|
R’ÊYÊN PÊÞK’ETINA WÊJEÎYA K’URDÎ
Ezîz ê Cewo
Îro
gelek lêk’olîn û gotarên di derbarê wêje û nivîsk’arîya k’urdî
da li holê ne. Her mijarek a her nivîsekê di cîyê xwe da xwedî nirxekî
ye, her xudanekî her gotarekê ji hêla xwe va pirsekê yan k’omek a
pirsan hiltîne dest û anegorî zanebûn û derfetên xwe
yên zanistî wan r’avedike. Heya, eger hinek pirs ji ber dijberîyên
xwe, neên p’ejirandin jî, dîsa ew bi t’omerîya nak’okîyên xwe va
dibin bingeh, ku mirov gotebêjan bidomîne
û r’astîyê derxîne holê...
Gotebêj
bi gotebêjan, lê mabesta me li
vir tiþtekî din e! Ya ku em di vê gotarê da dixwazin li ser biaxivin, ew
pirsa wêjeyê bi giþtî ye, û di nav wê da jî pirsa t’aybetmendîyên
avabûn û pêþk’etina wêjeya k’urdî, r’êyên wê yên berbi xwedîtin,
xweguhartin û nûjenbûnê va. Emê hewlbidin di nav çarç’oveya
pêþketinên civaka k’urdî da li ser avabûn û pêþk’etina wêjeya
k’urdî dîtinên xwe bi giþtî bînin zimên. Di
dawîyê da emê li ser r’ewþa wêjeya k’urdî ya vê serdemê, zimanê
wêjeyî û weþana p’irtûkan
jî r’awestin. * *
* Dema
li ser wêjeya k’urdî tê axavtin, divê bê zanîn, ku ew wêjeya gelekî
bindest û qedexe ye. Ku, çawa hêzên dagirker û serdest xwestine gelê
k’urd t’unebikin, wisa jî her tiþt kirine, ku wêjeya wî wek wêjeyeke
net’ewekê negihîje. R’asttir dibû, ger mirov bigota, ewan her tiþt
kirine û îro jî dikin, ku wêjeya k’urdî çênebe û pêþnek’eve.
Wan hewl daye, ku hê di colangê da wê bifetisînin. Ji ber ku, wek ku
ziman bingeha nasnameya net’ewê ye, wêje jî þêwazekî pêkanîna
nasnameyê ye di jîyanê da. Wêje eyna pêþkevtin û dînamîka civakê
ye- bi hêlên wê yên erênî û neyînî va. Ew hêmanek e, bi k’îjanê
net’ew dîtin, r’aman û nirxên xwe yên jiyanê, hest û r’amanên
xwe bi hunera wêjeyê tîne zimên, û bi wî awahî xwe baþtir nas dike,
dide nasandin û di civaka mirovayîyê ya giþtî da net’ewbûna xwe
dip’arêze û dide p’ejirandin. Her
çiqas jî em dikarin bibêjin, di dema xwe da serbilindîyên net’ewî yên
wek Mela Batê, Elî Herîrî, Melayê Cizîrî, Ahmedê Xanî, Goran,
Cegerxwîn û yên wek wan ji nav gelê me derketine, dîsa jî ji bo xatirê
r’astîyê, divê bê gotin, ku wêjeya me wek þêwazekî mitalekirina (r’amankirin)
civakî
nivîþkan û lewaz maye. Û ev jî, wek ku me li jorê jî got, ji ber wê
ye, ku hêzên dagirker û serdest hemû r’êyên pêþk’evtina civakî
li ber gelê me girtine. Ji ber ku gelê me bi xwe bindest bûye, r’aman
û wêjeya wî nikaribûye azad be. Û, eger ji nav gelê me heç’eyên1 wêje û r’amanê yên mezin derk’etine, ewan wek vulkanekê dane
der. Ewan ji bin derxûn2,
ber û zinaran, ên ku dijmin danîbûn ser devê beroþa r’aman û mitala
me, bilqîn kirine û derk’etine r’onayê. Û, eger ew mezinayî, yên
ku me li jor gotin, derk’etin jî, t’u derfet û r’ê ji bo wan venebûne,
