîhanê da hatine kirin, p’ir’ bi nirx in. Mirov dikare bibêje, ku di nava k’urdzanîya cîhanî da ew xwedî cîykî t’aybet û bi girîng in. K’urdzanîya sovêtî xwedî dîrokeke p’ir’ kevn û dewlemend e. R’ûssîya ji mêjva wek navendeke k’urdzanîyê di cîhanê da hatye nasîn. Hê di dema Pyotrê Mezin (Pêtro) da dest bi  lêger’înên di warê ziman, dîrok, huner û çanda k’urdî da kirine. Lê di dema Sovêtê da k’urdzanî, wek  þaxekî r’ojhilatzanîyê gihîþtye gulvedana xwe. Navendên k’urdzanîyê di Lênîngradê (Sankt-Pêtêrbûrg), Moskovayê, Yêrêvanê, Tbîlîsîyê û bajarên din da hebûn. Bi dehan k’urdzanên  navdar di wan navendan da k’arê xwe yê zanistî meþandine: Qanatê K’urdo, Çerkezê Bek’o, Hecîyê Cindî, Emînê Evdal,Yûlîya Avalîanî, K’erîm Eyûbî, Þekiroyê Xudo, Îsahak Tsûkêrman, Manvêl Hasratyan, Xalitê Çeto, Lazarêv, Rûslan Tsabolov, Ordîxanê Celîl, Celîlê Celîl, Zera Yûsûbova, Îraîda Smîrnova, Mak’sîmê Xemo û yên din. Bi sedan p’irtûkên giranbiha hatine weþandin, di arþîv,  p’irtûkxane û mûzêyan da (Sankt-Pêtêrbûrg, Moskova, Tbîlîsî, Yêrêvan) bi sedan belge, destnivîsar  û nimûneyên çanda k’urdî têne p’arastin... 

Eger di dema Sovêtê da dewletê t’u tiþt nedihêviþand ji bo pêþxistina zanistê û weþandina lêger’în û lêkolînên zanistî. Naha r’ewþ hatye guhartin, û her tiþt vê demê berovajî wê demê ye. Êdî derfet p’ir’ kêm hene û çarçova kesên pispor jî hatye hev, ji bo ku berhemên zanistî yên wê demê bip’arêzin an biweþînin. Êdî em di derbarê sazî û r’êxistina zanistê da nabêjin, ên ku di k’arê xwe da zorî û tengsîyan dik’iþînin. K’urdzanî  di k’omarên Sovêta berê da berbi mirinê va diçe, piþtî çend salan  êdî wê k’esekê tunebe, ku k’arê wan k’edk’arên zanistê bidomîne, kadroyên zanistî yên nû nayên amadekirin.     

Di nava dehê salan da kadro hatine amadekirin, wan kadroyan di dema xwe da berhemne giranbiha yên warê zanista di derbarê dîrok, ziman, wêje, çand û hunera kurdî da nivîsîne û weþandine. Lê hê gelek p’irtûkên zanîyarên dema Sovêtê mane, yên ku nehatine çapkirin, û destnivîsên wan di fond û arþîvên akadîmîyan da, an jî di malbatên wan da hatine parastin.

Di dema xwe da di r’ojnameya Kurdistana azad” (Moskova) da dest bi beþ bi beþ  weþandina p’irtûkek a k’urdzana r’ûs a navdar, bihuþtîya Tatyana Arîstovayê ya di derbarê net’ewzanî û çanda k’urdî da destpêkir. Û ew hê jî didome. Lê, eger weþana di rojnameyê da her sêrî, divê karê weþana pirtûkê bikin. Pirs dertê holê- kîyê lê xwedî derkeve?..

 Di Sankt-Pêtêrbûrgê da pirtûka bihuþtîyê prof. Ordîxanê Celîl ji bo weþanê amade bû, lê wî pêr’a negîhand biweþîne...

Ji arþîv û destnivîsarên Hecîyê Cindî û Fêrîkê Ûsiv mamosta Firîda Hecî çend p’irtûk weþandine...

Dibe ku heya weþandina pirtûkekê jî pir girîng e, lê hê çiqas jî hene, yên ku benda r’êdaktekirinê û weþandinê ne? K’îyê li wn xwedî derk’eve?

Îro kurdzanîya ku li Welêt û Ewropayê pêþ dik’eve, nikar ji vê ç’avkanîya berhemdar tiþtekî hilîne, ji ber ku lêger’înên zanistî bi bingeyî bi r’ûsî hatine weþandin, lê wêje- bi tîpên kîrîlî...

 Ji ber vê sedemê jî, naha li Welêt û Ewropayê çi jî bê kirin, heya ew cêribandin, a ku li vê herêmê berv bûye, nayê bik’aranîn, wê nivîþkan û kêm bimîne.

Ji bilî vê hêz û derfetên ku di nava dehsalan da bi k’ed û k’arê dot û lawên gelê me û pisporên kurdzanîyê ên ne kurd ên hêja hatine efrandin, divê gav bi gav bigihînin xezîna zanist, huner û çanda net’ewî...  

