ZIMAN: BINGEH Û EYNA WÊJEYÊ

(Zimanekî xweþk û þêrîn mercê wêjeyek a xweþik û þêrîn e!)

 

 

Ezîz ê Cewo

 

Bextê me ji me ra bibit yar,

Carek bibitin ji xewabê hiþyar

………………………………

Þûrê hunera me bête danîn,

Qedrê qelema me bête zanîn.

Ahmedê Xanî

 

Demekê pir hêsa bû, ku mirov li ser wêjeya kurdî biaxivya, yan binivîsya. Hêsa bû,  me bigota, ku di nav dîroka wêjeya kurdî da navbilindên wek Mela Batê, Elîyê Herîrî, Feqîyê  Teyran, Melayê Cizîrî, Ahmedê Xanî…Abdullah Goran, Qadrîcan, Cegerxwîn hene. Pera jî dihate  gotin, ku bavê romana kurdî Erebê Þemo kurdekî sovêtî bûye. Eger navên çend nivîskarên  kurdên Sovêtê jî, yên wek: Þikoyê Hesen, Mîkayêlê Reþîd, Fêrîkê Ûsiv, Wezîrê Eþo, Sehîdê Îbo, Elîyê Evdilrehman, Emerîkê Serdar û yên din banyana zimên, wê bihata dîtin, ku wêjeya kurdî bi giþtî tê naskirin…

Ew demekê bû! 

Wê demê tu pêwendî û danûstandin, di navbera beþê gelê kurd ên cuda da nînbû.

Dema ku ewqas weþan û pergalên ragîhandinî tunebûn. Dema internet hê neketibû nav jîyana me û nebibû hêmaneke danûstandinê ya bi hêz. Lê ya sereke, ramana netewî, ya ku tevgera azadîxwaz bi xwe ra anî, hê nebibû parçeyekî jîyana me. 

Lê niha rewþ cuda ye! 

Naha azadîya weþanê, girseybûna çapemanîyê û întêrnêtê gelek asteng rakirine. Li beþekî Kurdistana dagerkirî û bindest da weþanên kurdî tên qedexekirin, kurd li derveyî welêt wan tevger dikin. Û îro li çarhêlê cîhanê weþanên kurdî hene, bi sedan rojnsme, kovar, sayt (site) û bilog ên kurdî weþanên xwe pêk tînin.

Çiqasî dikarî binivîse, çaqasî dixwazî biweþîne!

Îjar, de were, û van hemûyan hemêz bike, ter û hiþk, kayê û gênim ji hev vebijêre û nîgara  wejeya kurdî ya netewî derîne hole.

Belê, di vê rewþê da sazîbûna wêjezanîya kurdî dijwartir dibe, û îro, yên ku dixazin bi vê peywirê rabin, barê wan giran dibe.

Li vir (û li her cîyekî din!), eger mirov bixwaze li ser wêjeyê biaxive, ew çi nirxandinê jî bike, ji çi hêlê va jê ew wêjeyê makbike, dive berê xwe bide zimên. Divê ew di sêrî da bizanibe û bide zanîn, ka ew wêje bi zimanekî çawa hatye nivîsandin. Ango çawanîya wêjeyê ji gelek hêlan va grêfterî zimên e.

Çima?

Ji ber ku bingeha çanda mirovî, bi wateya vê peyvê ya fireh va, ziman e.

Ziman materialê sazûmanîya çanda netewê ya rewanî (ruhî) û ramanî ye. Ew heya bingeha çanda netewê ya matêrîalî ye jî. Eger dibêjin, ziman qalibê ramanê ye, þêwazê mitalekirina wê ye, wê demê ew bingeha çanda matêrîalî ye jî, ji ber ku di destpêtê da þêwazê çandê yê konkrêt di mejûyê mirov da çê dibe (û ew jî bêyî ziman nabe!), paþê destên mirov wê disêwirînin û þêwazekî matêrîalî didinê.

Bi gotineke din, eger em qala mirov dikin, tiþtê yekem, ku tê heþê me, ziman e.