ku ew bibin hebûna civaka giþtî ya mirovayîyê. Ew demeke dirêj ji gelê
kurd û cîhanê veþartî bûne, wek wan zêr’ û kevirên qîmetî, yên
ku bi sedsalan di bin axê da mane. Em îro dikarin bibêjin, ku heya nîveka sedsala XX yên ku
navê wan Mezinên me dizanibûn (an bihîstibûn), mirovê bikaribûya li
ser t’ilîyên destekî bihejmarta. Û, ji ber ku di
nav civaka k’urdî da, t’u kesî nikaribû bi zimanê dê û li
ser bingeha çand û wêjeya net’ewî p’erwerdeya xwe destbanîya, gelek
lawên gelê me, yên ku p’erwerdeya xwe bi zimanên bîyanî dîtine, bûne
hebûn û serbilindîya
net’ewên din (Baba T’ahêr, Nîzamî, Ahmed Þewqî, Yaþar K’emal,
Selîm Berek’et û gelekên din). Di dema xwe da r’ojhilatzanê sovêtî
yê mezin Îosîf Orbêlî hê di nîveka sedsala XX da nivîsye, ku gelê
k’urd k’eda xwe kirye nav xezîna þaristanîya cîhanî, ku vî
gelî di bin navê îranîyan (farizan),
t’irkan, ereban, ermenîyan da gelek lawên xwe, yên wek helbestvan,
sazbend (mûzîsîan), serleþker ên bi nav û deng
windakirine, ên ku îro dîroka wan gelan dixemilînin. Belê,
gelê kurd k’eda xwe kirye nav xezîna þaristanîya cîhanî. Belê,
gelek lawên wî dîroka gelên cînar dixemilînin, lê dagirker û
serdestan bi her awayî r’ê li pêþîya wan girtine, ku ew nikaribin bi
zimanê xwe, li ser bingeha çand û hunera net’ewî pêþbik’evin, ji
ber ku... Lê bi t’evî vê jî gelê k’urd di nav xwe da hêz û derfet
dîtine, ku r’aman û gîyana net’ewî di nav wî da venemire. Dibe ku
ev bi t’evgerî nînbûye jî, lê di bingeha xwe ya xwezayî da çand û
hunera gelê kurd ewqasî bi hêz e, ku qedexe û t’evkujîyê nikaribûne
r’ê li pêþîya r’ûdana çandî û hunerî bigirin. Dagirkeran wêjeya nivîskî qedexekirine, gelê k’urd ya
zarkî kirye altêrnatîv, û bi zargotina gelêrî r’a t’evayî gelek
helbest û destaneyên helbestvanên k’urd ên sedsalên navîn bi zarkî
di nav gel da ger’yane (p’erçeyên destaneya helbestvanê bênav yê
sedsala VII, Feqîyê Teyran, Ahmedê Xanî, Melayê Cizîrî û yên din).
Di
r’ewþeke weha da wêjeya k’urdî, bi wat’eya peyva ‘Wêje’ ya
t’am va, nikaribû bighîþta wê astê, ya ku ji bo net’ewekê tê
xwestin. Lê ew toxim û zîl, ên ku di nava sedê salan da hatibûn r’eþandin
û gîhandin, bûn bingeh, ku di sedsala XX da wêjeya k’urdî jinûva vejînbibe.
Guhertinên di cîhanê da û p’êla t’evgerên azadîxwaz ên k’urdî
bi xwe r’a pêwîstîya jinûva xwendin û anegorî serdema nû
wat’edarkirina efrandinên klasîkên wêjeya k’urdî derxistin holê.
Û, dîsa jî, ji ber ku di
welatê me da her tiþtê me yê net’ewî bi astengî û qedexeyan r’a
r’ûbirû bûn, dawîya sedsala XIX, destpêka sedsala XX zanista di
derbarê k’urd û K’urdistanê da, wêje û çapemenîya k’urdî li
derveyî welêt r’êyên pêþk’etinê ger’yan (Bexda, Yêrêvan, Qahîrê,
Moskova, R’oma, Sankt- Pêtêrbûrg, Þam û yên din)...
