|
RAVEKIRINA WAT’EYÊN HINEK P’EYVAN
Ezîz ê Cewo
Demekê
berê min bi r’êya întêrnêtê ji
ferhengzanê k’urd ê hêja Zana Farqînî
nameyek stand. Di nameya xwe da bir’êz
Z. Farqînî dinivîse: “...Min
çend peyv ji nivîsarên te ‘nêçîr’ kirin. Lê ez bi wateya wan
nizanim. Eger karîbî mehneyên wan ji min re aþkera bikî (digel nêr û
mêtiya wan) ez ê kêfxweþ bibim. Her
wiha min çend peyv jî ji dîwana Þikoyê Hesen berhev kir û ji aliyê
wateyên wan ve alîkariya te dixwazim...” Ez
ji vê nameyê p’ir dilxweþ bûm û, wek ku di nav gel da tê gotin, min
zend û bend hildan û destpêkir: “Dem
baþ, bi’rêz
Zana Farqînî! Ez
hêvîdar im, tu baþ î, û k’arê
te baþ dimeþe. Ez bi nameya te p’ir’
dilxweþ bûm û amade me, weke zanîn û derfet’ên xwe bersîva wan pirsan bidim, ên ku bala te k’iþandine... ”
Bi
r’astî,
min ev çend gotin nivîsîn, di bin da ew p’eyv
r’êzkirin,
ji bo ku wan mak bikim, lê
bala xwe dayê, ew ne tiþtekî wisa sade ye. Li vir pirs ne t’enê
di r’avekirina
wat’eya
wan da ne. Divê her p’eyvek
bi wat’e
û t’aybetmendîyên
xwe va bê makkirin. Ev jî ji bo her p’eyvekê
nêzîkbûneke zanistî dixwaze û her makkirinek bi serê xwe gotareke
zanistî ye (ya ferhengî!). Ji bo wê jî min xwest, ku ew t’enê
di nav me- du mirovan da nemîne, ji ber ku her tiþtê ku em dinivîsin, ji
bo civaka xwendevanan e. Weha:
P’EYVÊN
JI NIVÎSARÊN MIN: Çavkêlk
(ç’avkêlk
e), mêza- bîstik; bi wat’eya xwe
va nêzîkî ‘saniye’ya
t’irkî ye (Ew tiþt di nav ç’avkêlkekê
da pêk hat, û me pêr’a negîhand têbigihîjin,
k’a...). P’eyva
‘leze’
wat’eya demeke zêde ne dirêj dide
xuyan... (Ew lezekî r’ûniþtin, nêr’înên
xwe p’ev guhar’tin
û paþê her yekî r’êya xwe domand...) Zêder,
mêza
– artîkl; ew p’eyvên bê kirp ên
yekkit in, ên ku li pêþîya navdêr tên danîn û jimar û zayend a wan
didin xuyan, ango wan mak dikin. Ew zêderên makdêrî ne. Yek ji t’aybetmendîyên
wan jî ew e, ku ew li pêþîya peyvên din ên ne navdêr tên danîn û
ji wan navdêran sazdikin. Zêderên k’urdî
ev in: ya, yê û yên/yêd (ya bijîþk, yê
leheng, yên pêþver’û, her weha: ya
sor, yê çara, yên han, yê hatî, yê r’evek...).
