SOS!

Xwendevanên me dipirsin:

Heger mirov bi pêþ va bimeþe, wê berbi k'u va her'e- berbi pêþer'ojê, yan paþerojê va?”

Ezîzê Cewo

 

Van salên dawîyê, bêht'ir jî ev sê- çar sal in, hinek rewþenbîrên me p'eyvên k'urdî yên pêþer'oj û ‘paþer'ojne t'enê van!) ne di cîyên wan da bik'ar tînin. Û ev yeka bûye sedema goftûgoyên germ di nav xwendevan û bînêranan da. Pirs dertên holê:

“Çima? Ev li ser k'îjan bingehê? Ma berê me kurdî nizanibû?.. Pêþîyên me bi kurdî þaþ dip'eyivîn, an..?” – Xwendevan mat'mayî di nameyên xwe da pirsên vî r'engî ji me dikin û benda bersiveke rast in:

“...Dostên hêja, - em di nameyekê da dixwînin, - van demên dawîyê bi têlêvîzîona me û di weþanên din da hinek p'eyvên k'urdî wisa bik'artînin, ku mejîyê me hemûyan t'evî hev kirine. Em çarçav bûne, nikarin ji hev derxin, gelo em bi k'urdî nizanin, an?...

Me berê peyva k'urdî ya ‘pêþeroj’ wek wat'eya ‘roja pêþ (me)’ dizanibû. Lê di têlêvîzîona me da li þûna p'eyva ‘pêþer'oj’ ‘paþer'oj’ tê bik'aranîn. Ev “nexweþîya paþop'êtîyê ya zarokan” her weha di çapemenî û wêjeya k'urdî da jî pêl daye. Dibêjin: “Di paþerojê da gelê me wê helwest xwe bide dîyarkirin.” - Em naha nizanin k'îjan e r'ast: ‘paþer'oj’ ‘pêþer'oj’ e, yan ‘pêþer'oj’- ‘pêþer'oj‘?” (Ji nameya Þera Ozkan, Dîlbera Feto, R'ostemê Tahar, Feyzoyê Ahmed‘ ên herêma Krasnodarê, Fêdêrasîyona Rûssîyayê).

Bi rastî, xwendevanên hêja, hûn tenê çarçav nebûne. Em bi xwe jî di destpêkê da bibûn mîna mirovekî, yê ku li serê dur'yanekê sekiîbe û nizanibe bi kîalî va her'e, her çiqas ew bi xwe jî dizane, k'a ji wan r'êyan kîjan e ya wî.  

Lê, ger mirov bi zanistî pirsê binirxîne, r'astîyê derê holê, û wê dîyar bibe, k'a tevlihevî di k'u da ye.   

Weha, divê mirov peyvên ‘pêþer'oj’ û ‘paþer'oj’ çawa û li ku bik'arbîne?

Di sêrî da divê bê zanîn, ku bi giþtî peyv û weteya xwe, weke qalib û naverok di grêft'erîyeke pêwendî da ne. Li ser vê bingehê divê bê zanîn, ku ‘roj a pêþ’ û ‘roj, a ku wê paþê bê’ du hevokên çarçove û pîvanên cuda ne, her çiqas jî wat'eya xwe va nêzîkî hev in (lê ne hemwat'e ne!).  

P'eyvên mijara nirxandinên me di nav kontêk'stên cuda da saz bûne û di nava kontêk'stên cuda da jî tên bikaranîn- ji bo danasîna wateyên cuda. P'eyva ‘pêþer'oj’ wek dijwat'eya p'eyva ‘paþer'oj’ tê bikaranîn (di pêwendîya ‘r'oj a pêþ’ û ‘r'oj a paþ’ da) û tê wat'eya di nav pêvajoya pêþveçûnê da ‘r'oj a pêþ (me)‘, ya ku em berbi wê va diçin.