*
*
* Helbet, her beþekî mijara vesazbûn û pêþvaçûna wêjeya
k’urdî hêjeyî lêger’îna k’ûr û p’ir’alî ye. Û ji bo wê jî
emê vê mijarê bi t’omerîya xwe va ji lêk’olînerên dihatûyê
r’a bihêlin û ji vir û pêva li ser pirsgirêkên wêjeya k’urdî
r’awestin- bi giþtî, li ser r’êya wêjebûnê. Eger
bê xwastin ku mirov li ser wêjeya k’urdî bi nirxandinekê t’omar
bike, ango bi nivîskî dîmenekî wê yê tam derxe holê, dikare bibêje,
ku di nav me da nivîs p’ir’ in, heya gelek p’irtûkên stûr jî
hatine û tên weþandin... lê wêje kêm e. Belê, p’irtûk pir’ in, lê
wêje kêm e. Û, ji bo ku wêjeya me xwe bigihîne asta pêwîst, ew divê
hê r’êyeke dûr a dirêj derbazbibe. Çima?
Çima,
em bibêjin, di nav me da hema r’omaneke li ser r’adeya “Memedê
zirav” ya Yaþar K’emal jî t’uneye. Êdî em di derbarê efrandinên
nivîsk’arên wek Hyûgo, Balzak, Tolstoy, Drayzêr, Þoloxov, Hêmêngûyêy
û yên din da nabêjin. Çima?
- Dema mirov nivîsên nivîsk’arên bîyanî yên bi net’ewa xwe va
k’urd dixwîne, bi dilêþî vê pirsê dide xwe û bersîvekê diger’e,
ya ku bikaribe r’astîya wêjeya me derxîne holê...
Îro
“nexweþîya tiþteknivîsandîn û tiþtekweþandinê” di nav beþekî
gelê me da (r’ewþenbîr- ne r’ewþenbîr, xwendî-nîvxwendî an
nexwendî!) belavbûye. Hinek, wê her tiþtî bikin, ji bo xatirê wê, ku
tiþtekî bi navê xwe biweþînin. Dibe ku li vir hinek xeyd û gazinên
xwe jî bidin xuyan - hem yên
ku bi r’astî nivîsk’ar in, hem jî yên ku bi hezarê kîlomêtran ji
wêjeyê û nivîsk’arîyê dûr in. Helwest li hemberî vê çawa dibin,
bila bibin, lê r’astîya me îro ev e! Û sedemên vê r’ewþê yên
obyêktîv û sûbyêktîv hene. R’ojekê
divê em di nav xwe da wêrekîyê bibînin û r’astîya xwe bip’ejirînin
û ji hev r’a bibêjin- ew çiqas tel dibe, bila bibe. Tiþtê
ku wêrekîyê dide yên dûrî wêjeyê, ku ew ç’epilan hildin û
bik’evin govenda wêjeya k’urdî û vîalî-wîalî p’ê li nigên
der-dorên xwe bikin, ew e, ku: -
p’erwerdeya
bi zimanê k’urdî bi sîstêmî t’unebûye, û îro her k’urdek zimanê
biynî û serdestan ji zimanê xwe yê dê baþtir dizane (bêguman, ev yek
bêht’ir tragêdî û ne ku gûnehê wan e); -
nexwendîtîya
zimanê k’urdî, ya ku bi dîrokî di nava me da bûye “desthilatdar”,
hê jî serdest e, û di warê nizanbûna zimanê k’urdî da yên zane û
nezan weke hev dibin; -
gelê
me heya vê dawîyê bi sê alfabêyan dinivîsî û dixwend (ew jî wey li
wê nivîsandin û xwendinê!); -
pirsgirêkên
alfabêya heyî, ner’ûniþtîbûna qanûnên r’astnivîsandin û
r’astaxavtinê di r’êzimana k’urdî da, ya ku dibe sedem, ku mirov
nikaribe bi k’urdî r’ast binivîse û bixwîne3; -
di
nav me da înstîtûta (sazî) r’êdaktekirina p’irtûkan, ên ku tên
weþandin, nîne û nebûye çanda weþanên me: k’î çawa dinivîse, nivîsa
wî wisa jî tê weþandin; -
