NAME YA VEKIRÎ

ji rewþenbîrên tirk ra

 

 

Korda Mad (Azîz  ê Cewo Mamoyan)

 

 

Gelî zanîyar, nivîskar, mamosta, hunermend, rojnameger û karmendên warê çand,  þano û sînemayê yên birêz! Dibe ku pêwîstîya nivîsandina nameyeke weha jizûva pêra gihîþtibû, lê ya ku bû sedem, ku ez pênûsê hildim destê xwe, ew rewþa dawîyê  ye, ya ku îro di welatê me kurdan- Kurdistanê û Tirkîyayê da desthilatdar e.     

Dibe ku ezê li vir jinûva  Amêrîkayê venekim, eger sedemên vî þerê gemar û neheq ji we ra ravebikim, ê ku ji hêla rêjîmarêjîmên) Komara Tikîyayê va li hember îradeya gelê kurd hatye û tê meþandin.

Di sêrî da bibêjim, piranîya gelê kurd, û di nav wan da wisa jî ez, baþ têdigihîjin, ku rêjîmên Tirkîyayê û gelê tirk ne yek in... Lê dîsa jî, ji bo xatirê rastî û rûmeta mirovayê, divê mirov di nav xwe da hinekî wêrekîyê bibîne, û para xwe di gunehê desthilatdarîya welatê xwe da bibîne. Mînak, di nav gelê alman da gelek mirovên xwedî wijdan û rûmeta mirovayê rabûne û dibêjin, ku di wan gunehkarîyên dijî mirovayê da, yên ku rêjîma faþîst di dema rêvebirîya Hîtlêr da pêk anye, gelê alman jî para xwe heye. Û Almanîya serdema piþtî faþîzmê ji bo wê xwemikur  hatye û anegorî derfetên xwe þûna windayî û zîyanên wan dagirtye, yên ku di wî þerî da ji destê rêjîma faþîst zulm û zorî dîtine.

Mirovên weha, ew rûreþî, ya ku Hîtlêr ji gelê wan ra anî bû, heya radeyekê lewaz kirin!     

Lê, ka binihêrin, rêjîmên dijmirovayê li Tirkîyayê xwe li ber hev diguhêrin, yek tê- ji  yekê faþîsttir e, lê ji nav gelê tirk dengekî þermezarkirinê jî dernaê. Êdî em di derbarê tevgereke dijîfaþîstî da nabêjin!   

Û di vî welatî da bi awayekî din jî nikaribû bibûya.

Hûnê bibêjin- çima, ma em ji kê xirabtir in?

Na, pirs ne di wê da ye, ka kîjan gel çiqasî qec e û kîjan –çiqasî xirab! Gelê tirk û hemû gelên Komara Tirkîyayê (kurd, ereb, fariz, yûnan, ermenî, asorî, laz, çerkez, adrbêcanî, tirkmen û yên din) bûne rehîneyên Destûra bingehîn ya vê komarê(Ana Yasa), ya ku dibêje- Tirkîya tenê ya tirkan e, hemû mirovên lê dijîn tirk in, ji bilî zimanê tirkî zimanên din qedexe ne!..   

Divê mirov çiqasî ji êgoîzma netewî kor bûbe, ku li ser vê bêdadî û neheqîyê xwe mezin bibîne û nûnerên gelên din ên hemwelatîyên xwe wek tiþtekî ji nedîtî va hatî bibîne. Û evê êgoîzmê gel gîhandîye wê psîkolojîyê, ku dema yek ji gelê qedexekirî doza axavtina bi zimanê xwe yê dê dike, û ji bo wê hêzên dewletê wî digirin, davêjin zindanan, îþkencê lê dikin, dikujin, serwinda dikin…û gelê tirk jî ji wan ra çepikan dixe. Ka, ji kerema xwe ra, ji vê cîhanê ra bibêjin, mirov çawa dikare xwe ji vê bêdadîyê û ji van êrîþan biparêze?..      