Mirov dikare wn hemberî zêderên almanî bike: die, der, das; Azur’ukirî-
ji lêkera ‘azur’ukirin’
tê: r’avekirin, þirovekirin, r’astîya
tiþtekî derxistin holê; k’esp:
sert, p’ir hiþk, berk’;
(kevirê k’esp;
ev kevir bi r’engê
xwe þîn an r’eþ dibin û mina
camê ne). Di nav k’urdên deþta
Araratê da þêwazê vê p’eyvê yê
‘qesp’
jî heye; werguhêzî,
mêza
– r’êform,
veguhar’tin, nûkirin; xeþivîn/xeþivandin:
Ev p’eyveke
pir’wate
ye: 1) tê wateya tuje,
dema di cîyekî an tiþtekî da tiþtek p’ir’
heye; 2) wat’eya wê ya duyem jî
k’un-k’unî
bûn/kirin, p’er’itandin e
(Mînak: Kulê di cegera wî da þaxvedabû û ew xeþivandibû.) Ew
mînaka ku te li vir anîbû, ev herdu wat’e
jî tê da hene (Îro zimanê weþan û çapemanîya me di van þaþîyan
da xeþivye); P’EYVÊN
JI DÎWANA ÞIKOYÊ HESEN: Ac-
ç’avbirçî, têrnexwarî (bende heye
çikûs, çavqul, ziyayê ac); Babax-
pozbilind, qur’e, qut’am
(ji hurbûnê bûye babax); Çîdar,
mêza - ev p’eyva di k’urdîya
îro da t’enê di p’eyvebenda
‘qeyd û çîdar’ da maye û tê wateya destbend, k’elepçe; Çimirîn/çimirandin
(ç’imir’în/ç’imir’andin
e)- tê wat’eya tiþtek di ser hevdu da
civandin, bi r’êya qurç’imandin,
p’elixandinê ew hurkirin (loþ bûn hevrîþk
ç’imirîn); Çor
(çor’
e)- 1) nexweþî, derd 2) muk’ur (çore
mirdar); Dorger
(dorger’
e), mêza - fûzê, r’okêt;
bi wat’eya tiþtê ku dor cîhanê diger’e
(Wî çêkir vir dorger û rakêt); Êr-
ev ne ‘êr’ e, ‘yêr’ e
(ji t’irkî derbazî nav k’urdî
bûye). Wek ku tê xuyanê, tîpveger’îya
vê p’eyvê þaþ kirine, divê ‘yêr
û welat’ be (Di alfabêya k’urdî ya kîrîlî
da tîpa ‘e’ dudeng e: ‘yê’, lê ji bo dengê ‘ê’ tîpa ‘э’
heye) fizirandin-
r’eveke p’ir’
lez û zû, wat’eya wê bêtir neyînî
ye (wê fizirand ber bi rojava ve çû); geboz,
nêrza - gelîyên p’ir’
k’ur û hasê. Di k’urdî
da p’eyvebenda gelî- geboz heye
(geboz û geliyan tevî) hêrat,
nêrza - cûr’ekî laçika (þal,
dezmal) serê jinan e (hêrat kutabû eniya gever (dibe ku: enîya kever?-
E. C.)); wek ku tê xuyanê ev ji bajarê Hêratê (Afxanistan) anîne, ji
bo wê jî navê ‘hêratî’ lêkirine; wisa jî þera ku ji Semaxê anîne,
jê r’a gotine ‘þemaqî’,
lê parç’eyê ji Amêrîkayê anîne, jê
ra gotine ‘emirk’an’;
hewþan,
mêza - hêþnayî
ye (hejiyan tûmê hewþan (debe ku: t’ûmê
hewþanê?- E. C.)); hîvehîv-
dengkirina nexweþên giran: ew
berpesna diaxivan, dikin nalenal û hîvehîv (Wê kerb (debe ku: k’erba?.-
E. C.) dikir hîvehîv); kevezen,
nêrza - darê destê
kal û pîran: serê wî darî kevan û gelek caran di nexþ û k’êrtikan
da xemilî dibe (kevezenê dest anî jêr); kinêz,
mêza - dotên maman, xalan, met’an,
xatîyan kinêzên mirov in; di k’urdî
da heye p’eyvebenda ‘kes û kinêz’
(mînanî kinêz, mînanî yarê); ev p’eyveke
hindewropî ya kevnar e, hemwate û hemþêwazên wê di zimanên r’ûsî
(kuzina/kuzen), înglîsî (cousin), almanî (kusînê) û yên din da hene;
kutkuto-
mirov ê ku cîyê t’ê û net’ê
bi gotinan di ser der-dorên xwe da diçe, dike kutekut (bende heye
teleqreþ, kutkuto); mazût,
mêza - nevta xav (her tiþt reþ û tenî û mazût); miþot-
di k’urdîya îro da ev p’eyv
bi serê xwe nayê bik’aranîn, ew t’enê