Hinekê bipirsin: “Çi ye, serê her tiþtî ziman e?”

Belê, wisa ye! 

Lê di nava van hemûyan da ziman rastedêr matêrîalê sazbûna wêjeyê ye (ya zarkî û nivîskî!).

 

*

*    *

Me çima axavtina xwe ya li ser wêjeya k’urdî ewqas ji dûr va destpêkir?  

Ji bo ku giringîya zimên di jîyana gelê kurd (û her gelekî din) da bînim ber çavan. Lê giringîya zimên di warê wêjeyê û hunera ku li ser vê bigehê saz dibe, zêdetir e. Rast e, hunerê nivîskarîyê (helbestvanêyê) di nav wêjeyê da rola xwe heye. lê, eger yê ku diafirîne, zimên baþ nizanibe, an jî bi þaþî bizanibe, wê demê nivîs nabe wêje.

Dibe ku ji bo wê jî, em bibêjin, di nav me da hema r’omaneke li ser r’adeya “Memedê zirav” ya Yaþar K’emal jî t’uneye. Êdî em di derbarê efrandinên nivîsk’arên wek Hyûgo, Balzak, Tolstoy, Drayzêr, Þoloxov, Hêmêngûyêy û yên din da nabêjin. 

Lê îjar çiqas nivîsk’arên bîyanî yên bi net’ewa xwe va k’urd hene? Û dema mirov nivîsên wan bi zimanên din dixwîne,  dilê wî dêþe, ku ew k’urd bi zimanê xwe nikarin berhemne wisa bidin. Helbet, sedemîn vê rewþê yên dîrokî hene: bindestîbûna gelê k’urd û welatê wî, qedexe û înkara ziman û çanda k’urdî ji hêla dewletên serdestî K’urdistanê va... 

Belê, ev hemû tê zanîn.

  îro “nexweþîya tiþteknivîsandîn û tiþtekweþandinê” di nav beþekî gelê me da (r’ewþenbîr- ne r’ewþenbîr, xwendî-nîvxwendî an nexwendî!) derketye holê. Û ji bo wê îro xwendevanê ku bixwaze wêjeya kurdî bixwîne nizane bi k’îalî va her’e, wêjeya r’ast li ku bigere. Ji ber ku nivîs p’ir’ in, lê wêje –p’ir’ kêm...     

Û bi dîrokî sedemên vê r’ewþê yên obyêktîv û  sûbyêktîv hene. Ji wan hinek jî ev in:

 

-       zimanê k’urdî qedexe bûye, p’erwerdeya bi wî bi sîstêmî t’unebûye û îro jî t’une, ji bo wê jî her k’urdek zimanê biynî û serdestan ji zimanê xwe yê dê baþtir dizane (bêguman, ev jî tragêdîya mirovayîyê ye û ne gunehê wan e!); 

-        di warê nizanbûna zimanê k’urdî da yên zane û nezan weke hev dibin, ji ber ku nexwendîtîya zimanê k’urdî, ya ku bi dîrokî di nava me da bûye “desthilatdar”, hê jî serdest e; 

-        di rewþeke weha da, hê di ser da jî  heya vê dawîyê k’urdan bi sê alfabêyan dinivîsî û dixwend (ew jî wey li wê nivîsandin û xwendinê!);  

-       di alfabêya heyî da hê jî pirsgirêk dimînin, qanûnên r’astnivîsandin û r’astaxavtinê di r’êzimana k’urdî  da hê jî cîyê xwe negirtine;

-       di nav weþanîn me da r’êdaktekirina nivîs û p’irtûkan nebûye çand, û heya naha jî di nav giranîya weþanên me da înstîtûta (sazî) r’êdaktekirina p’irtûkan nîne: k’î çawa dinivîse, nivîsa wî wisa jî tê weþandin;  

-       hêza here girîng, ya ku wêjeyê pêþ dixe, r’exneya wêjeyî ye, lê, heyf, di nava wêje û wêjezanîya k’urdî da r’exnegerî  nebûye t’ore û çandekê;

-       civaka xwendevanên wêjeya k’urdî  hê pêk nehatine...