Û, dibe ku Hûn bi xwe jî ji min çêtir dizanin, gelê kurd neçar ma, ku hewl bide, li hember vê hêza neheq û bêwijdan hêzekê ava bike, rabe serhildanan, ji bo ku, wek netew, xwe biparêze  û li ser pêyan ragireLê her carê, ji ber bêtevgerîya xwe, ji ber bêrêberîya xwe, ji ber dutîretîya navxweyî, kurd perçiqîn…Û gundên kurdan wêran kirin, û tevkujîya kurdan pêk anîn, û kurd malwêran, koçber û sergedan kirin, li mêtropolên xwe û welatên din belavkirin (ji bo bibiþêvin!) û her carê gotin- me xilazkir!   

Lêbelê, rastîyeke dîrokî heye, dibêjin:  

-         Gelê ku nexwaze bimire, tu hêz nikare wî  bikuje!  

Û gelê kurd jî îro êdî ne yê destpêka sedsala XX e, ew êdî xwedî rêberî û tevgera netewî ye û hêza wî ya xweparastinê jî têra xwe heye, û, çi ji dêstê wî tê, pêk tîne, ji bo ku nebe berxa qurbanê.  

         Û, ger hinek careke din bixwazin vî gelî tune bikin, tê wateya ku ewan an fêmkor in û dînamîka dîrokê nabînin, an xwe þûna ker û koran danînine û xwe û gelê xwe dixapînin, an jî… mejûyê xwe xwarine.      

Lê, sed heyf,  wek ku tê xuyanê, di vî welatî da hîn jî mirovên wisa desthilatdarin. Û, eger wisa ye, yên ku xwe mirovên xwedî îrade, wijdan û rûmeta mirovyê hesab dikinyên wisa jî, ez bi bawer im, di nav gelê tirk da hene!), divê li hember vê siyaseta înkar û tunekirinê, siyaseta têrora dewletê rabin, an na, ewê jî sibê bibin heval û hevkarên merivxurên sedsala XXI. Hema, eger ne ji bo xatirê gelê kurd,  qe na, ji bo xatirê gelê xwe, pêþeroja wî,  di nav xwe da wêrekîya mirovî  bibînin û li hember van sewdaseran  rabin, yên ku  gelê tirk jî kirine rehîneyê siyaseta xwe. Divê li hember wan dengê xwe bilind bikin, destê wan bigirin, karê wan ê reþ rawestînin, ji bo ku zarokên tirkan ên îro sibê þerm nekin, bibêjin- ez tirk im!- Ji bo ku mûyê sipî, yê ku di navbera herdu gelan da maye, neqete, ji bo rêya dîalogê nexitime, û pirsgirêkên heyî di nav xwe da bi aþtî bên çareserkirin.        

Ev þerê ku li dijî gelê kurd tê meþandin, ne di berjewendîyên gelê tirk da ye jî, ji vî þerî çend mirovên desthilstdarîya Komarê li ser xwîna gelan dewlemend dibin (rast hatye gotin, ku bazirganîya here mezin þer e!). Ji bo wê jî siyaseta tunekirina gelê kurd bûye ya fermî. Û bi vê siayseta fermî bi sedhezaran kurd hatine tunekirin, bi hezaran gundên wan hatine wêrankirin, ji dehhezarî jortir mirovên siyasî hatine girtin û îro di hebs û zîndanan da dirizin, bi mîllîonan ji warê kal û bavan hatine rakirin û koçberkirin, bi sedan rewþenbîr bê ser û berate hatine serwindakirin –û  ev hemû ji bo wê, ku kurd dibêjin em dixwazin kurd bimînin, bi kurdî biaxêvin, bi kurdî  bistirên û bi  kurdî  binivêjin

Ma xwe zarokên desthilatdaran naçin þêr û naên kuþtin, xwe mala wan naê wêrankirin?! Ji wan, ên ku þerê gemar gur kirin, yek jî Tansû Çîllêr bû. Naha ew li ku ye, yên din li kune?! Her yekî ji wan mal û hebûna xwe, dewlemendîya ku li ser vî þerê qirêj berevkirine, derbazî Dewletên Yekgirtî yên Amêrîkayê (DYA) kirine, Tirkîya û gelê tirk hîç li wan pêwîst nînin. Ev þera ne yê gelên  tirk û kurd e: li hêlekê rêjîma înkar û tunekirina gelan li holê ye û li hêla dinê jî -hêza gel a berxwedanê.

