|
SEREKK’OMARÊ T’IRKÎAYÊ CÎHANÊ ÞÛNA NEZANAN DATÎNE, YAN BI DALTONÎZMA(*) SIYASÎ NEXWEÞ E?
Ezîz ê Cewo Dibêjin: Serekk’omarê
t’irk Abdullah Gul van demên dawîyê ji bo ç’areserkirina pirsgirêkên
welatê xwe daxuyanîyên balk’êþ dide.
Çend r’oj berê jî, dema civîna bi walîyên 81 herêmên welatê
xwe r’a, wî çend p’eyam dan.
Ji
pêkhatina civîneke weha û van p’eyaman mirov her tiþtekî
têdigihîje: -
Di K’omara T’irkîyayê da pirsgirêk p’ir’ in, ew êdî gihîþtine,
dijwartir bûne û ç’areserîya
xwe dixwazin, sîstêma heyî nikare ji pirsgirêkan r’a bibe bersîv,
kadroyên heyî jî di mercên vê sîstêmê da nikarin wî barî
r’agirin; -
R’êvebirîya vê dewletê þûna ku sedemên pirsgirêkan bibîne,
r’êyên ç’areserîya wan biger’e, vê care jî, wek hercar, berê
xwe daye r’êbazên xurtkitkirina têr’ora dewletê li hember welatîyên
xwe; Weha,
Gul, di wê civînê da dibêje, ku T’irkîya di têk’oþîna xwe ya li
hemberî ter’orê (ango, daxwazên gel ên aþtîyê û dêmokrasîyê.-
E. C.) da, ev gelek sal in, ku
bi bir’yar tevdiger’e (bixwîne: têrora dewletê dimeþîne.- E. C.).
Ku têk’oþîna (ango, têr’ora dewletê.- E. C.) bi ter’orê r’a divê di her warî de bêr’awestan bidome.
Ji bo ter’or bi tevahî biqede û standartên demokratîk bilind bibin, dê
alîk’ariya waliyan p’ir’ be.
Bi
r’astî mirov van gotinan dixwîne û matma dibe. Çawan e, ev camêrana
dixwazin k’ê bixapînin? Va, li ber ç’avan e, di gotinên
serekk’omar da t’enê peyamek heye: dewletê wek ku
berê têr’ora xwe meþandîye, wê ji vir û pêva jî bidomîne,
û di vî warî da dive walî di herêman
da di vî þer’ê qirêj da bêt’ir aktîv bin.
Wek
ku ji axavtina serekk’omarê t’irk tê xuyanê, pirsgirêk zêde mezin bûne,
û di nav walîyan da di pirsa r’êbazên ç’areserkirina pirsgirêkan
da nêr’înên cuda û bêbawerî heye. Ji bo wê jî Gul
di nav axavtina xwe da dibêje, ku “p’eywira
girîngtirîn a waliyan ew e, ku ewlek’arîyê
bigihînin û xurt bikin … divê mirov li her quncikekî welêt ji tirsê
dûr bin û baweriya wan bi sibehê hebe”. Ev
jî ji hêla xwe va tê wat’eya ku r’êberîya K’omarê sedemên
pisgirêkan welatê xwe li cîyekî din diger’e û dixwaze qelþ û qulên
sîstêma xwe bi gotinên vala zêp dike, lê r’ewþa obyêktîv ferz
dike, ku dive ev sîstêma heyî ya K’omara T’irkîyayê bi bingehê va
bê guhar’tin, an na, ewê ji bin va hilweþe. Ji
bo wê jî, eger ew bi r’astî dixwazin welatê xwe (û, ne ku- sîstêmê)
ji hilweþandinê bip’arêzin, dive ç’avên xwe li ser r’astîya sîstêma
xwe û sedemên pirsgirêkên heyî vekin.
Ew jî ev in: -
dewlet bi xwe têr’orê li hember welatîyên xwe dimeþîne û li
þûna ç’aresekirina pirsgirêkên heyî, wan bi têr’ora dewletê
ditep’isîne; (û, balkêþ
e, di vê rewþê da mirovê çawa “li her quncikekî welêt ji tirsê dûr
bin û baweriya wan bi sibehê hebe”?) -
di vî welatî da pirsgirêka serê hemû
pirsgirêkan pirsa mafên gelê k’urd e, yên ku bi destûrî lê
hatine qedexekirin. Û
ji bo wê jî hîç hewce nake,
ku bi
propaganda þer’ê
t’aybet
demê li xwe bibuhirînin, ji bo ku ew guhar’tin,
ên ku bi dîrokî êdî gelekî
dereng mane, di dema r’êvebirya wan da pêk neên. Û
ya dawîyê û sereke: Eger Gul û hemû r’êvebirîya K’omara T’irkîyayê
bi r’astî dixwazin, ku di welatê wan da “ter’or bi t’evayî biqede
û standartên demokratîk bilind bibin” û aþtî û aramî bibin
desthilatdar, dive pirsa mafên gelê k’urd bi destûrî ç’areser
bikin, ne ku hemû hêz û derfetên art’êþa welatê
xwe (ya ku di nav NATO-yê
da ya duyemîn e!), hemû hêz û sazîyên ewlek’arîyê û yên
t’aybet bigihîne hev û li dijî mafê welatîyên xwe têr’ora dewletê
bimeþîne. R’êvebirîya
K’omara T’irkîyayê bi van r’êbazan t’enê dikare t’emenê sîstêma
xwe kin bike û pirsa destanîna mafên gelê k’urd demekê dirêj bike. Lê
belê, sed heyf û mixabin, di vê navberê da wê xwîna mirovên bê sûc
û guneh bir’ije. Û
bersîvdarên van hemûyan jî ew bi xwe ne!
___________________ (*)
Daltonîzm
- nexweþîya çavan e. Mirovên bi vê nexweþîyê gelek r’engan ji hev
cuda nakin, wana wek r’engekî dibîne.
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org