Peyvên ‘pêþer'oj’ û ‘paþer'oj’ di nava pîvanên cuda da saz bûne û bi hev r'a di nav pêwendîyên dijwat'eyî da ne. Ango ‘pêþer'oj’ ji p'eyvebenda ‘r'oj a pêþ (me)‘ û ‘paþer'oj’ jî ji p'eyvebenda ‘r'oj a paþ (me)’ saz bûne. Ji hêla qanûnên p'eyvesayîyê va jî ew herdu p'eyvên dijwat'e (antonîm) nikaribûn ji peyvebendên ‘r'oj, a ku wê paþê bê’ û ‘r'oj a berê çûyî- buhurî’ çê bibûna. Ji van p'eyvebendan ‘r'oj a wê bê’ (‘r'oj a tê’, ‘siber'oj’, ‘dahatû’, ‘duwar'oj’) û ‘r'oj a buhurî’ saz dibin.

Þirova ku ‘paþer'oj’ tê wat'eya dawîya mirov, an axirî (aqûbet), ne rast e û tu têk'ilîya vê bi p'eyvebenda ‘r'oja dawîyê’ (‘axirî’) ra tune, ji ber ku wat'eya vê  peyvebendê ne ku ji zanista di derbarê zimên, lê ji felsefa olî tê, wek me êdî li jorê jî got, ew û peyvebenda ‘roja paþ (mayî)’ wat'eyên pîvanên cuda ne. Ji bilî vê, wek ku ‘paþ’, ‘paþê’ û ‘paþî’ p'eyvên cuda ne, her weha peyvên tîk'el ên ji wan saz bûyî jî cuda ne û tiþtne ji hev cuda didin danansîn.

Erê, r'ast e, mirov berbi dawîyê va diçe, lê ‘axirî/ dawî’ ne ‘pêþer'oj’ e. Û ‘paþer'oj’ jî hîç ne ‘axirî/dawî’ ye, berovajî vê, heya r'adeyekê, ew destpêk e, ji ber ku di bingehê da peyva ‘paþ’ e (mînak: “Xortên cîhanê bi pêþva diçin, lê evên me li paþ mane.” An: “Hemû çûne- gihîþtine ser Hîvê, evên han ewqasî li paþ mane, ku hîn bi zimanê dê nikarin du p'eyvan bi hev va girê bidin.”)

 Di nava vê p'îvanê da jîyana her mirovekî destpêka xwe hey û berbi dawîya xwe va diçe (ya ku dibêjin: axirî, aqûbet). Lê, di nava pîvana dîrokî da bi jîyanên van mriovan, ên ku destpêk û dawîya xwe hene, mirovayî bi giþtî her û her heye. Her weha her mirovek jî jîyana xwe ya dema pêþ wek pêþer'oja xwe dibîne, her çiqas dizane, ku pêþer'oja wî dawîya dawîyê berbi axirîyê va diçe û xala xwe ya dawîyê heye. Lê ‘dawî/axirî’ xala pêþer'ojê ya dawîyê nîne, li vir, her çiqas pêþer'oja mriovekî bi fîzîkî bi dawî dibe, lê bi wateyî, bi zar'ok û peyhatîyan, pêþeroja her mirovekî didome. Ji bo wê jî dema mirov ‘pêþer'ojê’ tîne zimên, ew r'oja xwe ya dawîyê (dawîya xwe) nayne ber çav- pêþer'oja wî dema wî ya pêþ e- hem roja wî ya dawîyê, hem jî peyhatîyên wî di nav da. Li vir heya r'adeyekê ‘pêþer'oj’ bi serê xwe t'enê peyveke mêxanîk, a ji du peyvan çêbûyî nîne, ew wateyî ye. Mînak, gotina gelê me: “Zarokên me pêþer'oja me ne!”

Mirovayî (dîrok) jî, weke her mriovekî, xwedî r'ojên paþ (pey) xwe hiþtî ye (ji vir jî- paþer'oj) û r'oja pêþ wê jî heye (ji vir jî- pêþ'eroj).  

Di nava pêvajoya dîrokî da hemû demên bihurî, yên ku li paþ (pey) r'oja naha mane paþer'oj hatine navkirin, lê herçê demên ku dîrok berbi wan va diherike jî- r'ojên pêþ - pêþer'oj.  