di p’eyvebenda ‘r’eþ-miþot’
da maye, ew wat’eya ‘r’eþîyê’
bi hêz dike û tê wat’eya pir’ r’eþ (þîn, miþot û reþ);
nedîr,
mêza - ronayî. Dema ku tav hiltê, k’urd dibêjin: Þems/Tavê
nedîr da. Nedîra Tavê dinê
beþirî (nedîra tavê); Parnas,
nêrza - Di mîtolojîya yûnanî da: ç’yayek
e, cîgeha jîyana
Xwedayê R’ojê Appolon û Mûza ye. Di cîhana hunerî da wek sembola cîyekî
bihurtî ji bo poêzîyzyê (helbestvanîyê) û hozanîyê tê zanîn (Rûniþtibû
ser Parnasê me yê hêþîn); qujîn-
bilind dengkirin; hemwat’eya ‘qûr’înê’
ye (ba kir qujîn, ba qujiya); rûnê
qîçik (r’ûnê qîçik
e)- r’ûnê zer (qîçik - zer); sûravêlk,
mêza - per’ane, teyrik; di k’urdî da heye gotina: bedew e
wek kewa gozel, meþa wê wek ya sûravêlkê ye; (Xwelî li serê sûravêlkê.);
sût:
r’engê nêzîkî þîn e, lê ji þîn girtîtir e (ezmanê sût didin
perwaz) þipûk
(þip’ûk
e), mêza - dijwarî, berf-bager û bahoz, ya ku bêçarî,
malxirabîyê bi xwe r’a tîne (þipûka zivistanê); telaqreþ
(telaqr’eþ e)-
nep’ak, bênamûs, zinêk’ar
(bende heye teleqreþ,
kutkuto); tîtan,
nêrza - Di mîtolojîya yûnanî ya kevnar da yek ji xwedayên lawên
Ûranê û Gêyayê ye. Evana p’ir’
gewre û bi hêz bûne. Di têkoþîna bi xwedayên di temenê xwe da ji wan
biçûktir (yên olîmpî) r’a serk’etine.
Têgîna tîtanên kevnar tê wat’eya
mirovê gewre û pir bi hêz. Bi wat’eya
xwe ya fûnktsînal va nêzîkî ejdahan e di mîtolojîya k’urdî
da. (bûye tîtan, esabê xebatê); tîtanî-
ya berî vê binihêre (bi tîtanî dike zengîn); xewixîn-
di rewþa bêxewîyê da mayîn; zerdesa
mangê (zêr’desa
mangê ye) - desa mangê(hîvê) a zêrîn; zerg,
mêza - ç’ekek a kevnar e (ewran
bida þûr û zergan); * * * Di
van lêger’înên me da dubare, sêbare...
dehbare... dîsa ew kurt û kêmasîyên alfabê û r’êzimana
k’urdî xwe dan xuyan, ên ku dibin sedemê
pirsgirêkan di xwendin û nivîsandina bi zimanê k’urdî
da. Û lewra jî erênîya lêger’înên
zanistî di warê zimanê k’urdî da dertê
pêþ me. Pêwîstîya hevk’arîya pisporên
zimanê k’urdî di vî warî da r’oj
bi r’oj bêt’ir zêde dibe. Heya
alfabêyeke k’urdî ya
yekstandart, ya ku bi zanistî bersîva hemû deng-fonêmên k’urdî
bide, t’unebe, heya r’êzimanek
a li ser bingeha zanista di derbarê zimên da amedekirî li ser masa
xwendevanan neê danîn, dema nivîsandin û xwendinê xwendevanên k’urd
wê hert’im bi pirsgirêkên cihêr’eng
r’a r’ûbir’û bimînin.
Îro
di nav jîyana civaka k’urdî da pêþketinên
mezin çêbûne: k’urdî êdî r’oj
bi r’oj dibe zimanê zanstê, çapemanîyê,
huner û çandê, zimanê siyaset û dîplomaasîyê, yê danûstandina
civakî û bazirganîyê. Lê, sed heyf, lêger’înên
zanistî di warê zimanê dê da pey van pêþk’etinan
va dimeþin... Têbînî: Min
hinek p’eyv r’avenekirine,
ji ber ku ez wat’eyên wan tê negihîþtim:
an di tîpvege’rîyê da (dema ku ji kîrîlî
guhartine latînî) þaþî çêbûye, an hinek tiþt dema nivîsandinê
hatine têberdan. Ji bo ku mirov bikaribe ji bo wan p’eyvan
bersîveke r’ast bibînim, têk’stên
wan ên t’am, wek ku hene divê li ber
destê wî bin). Bi
silav û r’êz, Ezîz
ê Cewo
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org