r’exnegerîya
wêjeyî di nava me da negihîþtye û nebûye t’ore û çandekê. Dibe
ku mirov bikaribe dîsa r’êze sedemên din jî bîne, lê ev jî bes in,
kû mirov têbigihîje, k’a divê çi di nav nivîsandin, xwendin û wêjegerîya
me da bê guhar’tin, ji bo ku wêjeya me bibe Wêje. Wek
ku tê zanîn, wêje ji bo wê tê nivîsîn, ji bo ku hinek ên din wê
bixwînin. Wek ku artîst (þanoger), hozan û dengbêj hewceyê bînêran
û guhdaran in, ji wan hêza xwe digirin, wisa jî nivîsk’ar hewceyê
xwendevanan in... Ji
bo ku xwendevanên me hebin, divê yên ku bi k’urdî bixwînin hebin. Û
ev yek divê grseyî be- li seranserê welêt. Wek ku me li jorê jî anî
zimên, dewletên serdestî K’urdistanê li þûna merc û derfetan ji bo
pêþk’evtinên biefirînin, berovajî vê, her tiþtê ku ji destê wan
hatye, kirine (û îro jî dikin!), ku gelê me di tarîyê da bimîne. Di
vê r’ewþê da k’î divê îro bi vê p’eywirê r’abin?
Sazî
û r’êxistinên me, k’om
û k’omeleyên me yên civakî û çandî hene, çapemanî, r’adîo – têlêvîzîon,
r’ojnamegerî û weþanên me hene. Yêkîtîyên nivîsk’ar, hunermend,
mamosta û r’ojnamegeran hene. Dawîya dawîyê, û ya sereke, malbetên
k’urd hene. Zimanê
dê mercê sereke yê hebûna her net’ewekê ye. Eger
zanebûna zimanê dê bibe norma jîyana civaka k’urdî, eger zanebûna
zimanê k’urdî, bi wî nivîsandin û axavtin, bi wî stran û girîn, bi
wî jiyankirin û xewdîtin bibe mercê hebûna me ya net’ewî, wê demê
hem xwendevanên wêjeya k’urdî, hem r’exneger, hem jî piþgirî û pêþvebirên
wê dê bi xwe ji nav gel derên. Lê
naha çawan e? Ji
ber sedemên jorgotî wêjeya me di nava çarçoveyeke teng da diger’e. Û
ev yek ji hêla xwe va bûye sedem, ku
îro gelek p’irtûkên ji hêla çawanîya çapê va xweþik, lê ji hêl
naver’okê va lewaz û ser asta here nimz bigihîjin ber destê
xwendevanan. Û ev jî dibin sedem, ku xwendevanên zane û aktîv (ji hêla
zanebûna zimanê k’urdî va) bi girseyî di nav civaka me da p’ir’ kêm
hebin- heya asta t’unebûnê! Ji ber van hemûyan jî wêjeya me neç’ar,
bêhêz û nivîþkan maye. Ên ku dinivîsin an nikarin, an jî di nav xwe
da wêrekîyê nabînin, ku hev r’exnebikin: «Lê, eger?!.. »,- her
yek weha hevsa xwe dike. Û ji ber wê jî têgîna “r’exne” di nav wêjegerîya
me da heya îro cîyê xwe negirtye. Rexne motorê pêþk’etina her hêlên
civakê ye, her weha- yê wêjeyê jî. Eger
r’exne û r’êdaktekirin di nav jîyana wêjegerî da bibin çand, wê
demê emê bikaribin bibêjin, wêjeya me bi qanûnê wêjegerîyê û wêjezanîyê
dimeþe û wê di dema xwe da berbi wêjebûn û nûjenbûnê va her’e. Dibe ku yek ji hêzên sereke, yên ku wêjeya her net’ewekê
dewlemend dike, pêþdixe û digihîne asta wêjeyê ya pêwîst jî, ew e,
ku efrandinên wêjeya gelên cîhanê yên cuda tên wergerandin û weþandin.