Rêjîm her tiþtî dike, ku gelê kurd tune bike, gelê kurd jî (û ew 25  mîllîon e!) naxwaze bimire û ber xwe dide. Lê li derva hêz hene (bi serkêþîya DYA), yên ku dixwazin van gelan bînin hember hev û vê têkoþînê biguhêzin þerê navbera du gelan. Ew nakokîyên di navbera gelan da kûrtir dikin, wan malwêran dikin, bi xwe va girêdidin û dikin bin destê xwe. Di dîroka hebûna xwe da DYA li ser þerên li derva û talankirina welatan xwe li ser nigan girtye û mezin bûye.    

Fermo, ji kerema xwe ra binihêrin, heya ku rêjîm li hember gelê kurd siyaseta têrora dewletê dimeþîne, Kurdistanê wêran dike, tevkujîya netewekê pêk tîne, wê demê ji Rojava û  Dewletên Yekgirtî yên Amêrîkayê hîç dengek jî dernyê. Lê, dema ku kurd li hember van disekinin û bersîvê didin wan, rêjîma Komarê û xwedîyên wê yên li wîalî okînosê dikin hewar û hêwarze.

Çima?

Ka, ji kerema xwe ra, bala xwe bidinê, li rû cîyhanê li ku rêjîmeke faþîst, cûntayeke leþkerî û paþverû hebe, DYA dost û piþtovanê wê ne!

Kê Ûsama Bên-Ladên amadekir û derxist holê, kê Seddam Huseyn bi hêz kirkê îro dest li piþta rêjîmên wek yên Sahakaþvîlî dixe? Bê guman, DYA! Û ewê çi da  wan? Dawîya Seddam li ku ma, Bên-Ladên naha li ku ye û kî ye, Sahakaþvîlî bi saya DYA çi anî serê Gurcistanê?

Eger Bûþ û rêvebirîya DYA bi rastî dostê gelê tirk bûna, piþtî têkçûna artêþa  Tirkîyayê ya li Zapê, piþtî çalakîyên gêrîllayên HPG ya li hember qereqolên Oremarê, Bêzelê û yên din, çalakîya li dijî polîsan di Amedê (Dîyarbekir) da, wê  bigota: “Êdî bese, divê ev þera bê rawestandin, û vê pirsgirêkê bi aþîtî çareser bikin!” Lê na, serekkomarê amêrîkî  daxuyand, ku PKK dijmina DYA, Tirkîya û Îraqê ye. Bi vê daxîyanîya xwe Bûþ xwest ji tirkan ra bibêje: “Binihêrian, ha-a, nebî-nebî hûn vî þerî radiwestînin!”   

Çima, ma  gelo gêrîllayên HPG-ê êrîþ  birin ser nexweþxaneyan, dibistanan, sînema û têatroyan? An çalakîya 11-ê rezberê wan pêk anîne? (Wek ku tê zanîn, destê sazîyên taybet ên dewletê yên DYA di nav van hemûyan da hebûne!)

Eger ew xortên tirk wek nûnerên çand û hunerê, wek dîplomat, karmend, bazirgan, an jî tûrîst çûbûna Kurdistanê, û kurdek li xatirê wan ketibûya, wê demê me hemûyayn dê  ew þermezar bikirana… Hema ew ji bo wêranîyê û tevkujîyê çûne wir! Ew çûne þêr’! Û di þêr’ da jî, wek ku di nav gel da tê gotin,  p’elawê belav nakin. Eger hinek dixwazin xortên wan neên kuþtin, bila ew nehêlin, ku dewlet lawên wan bi  çek û agir bþîne  wlatê xelkê, ji bo ku ew jin, zar, kal û pîrên wan bikujin. Dewlet ji bo vê wan diþîne, û kurd jî li hember vê zulmê xwe diprêzin.   