*

*    *

Ji bo ku wêjeya k’urdî bi r’astî bibe wêjeyek a girseyî, ji bo ku xwendevanên wê hebin, divê yên ku bizanibin bi k’urdî bixwînin, bi girseyî hebin. Û ev yek divê li seranserê welêt pêk bê. 

Lê r’ewþa zimanê k’urdî cuda ye: dewletên serdestî K’urdistanê li þûna merc û derfet’an ji bo pêþk’etina ziman û çanda  k’urdî biefirînin, berovajî vê, her tiþtê ku ji destê wan hatye, kirine (û îro jî dikin!), ku gelê me di tarîyê da bimîne.   

Ji bo ku ev r’ewþ bê guhastin, xwendevanên wêjeya k’urdî çê bibin, r’exneger, piþgirî û pêþvebirên wê ji nav gel derên, divê zanebûna zimanê dê bibe norma jîyana civaka k’urdî. Divê zanebûna zimanê k’urdî, bi wî nivîsandin û axavtin, bi wî stran û girîn, bi wî jiyankirin û xewdîtin û xwenaskirin bibe mercê hebûna me ya net’ewî.

Lê ji ber sedemên dîrokî wêjeya me di nava çarçoveyeke teng da diger’e. Û ev yek ji hêla xwe va bûye sedem,  ku îro gelek p’irtûkên ji hêla çawanîya çapê va xweþik, lê ji hêl naver’okê va lewaz û ser asta here nimz bigihîjin ber destê xwendevanan.

Yek ji hêzên sereke, yên ku wêjeya her net’ewekê dewlemend dikin, pêþdixin û digihînin asta wêjeyê ya pêwîst jî, wergera berhemên  nivîsk’arên bîyanî ye. Dibe ku di nav me - k’urdan da hinek berhemên nivîsk’arên bîyanî hatine wergerandin, lê wergera wêjeyî ya profêsîonal di nav me da hê jî negihîþtye asta pêwîst.  

Û, ji bo ku ev hemû pêk bê, ji bo her net’ewekê avabûna zimanê wêjeyî yê yekgirtî divêt. Bingeha pêþk’etina wêjeyê ziman bi xwe ye. Mirov dikare bibêje, ziman ew matêrîal e, bi k’îjanê wêje tê hûnandin û sazdibe. Û ziman çawa be, wêje, çand û huner jî, wê weke wî bin…  

Ji vir jî jêdera- zimanekî xweþk û þêrîn mercê wêjeyek a xweþik û þêrîn e, dertê holê.

Ziman û wêje di nav p’êwendîyeke dîalêktîk da ne: bi zimên wêje avadibe, lê bi wêjeyê gel fêrî paqij, r’ast û xweþik axavtina zimanê dê dibe...

Û ji bo ku zimanekî paqij û xweþik avabibe, ji bo ku li ser bingeha wî zimanî wêjeyeke weke wî paqij û xweþik bisêwire, divê ew ziman wek zimanên gelên serdest ji qedexayan azad bibe, divê merc û derfetên ji bo zimanên serdestan hene, ji bo zimanê k’urdî jî biafirin. Wê demê welatê k’urdan jî wê bibe welatê xwendîtîyê, wê di nav gelê me da ne ku t’enê nivîsk’arên xwendî, her weha xwendevanên xwendî p’ir’ hebin, wê xwendina wêje û çapemanîya netewî bibe çandeke civaka me ya bi nirx, weþangehên me jî wê t’enê r’ola çapxaneyan nelîzin, û emê her p’irtûkek a nûweþyayî hildin destê xwe û li dawîya wê bxwînin:  r’êdaktorê weþanê yê sereke: ev mirov, r’êdaktorê wêjeyî: ev mirov, rêdaktorê çapê: ev mirov, korrêktor (serer’astger): ev mirov.

 Wê demê bi r’astî çawanîya weþan û wêjeya  k’urdî wê bigihîje ser asta pêwîst. Û mirovê bikaribe bibêje: “Xewna Xanîyê mezin  hate sêrî...” 

 

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org