Di nav k’urdan da hinek cêribandinên wergera berhemên nivîsk’arên bîyanî
pêk hatine, lê wergera wêjeyî ya profêsîonal di nav me da hê jî
negihîþtye. Piþtî salên þêstî yên sedsala XX hewleke weha ji hêla
nivîsk’arên kurd ên sovêtî va hate dayîn, lê ew jî di nîvê r’ê
da ma û negihîþt asta pêwîst (Di derbarê wêjeya kurdî di Yekîtîya
Sovêtê da binihêr’e: Ezîz ê Cewo, “Wêjeya kurdî li ser rêya xwedîtin
û nûjenbûnê”, kuvara “W”, sal 2008, hejmar: 18, rû: 47-49; Ezîz
ê Cewo, “Mitaledarîya k’urdên Sovêtê li ser dur’êyanên dîrokê”,
malp’er’a PEN-a Kurd: www.pen-kurd.org)
Li
jorê jî hate zimên, wek ku ziman bingeha nasnameya net’ewê ye, wêje
jî þêwazekî pêkanîna nasnameyê ye- di jîyanê da... Bi awayekî
din mirov dikare bibêje, wek ziman bingeha nasnameya net’ewî ye, ew her
weha bingeha wêje, çand û hunera net’ewî ye jî. Ango, bi gotineke din,
ziman ew matêrîal e, bi k’îjanê wêje tê hûnandin û sazdibe. Û
ziman çawa be, wêje, çand û huner jî, ên ku pê tên hûnandin, wê
weke wî bin… Ji
vir jî jêdera- zimanekî xweþk û þêrîn mercê wêjeyek a xweþik û
þêrîn e, dertê holê. Di
jîyanê da her tiþt bi hev r’a di nav p’êwendîyeke dîalêktîk da
ne: bi zimên wêje avadibe, lê bi wêjeyê gel fêrî paqij, r’ast û
xweþik axavtina zimanê dê dibe... Lê
ya me çawan e? Wek
ku li jorê jî hate gotin, gelê me bi zimanê xwe p’erwerde nedîtye,
mercên dîrokî nehiþtine, ku zimanê me bgihîje pîvanên zimanê wêjeyî.
Ji bo wê jî di nav axavtina gelê me da gelek çewtî dertên holê.
Mînak, þûna ku bibêjin: “Tu k’uda diçî?”,- dibêjin:
“Tu k’uda diçe?” Wisa jî þûna: “Dayka mine delal!” dibêjin:
“Dayka minî delal!”, þûna: “Min bihîstye, tu nexweþ î!” dibêjin:
“Min bihîstye, tu nexweþ e!”, þûna: “P’irtûka here balk’êþ”
dibêjin: “P’irtûka herî balk’êþ”...
Mînakên weha mirov dikare dîsa û dîsa bîne. Lê ji bo mînakdayînê
ev jî bes in4.
Û eger di nav gel da bi çewtîyên weha bê axavtin û nivîsk’ar jî di
ser heman çewtîyan da yên xwe jî zêdebike û li gel veger’îne, wê
demê çi cudayî di nav gelê sade û nivîsk’ar da heye? Wê demê- nivîsk’arî
ji bo çi ye? Gel zimanê xwe bi r’êya wêjeya xwe paqij, bi r’êzimanî
r’ast û xweþktir dike... Janra
(þêweyê wêjeyî) r’omanê ya nivîsê merc û pîvanên xwe hene. Belê,
yek ji wan pîvanan jî
pr’r’ûp’elbûn e, lê ev t’enê t’êrê nake, ku mirov nivîsekê
r’oman navbike... Van salên dawîyê li welêt û dervayî welêt gelek
pirtûkên k’urdî tên weþandin -ç’îr’ok, helbest, r’oman.... Û
ev yek ji hêla çêbûna derfetan va mirov dilxweþ dike, lêbelê... Belê,
ji wan nivîsan hinek ji hêla naver’oka xwe va p’ir’ balk’êþ in,
lê wek matêrîalê ji bo weþanê p’ir xav in, wek hevîrê þkeva. Û
sedema vê ya serke jî ew e, ku
di weþanên k’urdî da ew nivîsana bê r’êdaktekirin tên weþandin...