Sazîbûna van p'eyvan anegorî qanûnên zimên ên rzimanî pêk hatîye û divê mirov anegorî wan qanûnan jî li  wan binihêr'e û binirxîne. Divê em li vir careke din çêbûna hinek peyvên vî cûreyî misoger bikin, ji bo kurêvîzorênji felsefeyên derî zimên û zimanzanîyê hatî wan jî berovajî nekin.

Û, ger rojekê “zimanzanekî” nûhilatî ji we r'a bibêje, ku p'eyva pêþk'evtin’ ‘paþk'evtine, ‘pêþveçûn’ ‘paþveçûne, ‘pêþver'û’ jî ‘paþver'û’ ye, hûn bawer nekin. Lê, ger hinek wan peyvan bi wî r'engî berovajî bi k'ar bînin, bizanibin, ku ew k'etine bin bandora bernameya Berzna Þahsiwar a “Hindik… lê R'indik”... Wê demê jî dimne, ku hûn zikê xwe bigirin û t'ê-ê-êr bik'enin, lê ji bîr nekin, ger ew dibêjin: paþer'oj divê pêþer'oj bê têgihîþtin û, her weha, ger ew bibêjinpaþver'û’, ‘paþk'etin’, ‘bink'etin’ û ‘r'eþ’ divê ev peyv jî wekpêþver'û’,‘pêþk'etin’,‘serk'etin’ û ‘sipî’ bên têgîhîþtin.

Lê, ger ji dil bê gotin, divê em berê xwe bidin gundên K'urdistanê (hiþyar, an bi xewn!), her'in gundên ku hîn dest û zimanê t'irkan negihîþtinê, nehatine þewitandin, an k'oçberkirin, li k'u hîn zar'okên k'urd hene û bi zimanê k'urdî dip'eyvîn, dayîkên k'urd herr'ojdersênzimanê k'urdî didin wan zarokan... Û divê bi pîredêyan r'a li ber kevîya tendûra k'urdî rnîn,bernûs û pênûsê hildin destê xwe, destê wan dayîkan maç' bikin û guh bidin dersên wan...

Ên ku zimanê dê paqij û pîroz p'arastine, ew bi xwe ne!  

Û ji bilî vê, ger em dixwezin bi pêþ va her'in, divê piþta xwe bidin paþeor'jê û berê xwe bidin pêþer'ojê û bi pêþ va bimeþin- berbi pêþer'oja zimanê k'rudî va!.. Ji bo ku zimanê k'urdî bibe zimanê pêþer'ojê, ne yê paþer'ojê, lewra pêþer'oja gelê k'urd zimanê dê bi xwe ye...

A, li vir jî pirsa xwendevanan a:

“Heger mirov bi pêþ va bimeþe, wê berbi k'u va her'e- berbi pêþer'ojê, an paþer'ojê va?”- bersiva xwe dibgire:

“Heger mriov bi pêþ va bimeþe, wê berbi pêþer'ojê va her'e, lê, ger ew paþop'ê bimeþe, wê berbi paþer'ojê va her'e!”

Gotineke gelê me heye, dibêjin:

“Bila Xwedê dijminê me jî paþop'ê neke!”

...

  

Li þûna peynivîsarê

 

... Û, ger, bibe, hûn li cîyekî bibihên, ku dîsa yek dibêje: “Tu çawa ye?”, “Tu k'uda diçe?”, “Dayîka minî delal, dayîka minî helal!..”, “Keç'a herî xweþik”,“...Vî pênûsî”..., tiþtekî nake, bînteng nebe, berbibihêre, wisa bibîne, ku ew dixwaze bibêje: “Tu çawa yî?”, “Tu k'uda diçî?”, “Dayîka mine delal, dayîka mine helal!..”, “Keça here xweþik”,“...Vê pênûsê”..., - lê hew dizane.

Û ji bo wê jî, ji bo ku her k'urdek bikaribe alîk'arîyê bide xudanên van hevokan, em bang li her k'urdekî dilxwazê zimanê dê dikin, ku ew bi nivîs û pêþnîyarên xwe beþdarî  kampanîya alîk`arîyê bibin.

 

 

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org