Belê, li herêma Sovêta berê xezîneyeke zanista di derbarê gelê me, ziman, wêje, huner  û çanda wî ya kevnar û r’engîn da berevbûye, lê p’ir’ê caran ji ber sedemên cuda ev xezîna ji hêla sazî û r’êxistinên me yên p’êwendîdar ên Welêt û Ewropayê va an naê dîtin, an jî dibînin, lê ji nedîtî va tên... û cefê nadin xwe, ku destê xwe dirêjî wan berhemên amade bikin û bikin xizmeta çanda net’ewî.     

Îro dem pêr’a gihîþtye, k’a mirovê çawa bikaribe van hemû berheman bike hebûna Welêt. Gelo dem pêr’a negihîþtye, ku pr’ojeyeke bi zanistî bê amadekirin, û li ser bingeha wê ew hemû bên hejmêrtin, agahîyên di derbarê wan da bên nivîsandin, di cîyekî da bên berevkirin (tiþtekî mîna Banka agahîyên r’amanî û çanda  r’ewanî ya net’ewî bê avakirin) û hema li ser wê bingehê jî yek bi yek ew berhem bên berevkirin, wergerandin, lêger’înên zanistî li ser wan bên pêkanîn û wan bikin nav k’arê zanista net’ewî. Ji bo ew  k’eda r’aman û mitala gelê me yê vê herêmê wê bikaribûya bibûya beþekî hebûna r’amanî ya gelê k’urd a giþtî. 

Xêncî vê, hê hinek k’edkarên vî warî zêndî û li ser p’êyên xwe ne, gelo mirov nikaribû ew beþdarî pêþxistina çanda net’ewî bikirana? Hê ew tiþt, ên ku ew dikarin bidin, p’ir’ hene!

Ji hêla din va  mirovê bikaribûya keç’ û xortên k’urd  ên xwendk’ar li ber destê wan bida  p’erwerdekirin.

Ew sazî û rêxistin û kesayetî, yên ku îro merc û derfet’ên pêkanîna van k’aran di destê wan da hene, baþ dibû, ku demekê berî demekê  hewl bidana, ku wî k’arê bi kêr û r’ûmet destpêbikirana, ji bo ku di pêþer’ojê da wan hemûyan bikin nav derîya çanda net’ewî, an- na, r’ojeke din wê êdî dereng  be...

________________________

*Îro di çapemanî û weþanên me da bi þaþî navê ola kevnar ya gelê k’urd wek “ola êzîd” dinivîsin, û wan k’urdan r’a, yên ku vê olê dip’arzin, “êzîdî” dibêjin.

Divê bê zanîn, ku navê vê olê Êzdî ye, ne ku- Êzîd. Ev nav yek ji navên Xwedê ye. Di qewlek a ola Êzdî da tê gotin: “Hezar û yek navên Xwedê hene, Êzdî jî navekî Xwedê ye!”. Her navekî Xwedê tê r’avekirin: P’eyva Êzdî ji p’eyver’êza “Yê ez dayî”  tê. Paþê, hê dereng, ev p’eyverêz di axavtina zêndî da hey hatîye gotin û di wê da guhartin çê bûne, p’eyv jê werîyane, gihîþtine hev û ew bûye peyvekê. P’eyverêza “yê ez dayî” bûye Yêzdî, ev jî ji hêla xwe va bûye Êzdî (Êzdî <êzdayî<Yêzdayî<yê ez dayî). Hê jî di nav hinek beþên gelê kurd da ji êzdîyan r’a dibêjin ezdayî...

Lê peyva “Êzîd” ji navê Yêzîd bên-Maewî tê, yê ku ji eþîra ereban a Qurêþîyan e, pismamê Mihemed Pêxember ê dûr e, yek ji Xelîfê (Sultan) cîhana îslamê bûye. Yezîd (an, wek yên êzdî wî nav dikin, Sult’an Êzîd) kur’ê Maewî bên Ebî – Þifyan e. Berî Êzîd (Yezîd) xelîftî di dest malbata P’êxember da bûye. Ji vê malbatê Elî xelîfê 4-em ê dawîyê bûye. Tê gotin, ku kuþtina wî bi destê maewîyan çê bûye. Hesenê kur’ê Elî, tê jehirdadaykirin, ê dinê- Huseyn û hemû malbata wan, bi giþtî 22 kes, li K’erbelayê ji hêla Êzîd va tên kuþtin. Û, bi vî awahî, dawî bi desthilatdarîya malbata P’êxember tê û pismamên wan ên dûr- meawîyan, desthilatdarîyê hiltînin destê xwe. Û Êzîd dibe Xelîf (Sultan). 

Û, k’a gelo çawa p’arastina têgeha “Sult’an Êzîd” derbazî nava ola Êzdî kirine, divê hê bi zanistî bê r’avekirin. Dibe ku ev piþtî hatina Þêx Adî bûye, ji bo ku êzdîyên ji t’evkujê filitî biparêzin, an..? Dibe, ku naha zanist ne amede ye, bersîva van û pirsên din bide, lê îro mirov dikare bê guman  bibêje, ku t’u grêfterîyek di navbera navê ola k’urdan a kevnar Êzdî û navê Sultan Êzîd da nîne.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

  

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org