DEWLETA T’IRK VÊ CARÊ JΠ K’ELA  HOVÎTÎYA  XWE LI SER  ZAROKÊN K’URD DA DIR’ÊJE 

 

 

Ezîz ê Cewo

   

 

Dagirkerê hov û devbixwîn dîsa li welatê me r’akirye ferman e! Di welatê me da gur û çeqel dîsa r’abûne tewlebazîyan!… Cîhanê li ser êkranên têlêvîzîonên xwe dît, k’a dewleta t’irk çawa r’oja zar’okan pîroz dike: di T’irkîyayê da  serekwezîr, wezîr û r’ayedarên din zar’okên t’irk pîroz dikin, wan li r’ex xwe didin r’ûniþtin û dîyarîyan didin wan, lê di K’urdistanê da  eskerên t’irk   antîgazan dikin serê xwe û mîna gurên har êrîþê dibin ser zar’okan û derba mirinê digihînin wan…

Belê, di r’oja zarokan da dîyarîya dewleta t’irk lêdan û mirin e ji bo zar’okên k’urd !…      

Vê carê jî pêþer’oja me- zar’okên deh- danzdeh salî kirine hedef. Pêþer’oja me ji bo van hov û haran ji mêjva hedef  bûye: li Agirî û Gelîyê Zîlan,  li K’oçgirî, Sivas û Dêrsimê, li Mehabad,  Helebcê, Amûdê, Qamuþlo, Silêmanî û Hewlêrê, li Amedê, Þirnaxê, Mêrdînê, Batmanê, Wanê, …k’îjanê  bibêjî û k’îjanê nebêjî: seranserê welatê me kirine goristan. 

Mirovayê hê jî ji bîr nekirye, çawa eskerên t’irk serê mirovan ên jêkirî girtibûn destê xwe û li ber fotokamêran  xwe gupevekiribûn…

Van dîmenên nemirovayî yên wan dinihêrim û matmayî nabim. Ji ber ku gur û çeqel dikarin tenê hovîtîyan bikin. Lê mirov li hember wan hovîtîyan divê çi bikin? Helbet, her mirovek dikare bibêje- xwe biparêzin!

Lê li vir tiþtê ku mirov  pê mat’ma dibe, ew e, ku îro em, wek net’ew, ji dîrokê dersan dernaxin. Pey ewqasî r’a ji bo van hovîtîyan em wan þermezar dikin (Me þermezar kir, û wan jî þerm kir!). De werin û gur û r’ûvîyan, ên ku k’etyine hewþa we, nefer û malê we zîtol- zîtolî dikin, mal û hebûna we t’arûmar dikin, þermezar bikin. Heya, ez dibêm, pêwîst nake, ku  xwedîyên wan ên wîalî okîanosê û Ewropa “þermoke” jî þermezar bikin, ji ber ku ew jî hevk’ar û hevalbendên wan in.   

A, emê bibêjin, ku dewleta t’irk ji serk’evtina gelê me ya di hilbijartinên herêmî da (29. 03. 2009) har bûye. R’ast e! Lê, gelo ev yeka asta hovîtîya wan kêm dike? Ma tiþtên ku gelê me doza wê dike, p’ir’ tiþtne nebînayî û mezin in, ji bo ku bi hezaran gund û þênîyên me wêran bikin, bi dehezaran dot û lawên gelê me yên hêja hebs bikin, bi sedhezaran bikujin, bi mîllîonan k’oçber  bikin?... Tiþtê ku vî gelî xwastye û îro jî dixwaze, ew e, ku bikaribe bi zimanê xwe biaxive, çand û hunera xwe pêþ bixe… ango tiþtê ku hemû gelên cîhanê yên din êdî ji zûva pêk anîne…

Ya din jî, balk’êþ e, ku dewleta t’irk van bûyeran r’ojekê berî wê r’ojê pêk tîne, dema ku cîhan t’evkujîya ermenîyan bi bîr tîne, ya ku bi destê pêþîyên van hov û merivxuran sala 1915-an pêk hatibû.

Dibe ku ev jî  p’eyamek e ji bo mirovayîyê?...

Her çi jî hebe, bûyerên van r’ojan her tenê tiþtekî ji me r’a dibêjin:  

-U t’a îro jî, wek wan pêþîyên xwe, ew dijminê me dîsa maye ew!  

Li hember hovîtîyên weha þaristanî bêzar dibe. Lê ew bêzarî heya demekê dibe. Nazîyên Almanîyayê jî hovîtîyên xwe kirin: kuþtin, t’alan û wêranî ji cîhanê r’a anîn, lê dawîya dawîyê di dadgeha Nyûrnbêrgê da li ser k’ursîyên gunehk’arên þêr’ r’ûniþtin…

… Heya ku r’ojeke weha ji bo van nazîyan jî tê, t’enê r’êyek ji bo me k’urdan, wek net’ew, dimîne- r’êya berxwedanê û serhildanan!

 

 

*

* *

 

Bîstûdu sal berê ez li firegeha kosmîkîyê ya Baykonûrê bûm (bajarê Lênînskê/Qazaiistana sovêtî). Ez di odeya xwe da hîvya r’ojnamevanê nas bûm. Ji germa hewayê mirov bê hemdî xwe di cî da dixerbilî. Mêvanê min derengî dibû… Û di  p’alkursîyê  da nîvxew- nîvhiþyar xewnek min dîyar bû, û di wê xewnê da Dayka me K’urdistan bi min r’a axivî. Min ew sparte k’axezê, û helbesta min a “Xewn” amade bû (sala 1998-an di berevoka helbestan a “Karwanên bêxewîyê” da hatye weþandin).

