STÊRKEK A GEÞ JÎ JI ASÎMANÊ K’URDISTANÊ R’IJYA

 

Ezize Cewo

 

 

Agahîya mirina lawekî gelê k’urd ê mezin jî vê carê ji p’ayt’exta R’ûssîyayê ya bakûrî, ji bajarê Sankt- Pêtêrbûrgê gihîþte me: Temenê xwe yê 75-an da Ordîûanê Casim ê Celîl k’oça xwe ya dawîyê ji nav me barkir. Ji asîmanê huner û wêjeya k’urdî stêrkrkek a geþ jî ji me bû kêmasî.

Ordîxanê Celîl ji wan mirovan e, yên ku navê wan bi tîpên zêr’în di dîroka gelê wan da tên nivîsandin. Ew jî ew mirov in, ên ku di jîyanê da li ser r’êya wan çi zorî û dijwarî jî hebin, ew deynê xwe yê net’ewî didin- hemû hêz, derfet û zanînên xwe dikin xizmeta gel û welatî xwe.

Mamosta Ordîxanê Celîl ê bihuþtî  yek ji wan mirovan bû.

Navê  wî, her weha navê malbata wî hem di welatên Yekîtîya Sovêtê a berê da, hem jî li K’urdistanê û derveyî sînorên wê wek navê k’edk’arên çanda net’ewî tên nasîn. Û tê zanîn, ku bi destê mamosta Ordîxanê Celîl û birê wî Celîlê Celîl bi hezaran nirxên zargotina net’ewî hatine berevkirin û weþandin. Eger îro bi hezaran nimûneyên zargotina net’ewî- ç’îr’ok, beyt’-serhatî, stran, gotinên pêçîyan, dilok û yên din ji windabûnê hatine p’arastin û bûne hebûna nivþên tê, ji ber ku di dema xwe da mamosta Ordîxan Celîl û Celîlê Celîl bi endamên malbata xwe yên din va  gund bi gund, bajar bi bajar li Sovêta berê û K’urdistanê ger’yane û zargotina gel berevkirine û weþandine. Û sert’aca wan weþanan jî berevoka stûr a “Stranên mêranîyê” ye. Di vê pirtûkê da her weha nirxandina zanistî,  wergera têkstên k’urdî û desteyeke wêneyan a dewlemend hene. Wî k’arê weþana pirtûkeke din jî dikir, lê, sed heyf, pêr’ar negîhand. Lêbelê em bi bawer in, mamosta Celîl dê wî  k’arê xwe yê t’omerî bibe dawîyê. Mamosta Ordîxanê Celîl jî, wek folklorîstên  demên bihurî yên navdar, yên wek Afanasêv, Asbiêrnsên, Kolbêrg, Karacîç û yên din, di warê zargotina (folklora) k’urdî da k’arekî wisa pêkanîye, yê ku di  xezîna huner û çanda net’ewî  da cîyê xwe yê dîrokî yê hêja girtye.

Lê, eger em t’enê di derbarê k’ar û xebatên Mamosta Ordîxanê Celîl ên di warê zargotinê da bibêjin, wê kêm bibîne. Wî hê di dema xwedkarîya xwe da bi weþanên r’adîoya k’urdî ya Yêrêvanê r’a hevk’arî kirye, di sîstêma Akadmîya zanistî û danêþgehê da k’arkirye. Ew profêsorê Danêçgeha dewletê ya Sankt- Pêtêrbûrgê bû û dersên xwe yên r’oja berî mirina xwe daye xwendk’arên xwe.

Mamosta Ordîxanê Celîl bi hezar tayî û bi hemû r’ewan û gîyana xwe  bi welatê xwe va girêdayî bû. Dema li Welêt Cegerxwîn qedexe bû, di Yekîtîya Sovêtê da jî, dibe ku çend mirovan navê wî bihîstibûn, destpêka salên 60-î yên sedsala XX mamosta Ordîxanê Celîl p’irtûka xwe ya “Poêzîya Cegerxwîne bajarvanîyê” waeþand û dîyarî xwendevanan kir. Û helbestên Cegerxwînê mezin bûn hebûna k’urdên Sovêtê jî.

Bi her pêþk’etinek a welêt r’a fir’nax û serbilind dibû, lê bi her bûyereke ne baþ r’a xemgîn dibû û demeke dirîj bi derdê xwe r’a dik’ewgirî.

Dema em t’evayî sala 2004-n di çarçova “R’ojên wêje û zimên” da li Amedê bûn û bûn mêvanê  þaredarê bajarê mezin Osman Baydemîr, ji þabûna p’er’ û baskên wî t’unebûn, ku bifir’ya. Paþê di r’ê da ji min r’a got: “Tu dizanî, ev êdî serdarîya gel e?! Ev jî tu dizanî tê çi wat’ey?” Û ji þabûna nizanibû çi bike…

Û r’ojekê berî mirina xwe têlefonkir. Piþtî axavtina t’omerî pirsî: “Ev Roma r’eþ çi ji gelê me dixwaze…Ji hêlekê va li Bakûr êrîþên leþkerî dibe ser gelê me, ji hêla din va leþker li ser sînorê Baþûr dicivîne. Zikr’eþîyê dikin, ne? Îjar wê çi bikin? Ji mêj va gotine, miþk çiqas xwelîyê bik’olê, wê serê xwe ke!”- Piþt r’a bêhnek r’ahiþ û careke din domand: “Ew tiþtekî jî nikarin bikin! Hêza me têrê dike, yekîtî di navbera r’êberên me da heye, hêzên me yên ç’ekdar amadene ne?! Lê Amêrîka… Ewropa… Welatên Ereban?”,- Wek mirovekî ku êdî bêyî wê jî bersîva wan pirsên xwe zanibe, wî gotina xwe serhevda anî: - “Dem êdî ne ew dem in, cîhan êdî ne ew cîhan e û k’urd jî êdî ne ew in! Xwe bip’arêze, birê min, dema xatirê te!”- wî xatirê xwe ji min xwast.

Ev xatirxwestina dawîyê bû. Got- Xwe biparêze,- û xatirê xwe yê dawîyê xwest!

Belê, mamostayê mezin, birayê min ê pênûsê, te xem û xerêqa me hemûyan dik’iþand,  lê me nikaribû te bihêviþînin û bip’arêzin.

Me biborine, birayê delal û di k’oç’a te ya dawîyê da bila ji te ‘ra oxir be!

Bila gel û welatê me xweþbin!

Bila serrê malbeta wî, bira-pismam û dost û hevalan xweþbe!

               

 

 

Li bal þaredarê Amedê Osman Baydemîr

 

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org