Statûseke Kurdistanê ya dîrokî li holê ye –ew welatekî dagerkirî û bindest e, û leþkerê  Tirkîyayê jî hêza dagirker e, ya ku tenê tevkujîyê, wêranîyê û têrorê bi xwe ra tîne. 

Û eger di vî þerî da leþkerên tirk tên kuþtin, ji bo wê dewleta Tirkîyayê bersîvdar e. Kurd tenê mafên xwe  yên rewa pêk tînin, ên ku di Destûra R’êxistina Nnetewên Yekbûyî û peymanên din ên navnetewî da hatine misogerkirin.

Yên ku îro K’omara T’irkîyayê ji malwêranîyê û p’arçebûnê bip’arêzin, gelî bir’êzan, hûn bi xw ne! Pêþîyên me gotine- r’astîyeke tal ji hezar derewên þêrîn þêrîntir e. Divê r’astîya vî þer’î, r’ûyê  wî yê r’eþ li ber gelê t’irk bê vekirin. Û hêvî û bawerîya me bi we heye,  ku hûnê her tiþtî bikin, ku ew þer’a r’ojekê berî r’ojekê bê r’awestandin… Di vî k’arê hêja û bi r’ûmet da r’ola we p’ir girîng e.

Û ji bo mirovayê p’ir’ girîng e, ku hûn bixwazin û bikaribin bi vê r’ola xwe ya bi r’ûmet r’abin.   

Hêvî û daxweza gelan bi aþîtîyê heye.

HHÛ hêvî jî, dibêjin, dawîyê dimire!..

 

-Aþîtî ji her maleke we û welatê we ra!

-Azadî û aþîtî ji gelê kurd û Kurdistanê ra!

-Aþîtî û aramî ji cîhanê ra!

 

Korda Mad

(Azîz  ê Cewo Mamoyan)

Zimanzan-helbestvan-rojnameger  

Endamê Kongrêya Netewî ya Kurdistanê

Endamê Yekîtîya rojmamegerên Rûssîyayê,

PEN-a kurd û ya Navnetewî

 

16. 10. 2008

Tambov/R’ûssîya

www.kordamad.yahoo.com

 

   P. S.:

Dema ev name êdî amade bû û dihete wergerandin, ji bo ku ew bi zimanê we ji we ra bê þandin, agahî gihîþtin me, ku di girtîgeha Îmralîyê da li hember rêberê gelê kurd - birêz Abdullah Ocalan bêrûmetî pêk anîne û îþkence lê kirine…

Sûc û bêrûmetîya dijî mirovayê!

Û dîsa dengek ji we dernayê!

Sed heyf, ku hûn îro kîsî wan zarokên xwe dijîn, yên ku hê nehatine cîhanê…

Wek ku tê xuyanê, karê kurdan, di serî Tirkîyayê da, bi organîzmeke bîolojîk ra heye, ya ko ji bilî wêrankirinê, kuþtrin û talanê tiþtekî din nizane. Destpêka nepak û ketî, li ser bingeha kîjanê Komara Tirkîyayê ava bûye, hê jî hebûna xwe didomîne û roj bi roj rûyê xwe yê nemirovî  bi hovane dide xuyan. Û îro di welatê we da hinekan dena (boyag) reþ hildane û navê gelê we di dîroka mirovayê da bi herfên reþ dinivîsin.  

Û, divê bê zanîn, tû kesê nikaribe xwe ji vê rûreþîyê biþo.

Li vir mirov tenê tiþtekî dikare bibêje:

-         Miþk çiqas xwelîyê dikole, li serê xwe dike!

Wek ku tê xuyanê dewleta ku li ser xwîn û hestûyên gelan ava bûye, dema xwelîserîya xwe ra gihîþtye…

Dimîne, kurd jî tevr û bêrên xwe hilînin û vê pêvajoyê zûtir bikin, ji bo careke din jî  paþîya  kêþan nemînin..!

 

K.M.

20.10.2008

 

 

 

 

 

 

 

  

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org