Ew dibe ku bangek e ji bo demên weha!? 

Dem e, ku îro jî em bi hev r’a guhdarîyê li gotinên Dayka xwe bikin:

 

          XEWN

...Çiqas xewneke giran bû, Xwedê,

Ev û ew cîhan tev hevdu bibûn!

Bi ç’îk û kenc bû ew xewna, Xwedê,

Bi tep û tengî û bi hêbet bû!...

Xewn bû… yan hiþyar?...

Çavên min hê nû pêgîhandibûn

Her’in ser hevdu:

Ez xilmaþ bibûm-

Xew bû, yanê- xewn

Yan ez hiþyar bûm?...

Ez baþ ruh naynim!

Girmîna defê,

Qûr’îna zurnê…

Heralî hêle û hingirme bû:

Keç’ û xortên kurd 

Wir çît girtibûn-

Gerek merdane navê hiþtibûn…

Û jineke bi k’ofî- k’itanên  

Meye kurmancî kaw wergirtî bû,

Lê bêpergal bû… 

Bisk û kezîyên wê li ser ç’avan da

Wa hatibûn xar,

Bin dengê ewê def û zur’nê da

Ç’epil hilda bû û dir’eqisî…

(Nizanim, xewn bû,

Yan ez hiþyar bûm?!)

Awaz, tuê bêjî, yê kurmancî bû,

Lê dîlana wê?!-

Ya Xwedê, çi bû?-

Her we bidîta,

Weê bigota:

- Esseh dîn bûye,

Tepa dik’eve!...

Ça-a dir’eqisî,

T’oz û xubara ewan der- doran

Bi der-dawên xwe

Ça  l-xwe wer dikir…

Û zerp dik’enya-

He- he, he- he- he!-

Lîqînîya wê bû…

D-hewê da ewê

Ç’eplên xe çawa nazik tew dida!

(Ya Xwedê, çito bedewîya nedî!)

Dîsa dik’nîya…

Hemû mat’mayî dorê civya bûn

Û lê dinhêr’în…

Ez jî pêþva çûm 

Û serê xwe nav milên wana r’a

Berbi hindûr’ kir û lê nihêr’î…

T’exmîn kir-

Dîtim!

-Ey,- got,- lawê min,

Çima tu wisa þaþ û mat’ma yî?...

Ez im, Dayka we,

K’urdistana te…

Ji kul û derdan êdî dîn bûme!-

Çavêm d-xewnê da,

Ez wa vek’iþyam…-

Ewê carek din çerx da govendê,

Govenda meye k’aw- naz nihêr’î,

Berbi min mêl bû:

-Na, t’ifalê min,

Ji min metirse,

Pêþva were, ha,

Hê dîn nebûme…

Lê bêyî wê nabe!-

Wê t’erka dîlan- govenda xwe da,

Ber min kundveda,

Bi ewan t’ilîyên xweye mûmanî

Por’ê min tevda… 

-Ax, lawên mine hêsîre sêwî,

Hûn mat’ma bûne?...

D-vê jîyanê da,

Ji bo bigihîje azadarîya xwe,

Pêwîst e, mirov hinekî dîn be!...

Ax, çi teyaxî li dilê we ye,

Her yekî j-xwe r’a serî hildaye,

K’etye qulç’ekî- hîvîya demê ye?!

Û dem tên- diçin, lê hûn hîvîyê ne!...

Û Evên nemerd

Erd û axa we çartîþ kirine-

Diþewitînin, lê hûn hîvîyê ne,

We darda dikin, lê hûn hîvîyê ne,

We dizêrînin, lê hûn hîvîyê ne…

…Û hûn hîvîyê ne!

Lê dijminê me-

Devxwîn, hov û har,

Dema pêwîst be,

Hemû dibin yek,

Dema pêwîst be,

Me l-ser tîþekî

Yek dizêrîne,

Hela ne bes e,

Pê fir’okên xwe dajo tîþê din-

Alî zork’arê wî tîþî dike:

Jehra hinartî l-wir dir’eþîne,

L-wir dir’eþîne jehra hinartî-

Biç’ûk-mezin va me diþewtîne, 

Gund û bajaran tarm û tax dike…

Lê hûn hîvîyê ne,

Lê em hîvîyê ne-

Hîvîya dema xwe!-

Ewê destê xwe berbi esmîn kir,

Demekê zûr bû, li wir mêzekir

Û paþê zûkya:

-…Ya Xwedê, gelo Xwedê te heye?!...

Ji ewî dengî ez bûne r’usssas,

Heya kevir jî pêda bûn hesîn,

D-cî da lerizîn…

J-cî veciniqîm, çavê xwe vekir,

Dît- ez li mal im,

Lê r’amana min- di xewna min da 

Hê perwaz dida- ez dibirim wir…

Di guhê min da Dengê Dayka me-

Zîz û zelûlî dubare dikir:

„Û heya kengê,

Û heya kengê?!...“

 

Gelawêj- R’ezber, 1987, Yêrêvan- Baykonûr

 

 

   

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org