|
P’IRTÛKA
NÛ
Îþxanê Mîro
Di vê p’irtûkê da sê govekên pirsên di derbarê t’aybetmendîyên r’êzimanî û wan yekþêwazîyan tên nirxandin, ên ku di k’urdî û zimanên din ên hindewropî da hene. Goveka yekem di derbarê hêmanên zanîdana zayend û hejimara navdêr ên di k’urdîya îro da ye. Goveka duyem di derbarê hebûna zayenda navîn (bêhêl) a navdêran e di k’urdîya kevnar da. Û goveka sêyem jî di derbarê du k’omên yekþêwazîyên bingehîn e di k’urdî û zimanên hindewropî yên din da (fransî, îtalî, îspanî, portûgalî, tîrahî). Di vê lêger’îna zanistî da pirs tên danîn û anegorî wan jî bersîvên wan tên dayîn. Piþtî r’êger’îneke (êk’skûrs) dîrokî-zimanzanî û lêk’olînên matêrîalên zimanê k’urdî li ser bingeha mêt’oda dîrokî-hemberhevkirinî, xudanê p’irtûkê nirxandina t’aybetîyên wan þêwazan pêk tîne, yên ku zayend û hejimara navdêran didin xuyan, û li ser bingeha lêger’înên zanistî ew bersîvên zanistî dide. Û hema li ser vê bingehê jî t’aybetîyên zêderên makdêrî yên zimanê k’urdî û þêwazên wan ên cuda tên r’avekirin. Di pêvejoya
lêger’îna
sazîya
zêderên
makdêrî
yên
zimanê
k’urdî
da
p’arîneke
din
jî
(“î”) bala
xudanê
p’irtûêk
dik’iþîne
ser
xwe,
ya
ku
bi
t’aybetîyên
xwe, p’eywir
û r’ola
xwe
va
mîna
zêderên
makdêrî
ye. Piþtî pêkanîna lêger’înên zimanzanî
yên p’ir’alî xudanê
p’irtûkê
r’avedike, ku ev
p’arîn kevnemaya
(arxaîzm) zêdera
zayenda
navîn (neutrum)
e
di k’urdîya kevnar da.
Vebijartina
(analîzekirin) matêrîalên k’urdî di nav
çarç’oveya lêger’îna dîrokî-hemberhevkirinî
ya zimanên
hindewropî
da ji bo
wê
dîtina xudanê
p’irtûkê dibin
bingeh,
ku di k’urdîya îro
da
r’êze p’arîn hene,
yên ku wek
kevnemayîên (arxaîzm) þêwazên
zêderên kevnar
hatine
parastin. Ku ev
p’arînan bi
þêwazê
xwe yê dengsazîyê û wat’eya
xwe
ya bêjeyî
va
wek an mîna zêderên makdêrî
yên r’êze
zimanên din ên
hindewropî
ne. Û dîtinên
di
derbêar
çêbûna
van
zêderan
û hebûna
yekþêwazîyên
wan
di
zimanên
din
ên
hindewropî
da,
her
weha
lêg’er’înên
p’ir’alî
yên
di
vî
warî
da
bê
encam
derbaz
nabin.
Zûtirekê
li
bal
xodanê p’irtûêkê
dîtina
bi zanistî
misoger
çêdibe,
ku
yekþêwazîyên îro yên
zêderên
makdêrî
yên
zimanê
k’urdî
(“ya”,
“yê”, “yêd/yên”),
bi
guh’artinên
dengsazî yên
p’ir’ biç’ûk
va di
r’ûssî da
hene.
Ev
zêderana
di
zimanê
r’ûssî
da
r’êyeke
p’eyvguhêr’îyê
ya
dîrokî
ya
wisa
derbazbûne,
ku
mirov
dijwar
bikaribe
eyîtya
wan
guhar’tinan
têbigihîje. Xudanê p’irtûkê bi k’îjan
rê
û r’êbazan
wat’eyên
lêksîkî
(bêjeyî)
yên
r’ast
ên
van
bêjeyan
r’avedike,
bi
wan
r’ê
r’êbazan
jî ew lêger’înên
xwe
di
warê
zimanê
r’ûssî da pêk
tîne
û bi
zanistî
derdixe
holê,
k’a
sazîyên
herdu
zimanan
çiqasî
mîna
hev
in... Lê navnîþa
(lîste)
yekþêwazîyên
k’urdî-r’ûssî
matêrîalekî
girîng
û balk’êþ
e
ji
bo
lêger’înên
zanistî
yên
dihatûyê di wî
warî
da.
Di dawîyê
da
xudanê
p’irtûkê
dinivîse: “Dibêjin,
ku Mêzopotamîya colanga çêbûna gelên hindewropî û þaristanîya
hindewropî bûye. Îro k’urd
û K’urdistan bi hebûna ziman, çanda net’ewî û wan bingehên
hindewropî yên destpêkî va, yên ku di
zimanê k’urdî da
htine p’arastin, govenîya vê
didin. Her çiqas gelên hindewropî li cîhanê belav bûne, lê di gelek hêjayî
û nirxên t’omerî yên hevbeþ da, ên ku wan bi xwe r’a birine,
r’engê wan hatine guhartin, lê dîsa jî gelek þopên bingehên wan ên
destpêkî di mak- welatê wan ê dîrokî da mane. Û
þopên van hemûyan jî divê di nav k’urd û K’urdistanê da
biger’in. Ev
jî di nava hindewropîzanîya giþtî da ji bo lêk’olîn û lêger’înên
vî warî bi serê xwe bingeheke girîng a zinistî ye.”-
Xudanê p’irtûkê gotina xwe t’omerîdike. Xwendevan wê di derbarê van û gelek pirsên din ên bilk’êþ da di
p’irtûka A. C. Mamoyan da bixwîne. Di
dawîya p’irtûkê da her weha pêvek û t’omerîkirin bi zimanên
k’urdî û înglîzî hatine cîwarkirin, ên ku wê derfetê bidin
xwendevanên kurd û înglîz, ku ev bi naver’oka p’irtûkê
r’a bibin nas Îþxan
ê Mîro Berpirsyarê
rojnameya “K’urdistana azad”(Moskova), Endamê
Yekîtîya R’ojnamegerên R’ûssîyayê
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org