Lêbelê, wek ku cêr’ibandina gelên þaristanî û pêþkevtî dide
xuyan, ên ku berhemên wêjeyê digihînin asta weþandinê (ya ji bo
xwendevanên xwendî) r’êdaktor û serer’astger (korrêktor, tesîsker)
in, ên ku pisporên zimanê wêjeyî ne. Heya, yên ku berhemên nivîsk’arên navdar digihînin þêwazê
hunerî yê pêwîst jî, ew k’edkarên wêje û weþanê ne, yên ku îro, sed heyf, di nav me da wek “çîna” weþangerîyê
nînin... Her
çi jî hebe, em bi hêvî ne, ku dem û zeman wê bên guhartin, wê welatê
me jî wek ên xelkê r’ojekê azad be, bibe welatê xwendîtîyê, wê di
nav gelê me da ne ku t’enê nivîsk’arên xwendî, her weha xwendevanên
xwendî p’ir’ hebin, wê xwendina wêje û çapemanîyê bibe çandeke
civaka me ya bi nirx, weþangehên me jî wê tenê r’ola çapxaneyan nelîzin,
û emê her p’irtûkek a nûweþyayî hildin destê xwe û li dawîya wê
bxwînin: r’êdaktorê weþanê yê sereke: ev mirov, r’êdaktorê
wêjeyî: ev mirov, rêdaktorê çapê: ev mirov, korrêktor
(serer’astger): ev mirov. Wê demê bi r’astî çawanîya p’irtûkên k’urdî wê
li ser asta pêwîst be... Li
þûna peynivîsarê Nivîsk’ar
û r’onaydarê ermenî yê sedsala XIX
Xaçatûr Abovyan di dema xwe da nivîsye: ”Her
mêrekî k’urd, her jineke k’urd ji r’oja bûyîna xwe va bi r’uhî
helbestvan in.”
Belê,
her k’urdek dikare van gotinan piþtrastbike. Hemû jî baþ dizanin, dema
k’urd dik’evin govendê û distrên, ew dikarin bi dehan katan gotinên
nû bisêwirînin û li hev veger’înin, wisa jî kalik û pîrikên me þevên
zivistanê yên dirêj li ber kevîya tendûrê ç’îr’okên nû li hev
dihûnan û ji me r’a digotin. Îro jî di þînan da jin û mêrên
k’urd li ser mirî dibêjin û dinivêjin, û ji bo her mirovekî mirî
hema li ber darebesta wî, bê amadek’rî anegorî wî li hev tînin û
dinivêjin. Belê,
ev t’aybetmedîyeke gelê k’urd e. Belê, bi r’astî, her k’urdek bi
r’uhê xwe helbestvan e. Lêbelê- t’enê bi r’uhî. Lê helbestvanî
û nivîsk’arî tiþtekî din e, ji bo helbestvanîyê r’ewþ û mercên
din pêwîst in- bi taybetmendîyên mirov ên efrandarîyê,
bi zanînên deremên qanûnên wêjeyê û nivîsk’arîyê û, ya
sereke, zanebûn û bik’aranîna zimanê wêjeyî va... _____________ 1.
Heç’e- serê ç’îya yê bilind, yê ku sal- dimdêre bi berfê pêç’ayî
ye û di nav ewran da winda dibe, û her kes nikare xwe bigihîne wan
bilindayan. A, ji wan mirovan
r’a, yên ku di nav zanizt, wêje, çand û hunerê da digihîjin destanînên
mezin û bilind, bi wat’eyî dibêjin Heç’e, ango, bilindayî, ya ku ji
her kesî r’a li hev naê xwe bigihînê.
2.
Derxûn- devgîrk (qalpax) ê dîzan ê ji xwelîya kaxçîn çêkirî. 3.. Li ser pirsên alfabê, r’êziman, r’astnivîsandin
û r’astaxavtinê di dema xwe da me gotar weþandine û konfêransên
zanistî da pêþk’êþkirine. Beþek ji wan gotaran li ser malp’erên
PENa k’urd (www.pen-kurd.org) û Amîdakurd
(www.amidakurd.com ) hatine weþandin.
4
Li ser vê mijarê her weha nivîsa
xudanê vê gotarê ya “Bingeheke
zanistî ji bo p’erwerdeya zimên” binihêr’e.
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org